Home / Bulten / JI EDÎTOR

JI EDÎTOR

15 Gulanê çend sal berê ji aliyê KNK’ê ve wekî Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Ev cejna ku dixwaze meşruiyeta xwe ji roja weşandina Hawarê bigire helbet watedar e. Mixabin dema mirov li pratîka 15 salên dawî ya aktorên li vê cejnê xwedî derdikevin dinêre daxwaza pîrozkirina cejneke bi vî rengî namîne. Gelo çine ev sebebên ku dikin hesteke bi vî rengî bi mirov re çêbin? Bi awayekî kronolojîk û kurt li ser çend salên dawî van agahiyan dikarin bê dayîn:

  • Di 2001’an de li zanîngehên li Tirkiyeyê bi daxwaza dersa hilbijarî ya kurdî û damezrandina beşa kurdolojiyê xwendekar daxwazname dan rektoran. Kampanya di demeke kurt de berfireh bû û li 50 zanîngehên li Tirkiyeyê li derdora 20 hezar daxwazname hatin berhevkirin. Di nîvê vê xebata ku dewleta asîmîlasyonîst ket tengasiyê de bi biryarek dawî li kampanyayê hat anîn.  
  • Di 2003’an de qanûna ku derfetê dida vekirina kursên kurdî û zimanên din ên li Tirkiyeyê dihatin axaftin, hat qebûlkirin. Di 2004’an de li bajarên mezin ên Kurdistanê û Tirkiyeyê dersxaneyên zimanê kurdî hatin vekirin. Paşê salek şûn de bêyî şêwra bi xwendekar û parazvanên ziman re bi biryarek navendî hemû dersxane hatin girtin. Komeke xwendekarên dersxaneya Stenbolê pêşniyaz kirin ku qet nebe saziya li Stenbolê bi armanca perwerdekirina mamosteyên kurdî vekirî bê hiştin lê vê pêşniyazê jî hat redkirin.
  • Di 2005’an de komek aktîvîstên zimanê kurdî ji bo nîqaşên li ser rê û rêbazên parastina kurdî li Stenbolê çend civînan lidarxistin. Di encama nîqaşên kûr de biryara damezrandina tevgereke ziman hat girtin. Di heman demê de hin kesên di nava vê komê de û li derve ku derfetên siyaseta kurd bikaranîn nehiştin ev xebat biçe serî û di 2006’an de TZP Kurdî damezrandin. Tevger ji bilî vekirina kursên ziman li hin bajaran xebateke berbiçav a di nava civakê de nekir. Tevgera nav hebû lê ruhê têkoşîna ziman tê de tunebû gav bi gav ji holê rabû û di van salên dawî de bi tevahî hat ji bîr kirin. Mixabin 10 salên zêrîn ên ku şert û mercên ji bo xebateke ziman a di nava civakê de hebûn ji dest çûn. Tiştekî balkêşe ku vekişîna kurdî ya ji nava civakê herî zêde di vê demê de pêk hat.
  • Di 2012’an de Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê dersa hilbijarî ya kurdî girt nava mifredata dibistana navîn. Li ser daxwaza malbatan, zarokên polên 5 û 6’an dikaribûn hefteyê 2 saet perwerdeya kurdî bibûna. Tevgera siyasî ya kurd û saziyên li derdora wê bi yek dengî vê derfetê red kirin. Eniya redxwaz dida zanîn ku ew ji bilî perwerdeya bi zimanê dayikê tiştekî din qebûl nake. Di encama bandora eniya redxwaz de malbat vê derfetê bi kar neanîn û bi dehezaran zarokên kurd nebûn xwedî şensê perwerdeya kurdî.

Ev kurtegahîyên me li jor rêz kirin nîşan didin ku polîtîkayeke ziman a kurdan heta aniha pêk nehatiye. Hewldanên ji bo pêkhatina wê û xebateke dilsozî ya ji bo parastina ziman herdem ji aliyê derdorek ku ziman wekî alav bi kar aniye hatine pûçkirin. Li hember vê rewşa tarî ya ji bo zimanê me ne dema pîrozkirina cejneke fermî ye lê dema liberçavraxistina rastiyan e. Yek ji karê weşanê yê bîngehîn ê Înfowelat ziman e û malper wê herdem ji bo weşandina rastiyên nayên bilêvkirin di nava hewldanê de be.

infowelat@gmail.com

About infowelat.com

Check Also

Li Bedlîsê tabelayên bi kurdî hatin rakirin

Di dema şaredariya DBP’î ya Bedlîsê de li tevahiya bajêr tabeleyên kurdî hatibûn daliqandin. Lê …