Kaledonyaya Nû: ‘Peymana gelê kanak’

 

 

Serekên xwecî yên li girava Kaledonyaya Nû ya girêdayî Fransayê peymana ku tê de prensîb û pêdiviyên gelê xwecî yê li giravê eşkere kirin. Çav li rê ye ku vê peymanê ji aliyê rêvebiriya giravê bê qebûlkirin û di Destûra Bingehîn a Kaledonyaya Nû de cî bigire.

Peyman bi awayekî fermî di 26’ê Nîsanê de bi beşdariya hin kesên payebilind yên ji Fransayê, serekên xwecî û rêvebirên hikumeta Kaledonyaya Nû, li paytext Noumeayê hat eşkerekîrîn.

Di peymana ku ji 30 rûpelan pêk tê de mafên kolektîf û mafê diyarkirina gelê kanak, sîstema klan a civakê, zimanên xwecî yên li giravê tên axaftin, sembolên çandî û ciyên xwedî girîngiya çandî cî digirin.

Peyman piştî nîqaşên di navbera serekên kevneşopî û senatoyê de ku sê sal dom kirin, derket holê. Senatoya Kevneşopî ji serekên heşt qadên xweciyan yên li giravê pêk tê û hikumeta fransewî di mijarên nasnameya gelê kanak de bi vê saziyê dişêwire.

carte-caledonie

Parêzer Raphael Mapou ku di dema amadekirina peymanê de têkiliyên bi Senatoya Kevneşopî re didomand got ku “peyman prensîbên bingehîn diyar dike û bi vî awayî em dikarin ciyê xwe yê di nava sîstema polîtîk a modern de xurt bikin.”

Serokê senatoyê Paul Vakie hêviya xwe ya pejirandina naveroka peymanê ya ji aliyê destûra bingehîn ve anî ziman û wiha axivî: “Ev îfadeya mafên hiqûqî û destûra bingehîn a gelê kanak e lê ev dikare bi tenê eger plûralîzma polîtîk li Kaledonyaya Nû hebe bê naskirin.”

Kaledonyaya Nû giraveke li Okyanûsa Pasîfîkê ye û li vir gelê kanak ji % 40’ê nifûsa ku qasî 265,000’î ye pêk tîne. Piraniya kanakî serxwebûna girava ku di 1853’an de ji aliyê Fransayê ve hatibû dagirkirin, dixwazin. Di pevçûnên di salên 1980’an ên di navbera alîgirên serxwebûnê û ewropiyên ku alîgiriya yekitiya bi Fransaye re dikirin de li derdora 70 kes hatin kuştin.

Piştî Peymana Noumeayê ya 1998’an têkiliyên di navbera her du aliyan de ji nû ve hatin restorekirin û xweseriya Kaledonyaya Nû hat berfirehkirin. Bi heman peymanê hat qebûlkirin ku di navbera 2014’an û 2018’an de li giravê referandûma ji bo serxwebûnê bê lidarxistin.

Li Kaledonyaya Nû du sîstemên hiqûqî bi hev re dixebitin: Sîstema hiqûqî ya fermî û sîstema kevneşopî. Sîstema kevneşopî destûrê dide ku gelê kanak problemên xwe yên navxweyî yên wekî parvekirina erd, mijarên malbatî û hwd. bi serê xwe çareser bike.

Li giravê 28 zimanên xwecî tên axaftin û ji wan zimanên herî mezin di dibistanan de tên fêrkirin û di weşanên radyoyê de tên bikaranîn.

Çavkanî: Afp.com

 

 

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …