Kampanyaya navneteweyî ya ji bo Arnaldo Otegi

 

 

 

Kampanyaya “Ji Arnaldo Otegi re azadî. Girtiyên baskî bila vegerin malê” geş dibe. Arnaldo Otegi siyasetmedarê navdar ê serxwebûnxwaz e ku serokê baskê siyasî ETA’yê Herri Batasuna bû.

Tevlî Otegi siyasetmedarên ji Welatê Bask ên bi navê Miren Zabaleta, Sonia Jacinto, Arkaitz Rodriquez jî di girtîgehê de tên girtin. Digel ku Otegi û siyasetmedarên navborî ji seyan çarê cezayê xwe bi dawî kirine hîn ji aliyê dewleta spanyol ve di girtîgehê de tên girtin. Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê daxwaznemaya parêzerên girtiyan a ji bo serbestberdanê di meha Gulanê de red kiribû. Otegi di 2009’an de hatibû girtin û 6,5 cezayê girtîgehê girtibû.

logo-instituzionala-def-3

Otegi, digel ku delîleke berbiçav nikare bê nîşandayîn, ji aliyê edaleta îspanyol ve bi endamtiya rêxistina çekdar a baskî ETA’yê re tê sûcdarkirin. Lê hêjayê gotinê ye ku ETA di 2011’an dedabû xuyakirin ku ew ê şerê çekdarî bisekinîne û sala par jî ligel çavdêrên navneteweyî dest bi bêçekbûnê kiribû. Lê derdorên di nava hêzên polîs, edalet û siyaseta îspanyol de ku heta niha şerê antî-terorê li dijî serxwebûnxwazên Welatê Bask meşandine, bi riyên demokratîk naxwazin meseleya Baskê çareser bikin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …