Home / Autonomos / Kalpana Çakma – enformasyon, dezenformasyon û tunebûna enformasyonê

Kalpana Çakma – enformasyon, dezenformasyon û tunebûna enformasyonê

 

 

Vê mehê di ser revandin û windabûna Kalpana Chakma re 18 sal derbas bûn. Ew ji aliyê komeke hêzên ewlekariyê yên ku tê bawerkirin ku di kampa leşkerî ya nêzîk de diman ve ji mala wê ya li Rangamatî ya li Herêma Çîtagongê hat revandin. Ji wê rojê û şûn de ew nehat dîtin. Ji bo dîtina wê komîsyoneke edaletê ku ji aliyê serokwezîr ve hat damezrandin, vekolînekê da destpêkirin û ji aliyê Departmana Vekolîna Sûc raporekê hat weşandin lê detayên van xebatan ji aliyê civakê ve nayê zanîn.

Di heman demê de Amena Begum ku rêvebira polîs e, 11 car dema ku ji bo li ser vê vekolînê raporekê pêşkêş bike hatibû diyarkirin, derbas kir. Ji bo windabûna Kalpana ti kes nehat darizandin û malbat di derbarê ku çi hatiye serê wê de ji 18 sal berê zêdetir tiştekî nizane.

Kalpana kî ye? Di dema windabûna wê de ew keçeke 23 salî ya ji civaka çakma (chakma) bû ku yek ji gelê li herêma Çîtagongê dijî û wekî Paharî jî tê naskirin bû. Ew sekreterê rêxistinkirinê yê Federasyona Jinan a Çîtagongê bû ku rêxistineke ji bo mafên gelên xwecî yên li Çîtagongê xebatê dike. Çend hefte beriya windabûna wê, ew di hilbijartina lokal de ji bo namzeteke serbixwe ku xwedî destekeke berfireh a ji nava civaka sivîl a xweciyan bû, dixebitî.

Windabûna Kalpana û paşê neserfiraziya otorîteyan a ji bo ronîkirina vê mijarê, li ser bingeha pevçûn û aramiya di navbera gelên xwecî yên Çîtagongê û hikumetê de ku ji dema serxwebûna Bangladeşê ya di 1971’an û vir ve dom dike, pêk tê. Bi taybetî, gelên xwecî ji ber koça mezin a bengaliyan a ber bi herêmê ve ku wan ji erdên wan dahf dide û bi awayekî potansiyel civakên xwecî li Çîtagongê dike kêmar,  hêrs dibin. Vê bêaramiyê bû sebeba serhildana Şantî Bahînî ku baskê çekdar ê partiyeke siyasî ya xwecî bû. Li gorî raporeke ya ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî sala buhurî hat weşandin, wiha tê gotin:

“Ji 1977’an û vir ve artêşa Bangladeşê herikiye nava Erdên Bigirik ên Çîtagongê û bi Şantî Bahînî re pevçûnên çekdarî yên sîstematîk pêk hatine. Li herêmê demeke dirêj şîdet û çewsandina li dijî pahariyan pêk hatiye. Endamên artêşê bi awayekî domdar binpêkirinên mafên mirov ku di nava wan de komkujiyên baş hatine ronîkirin û ji aliyê rêxistinên mafên mirov ên navneteweyî ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nava wan de heye hatine eşkerekirin, pêk anîne. Di nava van raporan de bi awayekî kîtekît bûyerên îşkence û kuştina pahariyan cî girtine.”

Kalpana Chakma

Di 1997’an de peymaneke hat îmzekirin lê piraniya hukmên vê peymanê nehat meşandin. Bo nimûne, divê artêş gav bi gav kampên xwe yên li herêmê ji holê rakirana. Artêş diyar dike ku ji 500 kampan 200’î ji holê hatine rakirin lê partiyeke siyasî yê xwecî dide zanîn ku bi tenê 75 kamp ji holê hatine rakirin. Pisporeke ji Forûma Domdar a Neteweyên Yekbûyî yên li ser Meseleyên Xweciyan wiha got:

“Fermandarên leşkerî tesdîq dikin ku ji yekan sêyê artêşê li vê herêma ku ji yekan dehê Bangladeşê pêl tîne, hatiye bicîkirin. Ev bi kîjan standardî dibe bila bibe û bi taybetî jî ji bo welatekî ku beşdarê şerekî nebûye, bi cîranên xwe re di nava aştiyê de dijî û rewşeke serhildanê tuneye jimareke pir zêde ye.” Li gorî peymana aştiyê divê ji bo vekişandina kampên artêşê yên demborî bernameyeke demê bihatana amadekirin. Lê ev pêk nehat.

Rêvebira polîsan di dema parastina xwe ya bi armanca ku çima di dema hatiye diyarkirin a di warê temamkirina vekolîna xwe ya ji bo windabûna Kampana de serfiraz nebûye de got ku ew nekaribû yek ji wezîfeya ku ji aliyê dadger hatibû diyarkirin ku ew jî “rizgarkirina Kalpana” bû, pêk bîne. Daxuyanî nîşan dide ku wekî stratejiya taktîkên dembuhurandinê û dezenformasyonê ku dibe ku ev, hewldaneke ji bo parastina endamên artêşê ya ku bi binpêkirinên mafên mirov tên sûcdarkirin be.

Lê meseleya Kalpana ne yekta ye –gelê paharî yê li Çîtagongê di riya pêkhatina edaletê de rastî gelek dijwariyan tên. Li gorî raporeke Komîsyona Çîtagongê ku rêxistineke derveyeî hikumetan a serbixwe ye, di bûyerên ku jinên xwecî ji aliyê nişteciyên bengalî ve rastî tecawizê tên, ji bo doktor di raporên xwe de delîlên tecawizê nedin, rastî zextên otorîteyan tên. Otorîte bawer dikin ku delîlên ji bo tecawizê wê alîkariyê ji bo bilindbûna bêaramiya di navbera gelên xwecî û bengaliyan de bike. Di meseleyeke dawî ya tecawiz û kuştina jineke 30 salî ya ji gelê çakma Sabîta Çakma de rêvebira polîsên lokal dema dida zanîn ku ji bo vê bûyerê ti kes nehatiye girtin wiha got: “Hilbijartina upazila parishad hedefa me ya yekemîn e. Girtina hin kesan dikaribû bêaramiya bengalî-paharî bilind bikirana.

Lê necezakirina sûcên li dijî endamên civaka xwecî bi tenê di nava civakê de dibe sebeba mezinbûna hêrsê. Îsal di pevçûnên di navbera endamên xweciyên li Çîtagongê û bengaliyan yên di protestoya li dijî kuştina Sabîta û pêşneketina vê dozê de deh kes birîndar bûn. Kesên ku rapora Komîsyona Çîtagongê nivîsandine gihîştine vê encamê: “Necezakirina sûcan tekane faktora herî girîng a ku alîkariyê ji bilindbûna bûyerên şîdeta seksuel û ya li ser bingeha zayendî pêk hatiye ya li Çîtagongê ye. Pêşdaraziyên sîstemên îdarî, siyasî û edlî gihîştina wekhevî û edaletê ya ji aliyê gelên xwecî û kêmaran asteng dike.

Windabûna Kalpana bi tevahî ne rastiyeke veşartî ye. Delîleke gelek girîng heye. Her du birayên Kalpanayê Kalindî û Lal tevlî wê hatin girtin lê ji destê êrîşkaran reviyan. Wan navê sê kesên ku ew revandibûn dan. Û hefteya buhurî di dîwarê dezenformasyonê –an jî em rastir bêjin di dîwarê tunebûna agahiyê de- ku dora vê bûyerê dorpêç dikir, derzeke biçûk vekirin: Begum, rêvebira polîsan ku li jor hatibû qalkirin got ku wê bi yek ji kesên jê guman dihat kirin re hevdîtinekê pêk aniye lê di derbarê ku vî kesî çi gotiye de tiştekî negot.

Wekî parçeyê kampanyaya Ji bo Mafan Binivîsin, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî endamên xwe û xwendekarên zarok ên dibistanê teşwîq kir ku ji malbata Kalpana re nameyên destekê binivîsin û ji hikumetê re  daxwaznameyên ji bo pêkanîna jinûvelêpirsîna serbixwe ya bûyerê û cezakirina sûcdaran dihat kirin, bişînin. Ji 5000’î zêdetir name hatin berhevkirin û çar roj beriya 18’emîn salvegera windabûna Kalpana radestî birayê wê Kalindî hat kirin. Dema wî li nameyan nêrî wiha axivî: “Ez pir dilxweş im ku zarokên ji seranserê cîhanê fikarên xwe yên ji bo malbata min anîn ziman û di heman demê de van nameyan xwişka min a ku qedera wê ji aliyê me ve nayê zanîn anî bîra min.

———————-

Vê nivîsê ji aliyê Chris Chapman (lêkolînerê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yê Mafên Xweciyan) ve hatiye nivîsandin û di 24.06.2014’an de di bloga Amnesty International Livewire.amnesty.org de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzi hatiye wergerandin.

About infowelat.com

Check Also

Grondland

Profîl Nifûs: 55,877 (2018) Berfirehbûn: 2,166,086 km2 Paytext: Nuuk Zimanê fermî: Grondlandî Destpêka xweseriyê: 1979 …