Kamerûn ji bo parastina zimanên otokton projeyek amade kir

Kamerûn welatekî li navenda Afrîkayê ye ku bi cihêrengiya xwe ya ziman bale dikişîne. Li vî welatê ku nifûsa wê 25 milyon e, 260 ziman tên axaftin. Bê tenê 40 ji van zimanan li dibistanan tên fêrkirin. Lê ji ber mîrateya dema kolonyal, fransî û îngilîzî zimanên fermî yên welêt in. Ji % 80’yê nifûse bi fransî û yê mayî jî dikarin bi îngilîzî biaxivin.

Zimanên otokton ên li Kamerûnê di encama koça ber bi bajaran de û xemsariya hukumetê ya di warê meşandina polîtîkayeke ziman de gav bi gav ji hole radibin. Ji sala 1950’an û vir ve zimanê mbîame û ekûng êdî tunebûne.

Hêjayî gotinê ye ku hukumeta Kamerûnê êdî dixwaze di vê mijarê de helwesta xwe biguherîne û di warê parastina ziman de bibe xwedî polîtîkayek.

Hukumetê bi vê mebestê, bi hevkariya Enstîtuya Zimanzanî ya Havînê (SIL) bernameyek pilot amade kir. Ev bername wê li her 10 herêmên welêt, bi tevahî li 43 dibistananên seretayî û navîn bê meşandin. Ji ber populerbûna wan a di nava civakê de, ji bo projeyê zimanên ewondo, bassa, dûla, womala û fûfûlde hatine hilbijartin. Ev ziman wê di dibistanên pilot de, di mifredeta perwerdeyê de ciyê xwe bigirin.

Rêvebiriya Kamerûnê radigihîne, di sala 2030’an de ew ê ligel fransî û îngilizî, çend zimanên din jî bikin zimanê fermî yên welêt. Ev yek jî wê prestîja zimanên otokton ên li vî welatî zêdetir bike. Hukumet êdî gihîştiye wê baweriyê ku dema perwerdeya van zimanan bên kirin wê nasnameya afrîkayî ya welatiyan xurtir bibe.

Hukumet hêvî dike ku vê polîtîkaya wê ya nû bandoreke erênî li herêma Ambazoniyayê jî bike. Li vê heremê welatiyên îngilîzîaxêf bi daxwaza wekheviya di navbera fransî ê îngîlî de serî li ber dewletê radikin. Heta niha nêzîkî 3000 kes di şerê navxweyî yê li vê herêmê hatin kuştin û bi sedhezaran kes terka cîûwarê kirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …