Kakayî: Divê destûra bingehîn baweriya Kakayiyan nas bike

 

 

 

Kakayiyên li Başûrê Kurdistanê dijîn, diyar kirin ku divê di destûra bingehîn a nû de bi awayekî fermî bên nasîn û di hilbijartinên parlamentoyê de ji bo wan kota bê veqetandin, nûnerên wan jî di parlamentoyê de cih bigirin.

Kakayiyan daxwaz kirin ku hemû gel û bawerî bi awayekî azad û wekhev ligel hev bijîn û mafên wan bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn û gotin: “Ev pîvana demokratîkbûnê ye.”

‘DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN ME NAS BIKE’

Bewan Huseyîn ê Kakayî diyar kir ku divê di destûra bingehîn a nû de, Kakayîbûn û Kakayiyan wek kêmareke olî bên naskirin û wiha got: “Divê em bi awayekî fermî bên nasîn. Em heta niha wek Kakayiyan bi awayekî fermî nehatin nasîn. Lê divê destûra bingehîn a nû vê pêk bîne. Li Başûrê Kurdistanê nêzî 6-7 hezar Kakayî dijîn. Lê ev hîna wek komeke olî nehatine qebûlkirin. Lê baweriyeke me ya olî heye. Naskirin tenê di aliyê destûra bingehîn de jî têr nake. Em dixwazin li her derê civakê bi komên baweriyên din re wekhev bên qebûlkirin. Li Parlamentoyê jî divê nûneriya Kakayiyan hebe. Mînak di hilbijartinan de divê kota ji bo Kakayiyan bê veqetandin û Kakayî parlamenterên xwe bişînin parlamentoyê. Ev mafê me yê herî sereke ye. Divê rewşenbîr û xwendekar bi taybet vê bigirin rojeva xwe. Divê destekê bidin.”

Hosrow Alî Xan ê Kakayî jî bal kişand ser heman esasan û got: “Destûra bingehîn a demokratîk divê tenê cih nede Kakayiyan bi awayekî wekhev cih bide hemû cudahiyan. Ev mafên herî sereke yên mirovî ne.”

‘EM DIXWAZIN BI BAWERIYA XWE HEBIN’

Mustafa Abbas jî diyar kir ku îro li cîhanê her kes ji bo bi çand û baweriya xwe bijîn, têdikoşin û Kakayî jî êdî vê pergala ku tine dihesibîne qebûl nakin. Abbas wiha berdewam kir: “Em jî dixwazin bi baweriya xwe bijîn. Ev mafekî xwezayî ye. Em jî Kurd in, li Kurdistanê dijîn. Em mirovên vî welatî ne. Ji ber vê jî em dixwazin bi baweriya xwe di destura bingehîn de bên nasîn, azad bijîn.”

Şemal Nasir Remezan jî wiha got: “Kotaya Êzidî, Tirkmen û Sûryaniyan li parlamentoyê heye. Lê ya Kakayiyan tine. Divê ji bo me jî kota bê veqetandin û me bişînin parlamentoyê.”

 

Jêder: ANF

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …