Jineke afro-amerîkî bû şaredarê Fergusonê

Digel nifûsa xwe ya zêde jî, Afro-Amerîkî ne di siyaseta giştî de ne û jî di rêvebiriyên xweciyê de têra xwe tên temsîlkirin.

Lê jineke afro-amerîkî dev ji têkoşînê berneda û di dawiya dawiyê de bi ser ket.

Jina têkoşer bû şaredara yekemîn a li eyaleteke Başûr û dilê civaka reşik a li vî bajarî xweş kir.

Digel nûfûsa xwe ya zêde jî afro-amerîkî ne di siyaseta giştî de ne û jî di rêvebiriyên xweciyê de têra xwe tên temsîlkirin.

Lê jineke afro-amerîkî dev ji têkoşînê berneda û di dawiya dawiyê de bi ser ket.

Ella Cons bû yekemîn şaredara afro-amerîkî ya bajarê Fergûson.

Li vî bajarê ku bi ser eyaleta Missouri ve ye, 21 hezar kes dijîn û ji sedî 67’ê civakê ji afro-amerîkiyan pêk tê.

Cons di hilbijartinê de ji sedî 54’ê dengan girt û di dîroka Fergûsonê de bû şaredara yekemîn a afro-amerîkî.

Ella Cons di 2015’an de jî bûbû yekemîn endama afro-amerîkî ya meclîsa bajêr û heta roja îro ev kar didomad.

Serhildana antî-rasîst a li Fergusonê – 2014

Bajarê Ferguson di salên dawî de bi zêdebûna nîjadperestiyê û berxwedana li dijî şîdeta polêsan ket rojeva Amerîkayê.

Polêsên nîjadperest, cara dawî di 2014’an de ciwanekî 18 salî yê afro-amerîkî kuştin û ev jî bû sebeba serhildanên berfireh ên welatiyên afro-amerîkî.

Bûyerên protestoyî bi mehan dom kirin û li wan rojên ji agir kolanên bajêr veguherîn qada şer û pevçûnên dijwar.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …