Kaledonyaya Nû ji bo serxwebûnê referandûm li dar dixe

Li Kaledonyaya Nû ku koloniyeke Fransayê ye pêvajoya referandûma serxwebûnê destpê kir.

Rêvebiriya giravê lîsteyên hilbijêran amade kir û ew pêşkêşî welatiyan kirin.

Di vê hilbijartinê de gelê Kanak ku xweciyên Kaledonyaya Nû ne û wê kesên ji 1994’an û vir ve li giravê dijîn, wê karibin dengên xwe bi kar bînin.

Bi salane xweciyên serxwebûnxwaz îhtirazê lîsteyan dikirin û didan zanîn, navên gelek kesên vê dawiyê ji Fransayê koçî giravê kirine di lîsteyan de hatine nivîsandin.

Nifûsa Kaledonyaya nû qasî 270 hezar e û ji sedî 40’ê nifûsê kanakên xwecî pêk tînin.

Kesên ji Fransayê koçî giravê kirine wekî kaldoş tên pênasekirin rêjeya wan ji sedî 29 e.

Ji ber nêrînên wan ên cuda yên di mijara serxwebûnê de, têkiliyên kanak û kaldoşan ne baş in û gelek caran di navbera her du aliyan de alozî rû didin.

Li giravê cara pêşî di 2018’an de referandûmek hat lidarxistin û di encamê de ji sedî 56’ê hilbijêran ji revêbiriya Fransî re gotin erê.

Fransayê di 1853’an de ev girav dagir kiribû û weke kolonî bi xwe ve girêdabû.

Têkoşîna gelê kanak a ji salên 1970’an û şûn ve, Fransa mecbûr hişt eniya serxwebûnxwaz muxatab bigire. 

Kampanyaya eniya serxwebûnxwaz a Kaledonyaya Nû. Posterê çepê ji bo serxwebûnê dibêje “erê” û ê rastê dibêje “na”.

Piştî hevdîtinên dirêj, di 1998’an de di navbera rêvebiriya Parîsê û partiyên serxwebûnxwaz de  Peymana Nûmeayê hat morkirin.

Li gorî peymanê, wê li giravê 3 referandûmên serxwebûnê bên lidarxistin. 

Eger guhertienek, hatiye plankirin referanduma duyemîn 6ê îlona îsal were pêkanîn.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …