Kampanyaya perwerdeya bi zimanê galî dest pê kir

 

 

Serokwezîrê herêma Galê ya li Brîtanyayê Crwyn Jones, bi armanca bilindkirina hişmendiya perwerdeya bi galî û ya duzimanî kampanyayeke agahdariyê da destpekirin.

Serokwezîr di çarçoveya kampanyaya bi navê “Em li Galê dijîn: Çima em galî fêr nebin?” bi dê û bavên xwendekaran re hevdîtinek pêk anî û ji zarokên pêşdibistanê re bi zimanê galî çîrok xwend.

Kampanya wê sê sal dom bike û di vê pêvajoyê de dê û bavên dilxwaz û yên ku xwedî zarokên ku temênê wan di navbera 0-3 salan de ne, di mijara perwerdeya zimanê galî de bên agahdarkirin û ji bo perwerdeya zarokên wan pêşniyaz bên kirin. Bi vî awayî, wê dê û bav di warê şandina zarokên xwe ji bo perwerdeya bi zimanê galî an perwerdeya duzimanî bikaribin biryarê bidin.

Serokwezîr Jones di hevdîtîna xwe ya bi dê û bavan re wiha axivî: “Herdem haya dê û bavan di warê dibistanên perwerdeya bi zimanê galî lê tê kirin tuneye an di vê mijarê de ne xwedî agahiyan e. Vê kampanyayê wê di warê perwerdeya bi zimanê galî û ya duzîmanî de hişmendiyê bilind bike û bi vî awayî dê û bav wê bikaribin tercîha xwe bikin.”

Wezîrê Perwerdeyê yê herêma Galê Huw Lewis jî di derbarê kampanyayê de hin agahî dan û wiha axivî: “Perwerdeya bi zimanê galî dikare şarezahiyên nû pêşkêşî zarokan bike û dikare bibe tecrûbeyeke pir zengîn. Em dizanin ku hin malbat bêhêvî ne û ev yek ji ber tunebûna agahiyên di warê desteka heyî de yên ji bo kesên ku bi zimanê galî naaxivin.”

Ji aliyê çavkaniyên perwerdeyê tên piştraskirin ku perwerdeya bi zimanê galî bi taybetî di deh salên dawî de li herêma Caerphillyê pir bi serfirazî dimeşe. Tecrûbeya li vê herêmê ji bo dombûna zindîbûna zimanê galî hêviyeke xurt bi xwe re tîne.

Kurteagahî di derbarê galî de

Zîmanê galî (Cymraeg) yek ji endamê baskê brîtonî yê zimanên kelt e û û li herêma Galê tê axaftin. Li gorî daneyên 2011’an, 3 milyon kes li Galê dijîn û ji % 19’yê vê nifûsê diyar kirine ku ew dikarin bi galî biaxivin. Di sala 2001’ê de ji % 20.8’yê nifûsê diyar kiribûn ku ew bi galî dikarin biaxivin. Lewma, digel hewldanên hikumeta galê ya ji bo parastina ziman, tirsa paşveçûna ziman hîn jî li herêmê zindî ye.

Çavkanî: Wales.gov.uk

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …