Ji “Ewropaya dewletan” ber bi “Ewropaya gelan” ve

EFA mala xwezayî ya partiyên e ku di nava Ewropaya  bi awayekî radîkal hatiye guherandin, ji bo rizgariya aştîxwaz û demokratîk a gelan hewl didin.

Di çend salên dawî de gelek partiyên endamê Hevpeymana Azad a Ewropî ya li welatên xwe di hikumetan de tên temsîlkirin. Bi vê pêşketinê, doza self-determînasyonê ya komên etnîk li Ewropayê pêş dikeve.

Cara dawiyê serfiraziya koalîsyona neteweperestên Korsîkayê ya bi navê Pe a Corsica bala cîhanê kişand ser xwe. Bi vê serfiraziya hilbijartinê di dîroka girava Korsîkayê de cara pêşî hikumeteke ku doza self-determînasyona Korsîkayê dike hat hilbijartin. Pe a Corsica jî wekî gelek partiyên komên etnîk endamê EFA’yê ye.

EFA sîstema Ewropayê ku li ser dewletên neteweyî bilind bûye rexne dike û di dewsa sînorên hişk ên neteweyî de self-determînasyon, wekheviya ziman, parastina kêmaran, xweserî û serxwebûna komên etnîk pêşniyaz dike.

Di vî mijarê de serokê Ciwanên EFA’yê Roccu Garoby daxuyaniyekê da.  Garoby diyar kir ku gelê Korsîkayê tevlî gelên din ji bo naskirina mafên xwe  yên bingehîn têkoşînê dike û ew ji ber serfiraziya hilbijartina 13’yê Kanunê rastî eleqederiyeke mezin hatine.Members_in_power2

Garoby diyar kir ku EFA li Ewropayê ji  40’î zêdetir partiyên neteweperest temsîl dike û 13 ji wan niha li van herêman di hikumetê de ne: Skotland, Katalonya, Flander, Frîzland (bakurê Holandayê), Valensiya, Giravên Balearê, Navarra, Aragon, Scleswig-Holstein, Sîlezya, Nagorno-Karabax û Korsîka.

Garoby got ku ji damezrandina EFA’yê ya di 1981’an û heta niha endamên rêxistinê li herêmên xwe ewqas pêşneketine û wiha dom kir:

“EFA mala xwezayî ya partiyên ku di nava Ewropaya ku bi awayekî radîkal hatiye guherandin ji bo rizgariya aştîxwaz û demokratîk a gelan hewl didin e. Li seranserê Ewropayê destek didin me û guherîna paradîgmaya “Ewropaya Dewletan” ya ber bi “Ewropaya gelan” ve ewqas nêzîk nebibû!”

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Puigdemont bû namzetê serokatîya Katalonyayê

Carles Puigdmeont namzetîya xwe ya ji bo serokatîya Katalonyayê ragihand. Puigdemont di dema referandûma serxwebûnê …