Ji bo serxwebûna Katalonyayê zincîra mirovan

Li Katalonyayê ku herêma xweser a herî zengîn a Spanyayê ye, bi armanca destekirina doza serxwebûnê ji milyon û nîvî zêdetir mirov zincîreke mirovan çêkirin. Zincîra ku li seranserê Katalonyayê 400 km dirêj bû, doza serxwebûnê xurtir kir.

Çalakiya serxwebûnxwaz a bi navê Riya Katalan a ber bi Serxwebûnê ve ku demeke dirêj e amadekariyên wê dihatin kirin, di roja Cejna 11’ê Îlonê (Onze de Setebmre) de saet di 17:14’an de hat li darxistin. Sebeba hilbijartina vê rojê û saetê ev bû ku di 11 Îlona 1714’an de artêşa Qralê Spanyayê Fîlîp paytexta Katalonya Barselonayê dagir kiribû û dawî li xweseriya Katalonyayê anî bû.

Di çarçoveya çalakiya ji bo serxwebûnê de 1,600,000 mirovên ku ji her aliyê herêmê hatibûn, li bakur ji Çiyayên Pîrene heta herêma Valensiyayê ku li başûrê Katalonyayê cî digire zincîreke qasî 400 km dirêj pêkanîn. Riya ku ji bo çalakiya zincîra mirovan hatibû hilbijartin riyeke kevn a Romayê ye ku jê re Riya Aûgûst tê gotin.

Di çalakiyê de polês hin riyan ji çûnûhatinê re girtin û ev jî trafîka li riyên bejahiyê zêdetir kir. Ji xeynî vê, nêzîkî 20 neteweperestên fanatîk ên spanyol li hemberê komekek beşdarên çalakiyê êrîş pêk anîn û di encam de çend kes ji komê bi sivikayî birîndar bûn.

riya katalan2

Serokê Hikumeta Katalonyayê Artur Mas ku ji mêj ve ji hikumeta Madrîdê daxwaz dike ku ew dixwazin di 2014’an de referandûma ji bo serxwebûnê li dar bixin. Mas, beriya lidarxistina çalakiya girseyî ji çapemaniyê re da xuyakirin ku eger Madrîd astengiya xwe ya li pêşiya vê referandûmê bidomîne, ew ê hilbijartinên herêmî yên 2016’an veguherînîn dengdayina serxwebûnê.

Seroka Meclîsa Neteweyî ya Katalan (ANC) Carme Forcadell jî ku rêxistina wê pêşengiya lidarxistina vê çalakiyê kir, çalakiyê wekî bûyereke “dîrokî” bi nav  kir û got ku “Gelê Katalan biryardariya xwe ya ji bo dewleteke serbixwe careke din îspat kiriye.

riya katalan3

Wezîrê Karê hundir ê spanyol Jorge Fernandez Diaz li ser çalakiya serxwebûnxwaz axivî û got ku “piraniya bêdeng” beşdarê çalakiyê nebûye. Diaz hejmara beşdaran a ji aliyê çavkaniyên katalan hatibûn dayîn jî red kir û destnîşan kir ku kesên vê hejmarê bilêvdikin hejmara rastîn çar qat zêde dibêjin.

Doza ji bo serxwebûna Katalonyayê di van salên dawî de gav bi gav xurt dibe. Kriza aboriyê ya li Spanyayê jî rewşa tesîreke giran li aboriya Katalonyayê dike û hestên serxwebûnxwaziyê di nava civakê de xurtir dike. Di anketeke Radyoya Cadena Ser a li Spanyayê derketibû holê ku ji % 81’ê nifûsê dixwaze bila referandûm bê li dar xistin û ji % 52’yan alîgiriya xwe ya ji bo serxwebûnê diyar dikin.

Pêkanîna zincîra mirovan wekî çalakiyeke polîtîk, cara ewilî di dema pêvajoya hilweşîna Yekitiya Sovyetê de li Lîtwanya, Letonya û Estonyayê hatibû bikaranîn. Di çalakiya 1989’an de milyonek mirov zincireke ku 600 km dirêj bû, pêk anîbûn. Di encama çalakiyan de her sê welat serxwebûna xwe bi dest xistibûn.

Çavkanî:

www.elpuntavui.cat

www.vilaweb.cat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …