Kampanyaya kurdî çi bi xwe re anî?

Kampanya bi derfetên medyaya sosyal di çarçoveya paradîgmaya tevgerên sosyal ên serdema me de hat birêxistinkirin û lewma jî bo nimûneyek sekna sivîl. Bi vî awayî, di meseleyeke civakî de ku ji rêxistin-saziyan re hatibû hiştin, midaxaleyek sivîl pêk hat.

Eger hewldana parastina ziman li ser bingeha parastina rûmetên neteweyî bilind nebe, xetere heye tevgerên ziman têkevin bin kontrola dagirkerên Kurdistanê.

2022 ji bo kurdan bi bûyereke nû dest pê kir. Ji hemû rengan kurd di meseleya ziman de hatin cem hev ê ji bo dersa hilbijarî ya kurdî kampanyayek dan destpêkirin. Di hefteyên dawî de kampanya berfireh bû û veguherî bûyereke civakî. Ji ber bandora kampanyayê siyaseta serdest a li bakur cara pêşî mijara dersa kurdî xist rojeva xwe û bi daxuyaniyan destekê da kampanyayê.  Mirov dikare ji vê kampanyaya ku di demeke kurt de bandorê li her aliyan kir hin encaman derxe.

  • Blokaja li ser meseleya derfeta dersa kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilweşiya. Bêwatebûna helwesta boykotê û fikara teşhîrbûna vê helwestê, di asta raya giştî de siyasetê xist nava hereketê û HDP di rojên dawî de destekê da kampanyayê. Lêbelê destek bi daxuyaniyên di asta rêvebiriyê û hin wekîlan bi sînor ma û veneguherî destekeke pratîk.

 

  • Rêxistinên Egitim-Senê yên Kurdistanê bi giranî boykota 10 salan a dersa kurdî domandin. Bi taybetî, rêxistinên Amed û Wan bi israr destekê nedan kampanyayê û di dewsa vê de xwe bi detayan meşgûl kirin. Bi kurtahî, rêxistina ku perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên zarokan ji xwe re kiriye rêber nexwest bi sedhezaran zarokên kurd di polên 4,5,6 ê 7an ên li dibistanan dersa kurdî hilbijêrin.

 

  • Cara pêşî ji hemû rengên siyasî kurd cudahiyên xwe dan aliyekî û ji bo mijareke civakî hatin cem hev. Kampanya bi derfetên medyaya sosyal di çarçoveya paradîgmaya tevgerên sosyal ên serdema me de hat birêxistinkirin û lewma jî bo nimûneyek sekna sivîl. Bi vî awayî, di meseleyeke civakî de ku ji rêxistin-saziyan re hatibû hiştin, midaxaleyek sivîl pêk hat.

 

  • Hewldanên hin rêvebir û endamên komên ziman (HEZKURD-Fewzî Bûlgan) ên ji bo desteka wekîl û nûnerên AKPê rastî reaksiyonan hat. Ev jî nîşan dide, eger hewldana parastina ziman di çarçoveyeke berfirehtir a parastina neteweyî de pêk neyê, xetere heye tevgerên ziman têkevin bin kontrola dagirkeran û şaxên wan ên li Kurdistanê.

 

  • Tevlîbûna medyaya Başûrê Kurdistanê û kes û derdorên cihêreng, di medyaya nêzîkî tevgera bakur de bû sebeba alarmê û lewma jî ev medya di proseya kampanyayê de xwe bêdeng kir. Lêbelê desteka siyaseta legal (bi daxuyaniyan bisînorkirî be jî) û hin zimanzan-rewşenbîrên nêzîkî tevgerê bû sebeba tevlîheveyekê û potansiyeleke nîqaşa navxweyî ya ji bo polîtîkayeke ziman derxist holê.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …