Ji Koordînasyona Kantonan banga navneteweyî

 

 

Koordînasyona Giştî ya her sê Kantonê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê û bang li civaka navneteweyî kir ku zorê bidin Tirkiyeyê ku dawî li vê hovîtiyê bîne.

Koordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber ên Kantonên Efrîn, Kobanê û  Cizîrê, der barê êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê ku duh li hemberî Kobanê pêk hat de, daxuyaniyek weşand û ev êrîş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyên vê hovîtiyê re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xêrê hate xwestin.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî serketina dîrokî ya ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Asayîşa Rojava bi piştgiriya hin hêzên Artêşa Azad û alîkariya hêzên hevpeymana navneteweyî li Kantona Kobanê bidest xistin û hemû xaka wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, komek terorîstên DAIŞ’ê dîsa bi piştgiriya hin hêzên herêmî yên weke rejîma Tirkiyeyê êrîşek hovane anîn ser vî bajarî.

Çeteyan komkujiya mezin bi ser welatiyanên ku ji zarok, jin, pîr û kalan pêk tên ên dixwazin bajarê xwe dîsa ava bikin de anîn. Xwestin li vî bajarê birîndar tirsê biçînin. Di vê karê hovane yê çeteyan de zêdetirî 60 jin, zarok, pîr û kalên destvala hatin qetilkirin û bi sedan ji bêgunehan jî birîndar bûn.

Em weke Koordînasyona Serokatiya Meclîsên Rêveber ên Her sê Kantonan (Kobanê, Cizîr, Efrîn), ji civaka navneteweyî, hemû hêzên hezkerên demokrasiyê û mirovahiyê daxwaz dikin ku fişaran li rejîma Tirkiyeyê û hêzên piştgirên vê terorê bikin da ku van karên terorê rawestînin.

Em ji hêzên  rikeberiya Suriyeyê, ango koalîsyonê dixwazin ku helwesta xwe ji van gunebariyên li hemberî sivîlan bidin xuyakirin. Em bang gelê xwe yê leheng jî dikin ku bi yekrêzî li dijî vê terora DAIŞ’ê derkevin.

Em dîsa aşkera dikin ku ne DAIŞ û ne hêzên di bin siya terora wê de nikarin zora gelê me bibin. Em bi hemû hêza xwe dikarin xaka xwe biparêzin û em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevaniya wê bikin.”

Jêder: ANF

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …