Kabîlya dixwaze parlamentoyeke herêmî damezrîne

Tevgera herêma Kabîlyayê ya li Cezayîrê damezrandina parlamentoyeke herêmî nîqaş dike. Eger ev yek pêk were, ligel Hikumeta Demî ya Kabîlyayê (GPK) ku li derveyê welat hatibû damezrandin, wê duyemîn saziya xwerêvebirinê derkeve holê.

Dawiya vê hefteyê, nûnerên tevgera Kabîlyayê bi mebesta nîqaşkirina damezrandina parlamentoya demî ya herêmî li Quebecê civiyan.

Nûnerê MAK’ê û sekreterê neteweyî yê li ser mijarên jeopolîtîk ê vê rêxistinê Soraya Sough piştî civînê da zanîn ku bi riya damezrandina parlamentoyê, MAK dixwaze tevgera Kabîlyayê berfirehtir bike û partiyên din ên herêmî jî beşdarê têkoşînê bike. Sough diyar kir ku tê plankirin wê parlamento di 2016’an de bê damezrandin û ji her herêmekî ku Kabîlyayê pêk tîne nûner beşdarê vê saziyê bibin.

MAK bawer dike ku wê Cezayîra unîter di demên bê de ji holê rabe û rêxistin dixwaze gelê amazîg biryarê ji bo diyarkirina qedera xwe bide. Daxwaza xweseriya Kabîlyayê ya ji aliyê MAK’ê tê parastin bi giranî ji ciwanên Kabîlyayê destekeke berfireh digire. Lê rêxistin naxwaxe ji bo vê armancê metodên şîdetê bi kar bîne û ji alîgirên xwe daxwaz dike ku bi çalakiyên aştiyane doza serxwebûnê bimeşînin.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir. Bi vê pêşnûmeyê, …