Ji Egeyê re xweserî pêwîst e

 

Nazmeta HDP’ê ya Muglayê Hurriyet Karadenîz diyar kir ku dema li Muglayê xebatên hilbijartinê dikin herî zêde rêveberiya cewherî ji wan dipirsin û wiha got:  “Ji kurdan re çiqas rêveberiya cewherî pêvîst be jî ji tirkan re jî pêvîst e.”

Ji bajarên ku HDP xebatên hilbijartinê zêde lê dike yek jê jî Mugla ye. Mugla bi salan weke keleha CHP’ê dihat zanîn û di demên dawî de ji ber polîtîkayên AKP’ê yên rantê yek bi yek qadên şînahî tune dibin. Ji ber ku CHP li hemberî polîtîkayan rantê yên AKP’ê xemsar e welatî çareyê di HDP’ê de dibîne. Namzeta HDP’ê ya Muglayê Hurriyet Karadenîz a ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tax bi tax û mal bi mal digere rastî eleqeyekî mezin tê.

Karadenîz got ku Tirkiye pirnasnameyî û pirneteweyî ye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê ji hemû rengên li ser vê axê dijîn wekhev nêz bibin. Divê wekheviya makezagonî pêk bê. Divê ev renk yên çilmisandin. Heya niha tenê HDP vê yekê dibêjin.”

Karadenîz anî ziman ku partiya li hemberî polîtîkayên şer ên AKP’ê rawastê tenê HDP ye û wiha got:

“Ez tirk im divê li rojava qêrînek bilind bibe. Divê qêrîna aştiyê bilind bibe. Tirkiye hat astenkî wisa li dîmenên li Cizîr û Farqînê em dinêrin. Weke ew der hatine dagirkirin. Divê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Heke em li hemberî van bêdeng bimînin em li vî welatî bi hev re nikarin bijîn. HDP ji bo hemû kes li vî welatî bi hev re bijîn rolekî mezin hilgirtiye.”

Karadenîz da zanîn ku dema li Muglayê xebatên hilbijartinê dikin herî zêde rêveberiyên cewherî ji wan dipirsin. Karadenîz bilêv kir ku nêzîkahaiya AKP’ê ya li hemberî rêveberiyên cewherî perçekirin e. Karadenîz girîngiya rêveberiya cewherî bi mînakekê aşkera kir û wiha got:

“Li Datçayê şaredar 2 meh berê îstîfa kir. Hinceta îstîfayê jî ‘tu peywira min tuneye’ bû. Tu peywira şaredar a wê navçeyê rêvebibe tuneye. Nikare budçeya xwe amade bike. Nikara biryarê bide. Lê dîsa jî hemû berpirsiyar li ser wî ye. Yani rêvebiriya cewherî li rojhilat çiqas hewcehî pê hebe li rojava jî ewqas hewcehî pêk heye. Li Muglayê plana 25 hezar metrekare derket holê. Li gorî vê plandê dê li kuderê otel bê çêkirin, qada turîzmê û qada çandîniyê dê kuder be biryara wê Enqere da û şandin vir. Ev plana li gorî rastiya vir nîn e. Ji ber vê yekê em dibêjin rêveberiya cewherî. Meclîsên li taxan hatin avakirin dê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji ber ku em vê yekê dibêjin pêşdarazî nêz dibin. Ya rêveberiya cewherî ya em dibêjin navê demokrasiya piralî ye. Ev yek ji bu kurdan çiqas pêvîst be ji bo tirkan jî ewqas pêvîst e.”
———–

Ji DIHA’yê hatiye girtin û kurtkirin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …