Ji bo perwerdeyê ya esasî biryara gel e – II

 

 

Li Tirkiyeyê di demên dawî de bi taybetî ji aliyê saziyên sivîl û akademîk (ERG, DİSA, UKAM) xebatên di derbarê perwerdeya bi zimanê dayikê yên hatine weşandin de pêşniyazên modelên cotzimanî û pirzimanî hatin kirin. Van pêşniyazên modelan an eşkere an jî bi awayekî sergirtî dispêrin retorîka lîberal a azadîxwaz ku dibêje divê dêbav yek ji tercîhan hilbijêrin û bi vî awayî bibin xwedî “mafê hilbijartinê” yê  perwerdeya ji bo zimanê ku dixwazin. Bi vî awayî ji dêbavan re “mafê şexsî yê hilbijartinê” tê pêşkêşkirin û di heman demê de tezên pedagojîk ên ku dibêjin bûyina perwerdeyê bi pirzimanî wê serfiraziya akademîk a zarok bilindtir bike, ji bo destekirina modelên pirzimanî tên bikaranîn. Li gorî we, vê nêzîkbûnê ne wekî formên tetbîqkirinê yên serdestan e ku dema ew mecbûr dibînin perwerdeya bi zimanê dayikê di pratîkê de pêk bînin?

isilunal2

Erê, mebesta min jî van lêgerînên ji bo modelan û tezên ku ji bo destekirina van hatine pêşkêşkirin in. Dema hûn li meseleyê wekî meseleya “hilbijartina zimanê perwerdeyê” ya zarokan a ji aliyê dêbavan binêrin, hûn ê mijarê ji kakila wê dûr bixin. Divê ne “hilbijartin” lê “PZD” wekî maf bê dîtin. Ji ber ku “hilbijartin/derfeta hilbijartinê” ji xwe wê ji bo herkesî ne mimkûn be. Wekî ku min bîstek berê jî diyar kir, em dixwazin gelên ku li ser vê axê dijîn bibin xwedî derfeta bûyina perwerdeya bi zimanê dayikê. Heger ti kes destên xwe nexe qirika ti kesî û nebêje “perwerdeya bi zimanê dayikê bibe!”, problem jî tuneye.

Em PZD’ê wekî mafekî daxwaz dikin; em wê bi mebesta ku em bibin kirde, bi nasnameya xwe di qada perwerdeyê de hebin, dixwazin. Ji xwe ti kes ji bo fêrbûna zimanê fermî yê li welat îhtiraz nake; awantajên vê jî hene. Lê asteng jî tunene ku li welatekî ji yekan zêdetir ziman bibin zimanên fermî…

Wiha xuya dike ku bi riya pêşkêşkirina van modelan, ji kesên ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bilind dikin re (gelê kurd) van tiştan tê gotin:

“Em destûrê didin hûn bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibin, lê eger hûn ligel vê, çend zimanên din jî fêr bibin em ê wê qebûl bikin.”

“Eger tu PZD’ê bi programeke pirzimanî bibî, hem wê zarokê te serfiraztir bibe û hem jî maliyeta perwerdeyê wê kêm bibe.”

“Dema hûn li meseleyê wekî meseleya “hilbijartina zimanê perwerdeyê” ya zarokan a ji aliyê dêbavan binêrin, hûn ê mijarê ji kakila wê dûr bixin. Divê ne “hilbijartin” lê “PZD” wekî maf bê dîtin.”

Divê beriya her tiştî ez dixwazim bidin zanîn ku yek ji van îfadeyan jî bersivê nade sebebên daxwaza me ya PZD’ê. Dema ez dibêjim bersivê nade pêdiviyên gelê kurd, mebesta min ev e. Ji bilî vê jî heşê mirov tevlî hev dike.

Bi lêgerîna van modelan ev tê gotin: Êdî ti kes wê nexwaze perwerdeya bi zimanê kurdî bibe, ev, daxwazeke modeya wê derbas bûye ye (wekî daxwazên Marksîstan) lê li ser mirovan ji aliyê lîderên siyasî ve zor tê kirin ku PZD’ê daxwaz bikin. Em ji bo xerakirina vê “lîstikê” modelên wiha bibînin ku hem bila PZD’ê derbasê pratîkê bibe hem jî bila mirov bikaribe bi zimanên wekî îngilîzî ku ji bo wan bi “feydetir e” bên fêrkirin. Di vê navberê de bila di heman demê de bikaribin bibin xwediyê fêrbûna zimanê dapîr/bapîr û cîranên xwe. Çiqas pirçandî ye ne wiha?

“Heta ku hiyerarşiya di navbera zimanan de ji holê neyê rakirin, mirov nikare qala perwerdeya duzimanî bike. Fêrkirin dikare bi zimanê dayikê bê kirin le gelek ziman dikarin bên fêrkirin.”

ciftdilllilik_kapak_0.JPG_.crop_display2

Van tezan ne samîmî ne. Bi ya min li paş wan hesabên din hene. Tiştê ku divê em bala xwe bidinê, di vê roja me ya ku polîtîkayên asîmîlasyonê didome de, hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê wekî encama têkiliyên hêzê yên civakî di navbera zimanan de hiyerarşî heye. Bo nimûne li Tirkiyeyê zimanê serdest tirkî herdem li hember îngilîzî xwedî dezawantaj e û kurdî jî li hember tirkî wiha ye… Em li ser modela “perwerdeya duzimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê” bisekinin. Ji ber ku di vê modelê de perwerdeya zimanê dayikê (kurdî), zimanê fermî (tirkî) û zimanê biyanî (îngilîzî) bi hev re tê kirin, wê kurdî di vir de herdem xisarê bibîne. Heta ku hiyerarşiya di navbera zimanan de ji holê neyê rakirin, mirov nikare qala perwerdeya duzimanî bike. Fêrkirin dikare bi zimanê dayikê bê kirin le gelek ziman dikarin bên fêrkirin. Eger wiha nebe, pêşveçûyinên erênî wê herdem ji bo zimanê ku bi hêz e pêk werin. Lewma van pêşniyazên modelan ne masûm in.

Derdorên ku “mafê hilbijartinê” tînin ziman, di meseleya perwerdeya bi zimanê dayikê ya kurdî de heterojeniya zarokên kurd tînin rojevê. Li gorî vê dîtinê, dayina biryara perwerdekirina zarokên ku xwedî astên cuda yên ziman in an bi kurdî nizanin, ne demokratîk e. Li dijî vê sekna ku xwe li paş azadiyan û mafên mirovan vedişêre, argumanên çawa dikarin bên avakirin?

Kesê ku zimanê wan ên dayikê tirkî ne wekî hev tirkî dizanin? Xizneya peyvan û şarezahiya bikaranîna ziman a hemûyan wekî hev in? Van tiştan bi sermayeya çandî ya malbatan re eleqeder in û di civaka kapîtalîst de ji bo zarokên ku ji derdorên civakî yên cuda tên pir ne mimkûne ku besatiya ziman wekî hev be. Lê em daxwaz dikin ku ji herkesî re perwerdeya tirkî bê pêşkêşkirin. Pêşkêşkirina derfetekî ku ji bo gihîştina wê ti asteng tune ne, tê wateya xwedîbûna derfeta perwerdebûyina bi vî zimanî ya ji aliyê herkesî ve. Kesê ku dixwaze dikare vê perwerdeyê bidomîne, an dikare nedomîne, lê DERFET heye. Tiştê hatiye talepkirin pêk hatiye. Lê dema derfet hebe hûn di warê PZD’ê de azad in, heger wiha nebe azadiya we tune ye.

ukam2

 

“Di vê rewşê de “tercîhkirina PZD’ê dibe ku li dijî prensîbên rasyonalîteya aboriyê bin, lê dikarin bi rasyonalîteya civakî û polîtîk re li hev bin. Ez dikarim PZD’ê bi sebebên polîtîk an ji ber coxrafyaya ku ez lê dijîm tercîh bikim.”

Li aliyekî din, di mercên ku em tê de ne (li gorî têkiliya hiyerarşîk a ku bîstek berê min qal kir) dibe ku perwerdebûna bi zimanên wekî îngilîzi û hwd. ji ciwanan re bêtir “dahatû” wehd bike. Ev, ji bo kesên ku zimanê wan ên dayikê tirkî ne jî wiha ye. Di vê rewşê de “tercîhkirina PZD’ê dibe ku li dijî prensîbên rasyonalîteya aboriyê bin, lê dikarin bi rasyonalîteya civakî û polîtîk re li hev bin. Ez dikarim PZD’ê bi sebebên polîtîk an ji ber coxrafyaya ku ez lê dijîm tercîh bikim. Bi ya min, eger li ser mirovan ji bo tercîhên bi prensîbên rasyonalîteya aboriyê re li hev tevbigerin zor bê kirin, ev li dijî mafên mirovan e.

Dema em li tecrûbeyên perwerdeya bi zimanê dayikê ya Rojava (Ewropa/Amerîka hwd.) ku ez difikirim ku ew ji bo miqayesekirina bi mijara kurd re guncawtir e dinêrin, em lê rast tên ku wekî me nîqaşeke kûr a li ser naverokê tune ye. Em dibînin ku li wir ji naverokê zêdetir cîgirtina taybetiyên coxrafîk, dîrokî û çandî ya di perwerdeyê tê famkirin. Hem ji ber li Tirkiyeyê karaktera siyasî ya îktîdarê hem jî ji ber ku em di vê meseleyê de hîn li serî ne, ewqas zêde li ser naverokê sekinandin meseleyê zêdetir polîtîze nake? Di dewsa vê de, ji bo normalkirina meseleyê baş nabe ku qet nebe em di navbera van her du nêzîkbûnan de bisekinin?

dil yarası2

Mijara perwerdeya zimanê dayikê ji xwe mijareke polîtîk e û tiştê girîng ev e ku gelê kurd kîjan wate û rûmetê li PZD’ê bar dike. Elbet divê tevgera siyasî ya kurd ji têkoşînên rizgariyê yên li Rojava (Îspanya hwd.) û ji mîrateya kevneşopiya perwerdeya azadker a li coxrafyayê din sûd wergire.  Tevî vê jî, cudahiyên dîrokî û civakî yên ku tevgerên azadiyê tê de tên meşandin mirov bixwaze nexwaze dîruvên tevgera diguherîne. Dibe ku vê cudahiyê ji ber vê pêk tê. Ez difikirim ku têkoşîna li welatê me jî wê bi aliyên xwe yên xwerû bidome. Ev meseleya têkiliya bi mercên cûda re ye. Ez bawer nakim ku hem “normalkirin” pêwîst e hem jî mimkûn e.

Serokê kurdan Abdulah Ocalan qasî ku ez dizanim, di belgeyên parastina xwe de“rastiyeke/honandineke fikrî ya cîhanê” ku ji yê li Rojava cudatir e çê dike, di vê navberê de hereketa azadiyê ya kurd di nava vê rastiyê de watedar dike û vê perspektîfê li ser serdestan ferz dike. Bi riya hemû famkirina ji cîhanê ya ji têgihîştina xwezayê heta têgihîştina civakê ji nû ve dadimezrîne û bang li gelên kurd heta li gelên cîhanê dike ku vê perspektîfê ava bikin. Ez vê hewldana dij-hegemonyayê pir girîng û birûmet dibînim.

Bi ya min, vê perspektîfê tê wateya dawetnameya ji bo perwerdeyeke azadker. Digel ku tecrûbeyên Îspanya, Meksîka û Rojava (Kurdistana Sûriyeyê) girîng in, ez difikirim ku li Tirkiyeyê PZD wê ji aliyê kirdeyên ji Tirkiyeyê di nava mercên xwerû de bê avakirin.

Hevpeyvîn: Înfowelat

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Skotland butçeya saziya ziman kêm dike

Hukumeta Skotlandê biryar girt, butçeya ji bo Desteya Zimanê Galîkî kêm bike. Aktîvîst di wê …