Jinên Cizîrê: Mamostayan li gel baholên xwe tirkbûna xwe jî birin

 

Jinên Cizîrê reva mamostayên aliyên Tirkiyê ya ji ber qedexeya derketina kolanan nirxandin. Jinan balkişandin ser polîtîkaya bişaftinê ya ku bi salane li Kurdistanê berdewam dike û wiha gotin: “Mamostayan li gel baholên xwe tirkbûna xwe jî birin.”

Li Cizîr û Silopiyayê sewqiyata leşkerî gelek zêdeye. Waliyê Şirnexê peyamên navbera bêdawî bidin dibistanan şandiye telefonên mamostayan. Walîtiyê hemû yurdên li navend û navçeyan vale kiriye. Li gel vê jî ji bo nexweşxaneyan nivîsên fermiyên weke “bila personel û dermanên we amadebe” şandiye. Li ser wan peyaman qasî 3 hezar mamostayên li navçeyên Cizîr û Silopiyayê peyîwirdarbûn vegeriyan memleketên xwe.

‘Ji bo tirk kirina zarokên me mamosta li vêderê bûne’

Berdevka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û jinên Cizîrê terikandina mamostayan a Cizîrê nirxandin. Asya Yuksel diyar kir ku polîtîkaya şerê tayîbet a tirkan belav bûye û wiha domand: “Dewleta tirkan ji bo bişaftina zarokên me mamosta şandine vêderê. Bi keda 40 salan gelê me gihaye serketinê, ji mamosta û polîtîkaya wan a bişaftinê rizgar bûne.”

‘Emê bi rêveberiya cewherî pergala xwe ya perwerdê avabikin’

Asya destnîşan kir ku dê bi rêveberiya cewherî re pergala xwe ya perwerdê têxin meriyetê û wiha berdewam kir: “Emê zarokên xwe li gorî felsefeya xwe mezin bikin. Ji xwe dibistan û kreşên me hene. Pêdiviya gelê Cizîrê bi mamostayên bişaftinê nîne. Çawa ku îro mamostayan ev der terikandin û çun dê walî, qeymeqam û emniyet jî wiha baholên xwe bidin ser milê xwe û biçin. Ji ber ku ev gel wan naxwazin. Ji xwe mamostayên tên li vêderê li gorî pergal û talebên dewletê zarokên me asîmle dikin. Bi sedan sale mamostayên wan nekarîn zarokên me asîmîle bikin, lê zarokên me ew hînî kurdî kirin. Divê her kes bi zimanê dayîkê xwe bi rêxistin bikin. Ji xwe me dixwest em wan mamostayên bişaftinê ji nava xwe derxînin, bi xwe çuyîna wan em memnun kirin.”

‘Hezar sal jî derbas bibe dê nikarin me bikin tirk’

Hayriye Ekinci ya Cizîrî jî girêdayî mijarê wiha got: “Mamosta bi baholên xwe ve hatin vêderê, niha jî weke hatî cardin vegeriyan. Em pergala xwe ya perwerdê û mamostayên xwe dixwazin. Em mamostayên xwe û çanda xwe dixwazin. Em êdî perwerda wan naxwazin. Dewleta tirkan ne tenê dijminê me ye, dijminê gelê xwe ye jî. Hezar sal jî derbasbibin ewê nikarin me bikin tirk. Emê heya dawiyê mafê xwe biparêzin.”

‘Tirkbûn di baholên mamostayan de çu’

Nesibe Çagin jî wiha axivî: “Emê li çar aliyê Kurdistanê berxwedanê mezin bikin û azadiya xwe bidest bixin. Em ziman û mamostayên tirkan naxwazin. Mamostayan di baholên xwe de tirkbûna xwe jî birin. Bila mamostayên wan biçin emê mamostayên xwe bigihînin. Ji xwe em pergala perwerdê ya dewlet bi zorê ser me ferz dike red dikin.”

Jêder: JINHA

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …