Ji sendîkayek Brîtanyayê serdana hevşaredaran

Hevşaredar di serdana duyemîn mezintirîn sendîkaya Brîtanyayê de axivîn û bal kişande ser rîska mirina zarokên Sûrê û got, “Li wê derê nêzî 100-150 kes asê bûne, di nav wan de jin û zarok jî hene. Eleqeya bo Can Dundar û Erdem Gul hate nîşandan em dixwazin bo mirovên ber kuştinê yên Sûrê jî bête nîşandayîn.”

Parlamentera Îskoçî ya Britanyayê Natalie Macgarty, berpirsê Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya Unite ya Brîtanyayê Simon Dubbins, Berpirsê Têkiliyên Derve ya Sendîkaya GMB Bert Schounwerberg, hiqûqnas Serpil Ersan, Serokê Federasyona Elewiyên Brîtanyayê Îsrafil Erbil,  ji bo sehkirina rewşa herêmê û dîtina rewşa Sûrê ku 86 roj in di bin dorpêçê de ye hatin Amedê û gel Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin  a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli rûniştin.

Berpirsê Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya Unite ya Brîtanyayê Simon Dubbins, di serdanê de axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û pêkutiyan û got ku ew ji rewşê bi fikar in. Dubbins, da zanîn ku ew ji bo dostaniya bi gelê kurd re hatine û got ku ew ê li Brîtanyayê jî dostaniya bi kurdan re bidomînin.

Bal kişand ser Sûr û pêkutiyên ser Şaredariyan

Hevşaredar Gultan Kişanak, ji ber serdana dostaniyê spasiya mêvanan kir û bal kişand ser pêkutiyên li şaredariyan tên kirin. Kişanak aşkere kir ku 16 şaredar hatin girtin, 30 ji kar hatine girtin û got ku xebatkarên şaredariyê jî wek terorîst hatine îlankirin û ji aliyê rayedaran ve şaredarî wek hedef têne nîşandayîn.

Kişanak bal kişand ku wêrankariya li Sûrê bûye li gelek bajarên herêmê jî bûye, 1,5 milyon kes ji qedexeya derketina kuçeyan ber bandor bûne û got ku li herêmê 300 hezar kes neçar mane ku terka mala xwe bikin. Kişanakê  anî ziman ku hema tenê li Sûrê 50 hezar kesî terka mala xwe kiriye û nîvê wan êdi maleke wan tune ye ku lê vegerin. Kişanak bi bîr xist ku li Cizîrê 200 kes bi awayekî hovane hatine kuştin û got, “Niha heman rîsk ji bo Sûrê jî heye. Nêzî 100-150 kes li hundir asê bûne, di nav wan de zarok û jin jî hene.

Anli: Heman eleqeyê em bo Sûrê jî dixwazin

Hevşaredar Firat Anli diyar kir ku şande gava tên pirsa “em dikarin çi bikin” dikin, ji bo tabloyeke wek a Cizîrê çênebe hêzên demokrasiyê divê bala xwe bidine ser Sûrê û weha got, “ger eleqeya navneteweyîş nebûya rojnameger Can Dundar û Erdem Gul nedihatin berdan. Em heman eleqeyê ji bo mirovên xwe yên li Sûrê ku rîska kuştinê ser wan heye jî dixwazin. Ger me hêzên demokrasiyê bi hev re dêhna xwe bidaya ser Sûrê niha dorpêça wê bihataya rakirin. Mixabin rîska kuştarek wek a Cizîrê heye. Bêguman Cizîr gelek giring e lê Amed di dilê gelek kesî de bajarekî pîroz e. Li vê derê ger tiştekî nexweş biqewime dê encama wê pir diltezîn be. Ji ber vê jî hêvîdar im bêyî mesele mezintir bibe çareyek bête dîtin.”

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

infowelat.com

Li vê jî binêre

Firîkên Wêjeya Kurmancî

Rênas Jiyan Êdî hêzeke nivîskarê/a kurmancî heye. Ev guherîn, ev dewran, bi kedê çêbû helbet, …