Ji perwerdeyê 981 zarokî sûd wergirt

 

 

Şaredariya me, di sala perwerde û hîndekariya 2014-1015an ji bo zarokên 4-6 salî Zarokistan vekirin û 365 zarokî jê sûd wergirt, her weha 616 zarokan jî jo bernameyên piştgiriya perwerdeyê yên bo şagirtan sûd wergirt.

Midûrtiya Şaxa Xizmetên Krêş û Perwerdeyê ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya me, bi boneya sala Perwerde û Hîndekariya 2014-2015an li Sumerparkê bernameyên piştgiriya perwerdeyê vekirin û 10 Zarokistan (yarîgehên zarokan) vekirin, 981 zarokî ji van sûd wergirt.

Zarokên ku meha îlonê dest bi perwerdeya xwe kirin, hefteya pêşîn a vê mehê perwerdeya xwe bi dawî anîn. 25 perwerdekar di vî karî de xebitîn. Midûrtiya Şaxa Xizmetên Krêş û Zarokan ji mufredata klasîk cudatir perwerdeya xwe li ser esasî dilxweşkirina zarokan bi rê ve bir û di maweyê perwerdeyê de bi atolyeyên matematîk, fen, xwendin-nivîsîn, îngilîzî, kurdî, lîstikên aqilî, drama, saz, koro, kişik, akran, zanistên civakî û rîtîmê perwerdeya xwe pêk anîn. Perwerde nava hefteyê û dawiya hefteyê dewam kirin, 7 rojan dom kirin. Dawiya hefteyê heta nîvro, nava hefteyê jî danê sibê û piştî nîvro perwerde dewam kir. 616 zarokên ku ji bernameyên piştgiriya perwerdeyê sûd wergirtin beşdarî hemû perwerde û atolyeyan bûn.

Eleqe bo atolyeyên matematîk û dramayê zêde bû

Yek ji bernameya piştgiriya dersan a Midûrtiya Şaxa Xizmetên Krêş û Zarokan jî atolyeya matematîkê bû, eleqeya zarokan bo vê atolyeyê pir hebû. Di atolyeyê de, matematîk bi awayekî dîtbarî hate dayîn, vê bo zarokan hêsankarî çêkir. Atolyeya din a vê midûrtiyê jî atolyeya dramayê bû. Di vê atolyeyê de behreya zarokan derkete pêş û ew bi awayekî xwebawer bo paşerojê hatin rahênan.

Zarokistan destpêk bûn, dê hejmara wan bête zêdekirin

Yek ji xebata herî giring a Midûrtiya Şaxa Xizmetên Krêş û Zarokan jî zarokistan bûn. Midûrtiyê 10 zarokistan (yarîgehên zarokan) vekirin û di van jûran de danê sibê û piştî nîvro xizmet dan zarokan. Di maweyê perwerdeyê de ji bo zarokên 4-6 salî amadekariya xwendin-nivîsînê, stranên kurdî, mamik û zûgotinok hatin fêrkirin. Ji bo masûlkeyên zarokan qewî bibin, hefteyê rojekê çalakiyên werzîşî hatin kirin, ji bo hunerên wan ên civakî pêş bikevin û tiliyên wan qewî bibin, hevîrê leyîstinê, kiriyarên bi kaxizan, birîn, rengandin û zeliqandin bi wan re hatin pêkanîn. Her weha ji bo zarok fêrî nihêrtina xwe bibin, lixwekirina cilûberg û pêlavan û ji bo fêrî xwarinê bibin jî rahiştin û girtina kevçî û çetelan fêrî wan hate kirin.

Çalakiyên hevbeş hatin lidarxistin

Midûrtiya Şaxa Xizmetên Krêş û Zarokan, bi çalakiyên hunerî piştgiriya bernameyên perwerdeyê kir û di vî warî de perwerdeya lêxistina sazê, koro û leyîstina kişikê nîşanî zarokan da. Her weha zarok bi hev re beşdarî temaşekirina şanoyê bûn, çûn geştê, pêş sîrkê û li navçeyan li derên dîrokî geriyan û bi vî awayî hate xwestin ku bala zarokan bikêşin ser van waran.

Bo malbatan xizmetên tenduristî û şêwirmendiyê

Her weha xebatkarên Midûrtiya Şaxa Xizmetên Krêş û Zarokan çûn serdana hemû zarokên ku beşdarî kursên Sumerparkê û Zarokistanan dibin. Ev serdan cara yekê ne têne kirin, di serdanan de pisporan piştgiriya psîkolojîk bi malbatan re kir û malbatên destteng jî, berê xwe dane Midûrtiya Şaxa Alîkarî û Xizmetên Civakî ya bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî da ku pêdiviyên wan bêne bicihanîn.

 

Ji bo hemû dayikên ku zarokên wan têne Zarokistanê pisporên Şaredariya me, Weqfa Plandanîn û Tenduristiya Malbatê ya Tirkiyeyê perwerdeya tenduristiya jinan da. Ev perwerde du mehan dom kir û tê de mijarên hêmanên zayînê, karê van hêmanan, paqijî, xwedankirin, hijyen, zarok, nestêle, mafên wan, dayiktiya bi ewle, têkiliya cinsî, têkilîdanîn û reftarên parastinê yên tenduristiyê hatin fêrkirin. Di dawiya perwerdeyê de 20 jinan sertîfîka stand.

Çavkanî: Diyarbakir.bel.tr

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …