JI EDÎTOR

Înfowelat di 2013’an de bi gotina “enformasyon ji bo welat” dest bi weşanê kir. Malper ji destpêkê vee xeta xwe ya weşanê li ser pêşketinên herêmên xweser, herêmên federal û parastina zimanên kêmar (zimanên dixwazin bên kêmarkirin) damezrand. Bi vê mebestê, ji Katalonyayê heta Polînezyayê, ji Meksîkayê heta Hîndîstanê li ser têkoşîna ji bo xweseriyê, federalbûnê û serxwebûnê gelek nûçe weşand. Li aliyekî din, gelek nûçeyên li ser mijarên cihêreng ên parastina zimanên kêmar û xwecî yên ji seranserê cîhanê di malperê de ciyê xwe girtin. Hevpeyvîn û gotarên li ser xwerêvebirin û ziman jî ev her du mijarên bingehîn ên malperê berfirehtir û dewlemendtir kirin.

Malper bi armanca pêkanîna enformasyonê ji bo gelê kurd bi sedan nûçeyên cihêreng weşand. Mixabin piştî destpêka demeke nû ya zilmê li Tirkeyeyê, Înfowelat mecbûr ma ku di Îlona 2016’an de weşana xwe bide sekinandin. Ji vê demê heta 2018’an malper girtî ma û di Hezîrana vê salê de carek din dest bi weşana xwe kir. Di vê dema nû de hin kategoriyên malperê ku baş di çarçoveya weşanê de ciyê xwe nedigirtin hatin betalkirin û kategoriyên nû li malperê hatin zêdekirin. Yek ji nûbûneke din a malperê ya vê demê jî zêdekirina nivîsên bi îngilîzî ne. Ji bilî kategoriya kevn a ji bo nûçe û gotarên bi îngilîzî, ji bo hevpeyvînên bi îngilîzî jî kategoriyek hat çêkirin. Bi vê hewldanê tê xwestin ku ligel weşana ji bo kurdan, ji bo qada navneteweyî jî di derbarê kurdan de hin agahî bên weşandin.  

Di vê pêvajoya ku di jiyana kurdan de her tişt serûbin dibe de wê Înfowelat hewl bide ji hemû tesîr û klîşeyan dûr weşana xwe bidomîne. Bi nûçe, gotar û hevpeyvînên xwe malper wê bixwaze mijarên li ser disekine têxe rojevê û nîqaşên nû bide destpêkirin. Em hêvîdar in malper bi vê xeta weşanê di medyaya kurd a dîjîtal de bibe rengek nû.    

infowelat@gmail.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …