Home / Hevpeyvîn / Ji bo perwerdeyê ya esasî biryara gel e – I

Ji bo perwerdeyê ya esasî biryara gel e – I

 

 

 

Li welatê me di salên dawî de nêzîkbûneke nû ku ji aliyê gelek derdorên bi perwerdeya bi zimanê dayikê re eleqeder ve hîn baş nehatiye famkirin, derdikeve holê. Di dewsa daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” de ku di bîst salên dawî de me dibihîst, êdî qala “perwerdeya duzimanî/pirzimanî” tê kirin. Aliyê duyemîn ê vê retorîkê “mafê hilbijartinê ye” ku li dijî ferzkirina perwerdeya zimanê dayike hatiye pêşxistin. Van dîtinên nû ku ji aliyê derdorên akademîk û navendên lêkolînê ve tên bilêvkirin heta niha di nava parazvanên zimanên dayikê de û bi taybetî di nava parazvanên zimanê kurdî de nebûye mijareke nîqaşê. Em bi vê hevpeyvînê hêvî dikin ku wateyên kûr ên argumanên navborî yên di vê mijarê de hatine pêşxistin bêtir ronî bibin û ji aliyê herkesî ve bên famkirin.

Prof. Leyla Işıl Unal li Fakulteya Zanistên Perwerdeyê ya Zanîngeha Enqereyê dixebite. Wê heta niha li ser mijarên wekî naverok, maliyet, rêvebirin û hwd. ên di çarçoveya perwerdeya zimanê dayikê de xebatan kiriye û beşdarê gelek çalakiyên ji aliyê zanîngeh, sendîka û saziyên din ên sivîl hatine lidarxistin, bûye. Bi taybetî wê di Civinên Perwerdeya Demokratîk (DEK) de rolên diyarker girtiye ser xwe û di DEK’a di 2004’an de bûye berpirsê komîsyona ku teblîxa bi navê “Di Civakên Pirzimanî, Pirçandî de Perwerde” amade kiriye.

Bi ya we di navbera mafê perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê dayikê de (PZD) têkiliyeke çawa heye?

Di nava têkoşîna mafê perwerdeyê de daxwaza PZD’ê jî heye. Divê ev wiha be jî, ji ber ku sebeba ku em perwerdeyê wekî mafekî daxwaz dikin û wê wekî têkoşîneke siyasî dibinîn, wate û naveroka ku em li perwerdeyê bar dikin e. Ji bilî vê, eger dema em pêvajoya perwerdeyê bi form û naveroka wê ya îro daxwaz bikin, ev tê vê wateyê ku heşê me ne li serê me ye. Ji ber ku mirov dikare bêje ku îro perwerde ji bo hemû derdorên ku li ser naverokê tesîra wan tuneye (jin, LGBT, alewî, kesên ne misilman, kesên ji olê bawer nakin, kurd, laz û hwd.) şîdeteke sîmgeyî/epîstemîk e. Ev, eger em bi kurtahî bêjin, tê vê wateyê ku nahêlin em bi nasnameyên xwe cî bigirin û ji me re zemîneke meşrû ya hebûnê nehatiye hiştin. Pratîkên fêrbûnê yên li dibistanan xwedî taybetiyên tecrîtkirin û vederkirinê ne. Eger em formên agahî, çand û ragihandin/hevbandorî di perwerdeyê de (û di dibistanan de) serdest in deynin aliyekî jî, bi tenê perwerdenebûna bi zimanê dayikê bi tena serê xwe tê wateya veqetandina xwendekar ji çanda ku ji nava wê tê û ferzkirina ziman û çanda serdest û ev jî şîdet e.

Em ku li derveyê serdestan cî digirin (ango kesên tên birêvebirin), ji bo perwerdeya xwedî berfirehî û naveroka ku em wê terîf dikin û em difikirin ku em ê bi saya wê xwe pêş de bibin, wekî mafekî mirov a bingehîn dibînin û ji bo pêkhatina wê têkoşînê dikin. Têkoşîna mafê perwerdeyê, têkoşîneke ku ji aliyê kirdeya vî mafî ve (xwendekar an dêbav) ji bo ku “mirov bikaribe bigihîjê”, “wê bikaribe qebûl bike” (ji aliyê naverokê ve) û ji bo ew bersivê bide pêdiviyê rojane, tê meşandin e. Lewma, bi mebesta ku van taybetiyên ku statuya maf dide perwerdeyê bê bidestxistin divê pêwîste perwerde bi zimanê dayikê bê kirin.

 

Perwerdeya ku em wekî mafê bingehîn ê mirov dibînin û dixwazin wê pêk bînin perwerdeyeke çawa ye?

Wekî ku ji van ifadeyên li jor jî tê famkirin, em dixwazin pêvajoyeke ku em bi nasnameyan xwe (etnîk, bawerî, zayendî û hwd.) tê de bikaribin cî bigirin û helbet bi zimanê xwe yê dayikê hemû têkiliyên xwe bimeşînin, di nava tora têkilî û parvekirina piralî ya di navbera kesên wekhev de derfeta fêrbûnê dibînin, ava bikin. Pêşdeçûn, hawîrdoreke ku em tê de derfeta xwe wekî kirde damezrînin bi dest dixin, pêvajoyeke perwerdeyê…

Herkesê ku li vî welatî dijî di heman demê de ne di nava hewldana domandina pergala perwerdeyê ya heyî û çûyina dibistanê de ye? Jin, kesên LGBT, mirovên ji komên etnîk û baweriyê yên cuda bi mebesta bikaribin biçin dibistanê têkoşîneke mezin didin. Eger pergala heyî ya perwerdeyê wekî ku hûn dibêjin hawîrdoreke şîdetê pek tîne, ne heyfe ku mirov ji bo rastî şîdetê were dikeve nava ewqas hewldanan?

Ji bo mirov bikaribe di nava vê civakê de (civaka kapîtalîst) bijî heta ji bo bikaribe bibe welatî divê têkeve nava pergala perwerdeyê û perwerde bibe. Em dixwazin biçin dibistanê, hewl didin ku herkes biçe dibistanêi ji ber ku bêyî belgeyên (dîplome, sertîfîka) saziyên perwerdeyê bidin em ne dikarin di nava civakê de bixebitin û ne jî statuyekê bi dest bixin.

“Ji ber ku em têkoşînê wekî kirdeyên di nava sîstema perwerdeyê de didin, dimeşînin û em difikirin ku perwerdeyeke azadker di nava demê de û bi riya têkoşîna em dimeşînin ava bikin.”

Em ji vî alî ve wekî amûrekê li perwerdeyê dinêrin. Elbet ne rast e ku mirov bi tenê qala “di bin serdestiya perwerdeyê de bimîne” bike, ji ber ku em li wir di heman demê de di berxwe didin û têkoşînê dikin. Ji bilî vê, bêyî em têkevin nava wê ne mimkûne ku mirov perwerdeyeke cuda ava bike. Ji ber ku em têkoşînê wekî kirdeyên di nava sîstema perwerdeyê de didin, dimeşînin û em difikirin ku perwerdeyeke azadker di nava demê de û bi riya têkoşîna em dimeşînin ava bikin.

estudiantes-bachi

Li Tirkiyeyê têkildarkirina têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê bi têgeha “mafê perwerdeyê” re tê çi wateyê?

Çawa ku divê em perwerdeya bi zimanê dayikê wekî “kilîda”têkoşîna mafê perwerdeyê bibînin, divê têkoşîna perwerdeya bi zimanê dayikê ji retorîka maf neyê veqetandin û divê em destûrê nedin ku ew wekî “pêdiviyeke pedagojîk” bê terîfkirin. Em dizanin ku gelê kurd ku demeke dirêj e têkoşîna azadiyê dide, dixwaze zarokê wî bi zimanê dayikê ku parçeyeke çanda wî ye perwerdeyê bibe. Lê di heman demê de em dikarin bêjin ku ew naxwazin perwerdeyeke neteweperest, zayendparêz, heteroseksîst û hwd. jî bibin.

Bi tenê PZD’ê pêşiya azadbûyinê venake, wate û naveroka perwerdeyê pir zêde girîng e. Zimanê dayikê her tiştî çareser nake, bi tenê me azad nake. Em dizanin ku zimanê dayikê ji bo xurtkirina hegemonyaya îdeolojîk jî dikare bê bi kar anîn. Em dikarin qenala televîzyonê TRT’yê ku bi kurdî weşanê dike wekî mînak nîşan bidin. Di dema ku ewqas qenalên taybet hebûn de dewlet negot “keremkin, hûn dikarin qenalekê ku bi zimanê we weşanê dike damezrînin.” Wî got ez dikarim weşana kurdî jî bikim û naveroka wê jî wê tije kir. Bi vî awayî asîmîlasyona çandî domand.

 “Pisporên ku perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin, li ser “pêdiviya pedagojîk” disekinin, an dikevin nava hewldana veqetandina tiştê ku “zanistî ye” û herwiha “pedagojîk e” ji tiştê ku “siyasî ye. Ev rewş jî dilê serdestan xweş dike.”

Perwerdeya bi zimanê dayikê ne ji ber ku bila zarok li dibistanan rastî dijwariyan neyên ango ji ber ku ew “ji aliyê pedagojîk ve” pêwîst tê dîtin tê xwestin. Li ti aliyê cîhanê bi vê sebebê perwerdeya bi zimanê dayikê nayê xwestin. Wê demê li Tirkiyeyê û li welatên ku zimanê wan ê dayikê ne îngilîzî ne (fransî) çima perwerdeya bi îngilîzî (fransî) perwerdeyê dikin? Pisporên ku perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin, li ser “pêdiviya pedagojîk” disekinin, an dikevin nava hewldana veqetandina tiştê ku “zanistî ye” û herwiha “pedagojîk e” ji tiştê ku “siyasî ye.” Ev rewş jî dilê serdestan xweş dike. Ji ber ku vê carê hem ji nîqaşên perwerdeya bi zimanê dayikê ya li ser bingeha modelan ve û hem jî di dema miqayesekirina modelan de pîvanên serfirazî, berhemdarî û hwd. re derî tê vekirin.

Freire fêrî me kir ku bi tenê fêrkirina xwendin-nivîsandinê jî ku pir zêde karekî teknîkî ye, çiqas kiryareke polîtîk e. Lewma, divê em bi riya bibîranîna tiştê ku pedagojîk e polîtîk e jî, divê em PZD’ê di nava retorîka maf de bibînin û wê ji têkoşîna perwerdeya azadker cuda nekin.

 

Eger em zimanê dayikê wekî repertûara zarokê ku dema diçe dibistanê qebûl bikin, zimanê dayikê ên piraniya  zarokên kurd ên ku li bajarên coxrafyaya kurdan dijîn êdî ne kurdî ye. Bi ya we, vê rewşê ji aliyê sosyolîngûîstîkê ve daxwaza ji bo zimanê dayikê qels nake? Di dewsa PZD’ê de, mirov di serî de bi kurdî, perwerdeya bi zimanên vê coxrafyayê daxwaz bike ne çêtir e?

Bi ya min, em dikarin mijarê wekî dayina perwerdeyê bi zimanên gel (zimanên wan ên dayikê) ên li Tirkiyeyê dijîn, bibînin. Dema ev yek pêk bê, eger zimanekî zimanê dayikê yê gelekî li vê coxrafyayê dijî be, divê derfeta PZD’ê ji van mirovan re bê PÊŞKÊŞKIRIN. Bikaranîn an bikarneanîna

vî mafî meseleyeke din e. Wiha bifirikirin: Divê xizmeteke baş a tenduristiyê ji min re bê pêşkêşkirin. Ev, mafê min e, lê bikaranîna wê meseleya min e. Helbet ez her roj teahud nakim ku ez ê biçim navendeke tenduristiyê. We ez fam kirim? Beriya her tiştî, ziman parçeyeke çandekê ya herî girîng ku wê li ser piya dihêle ye û divê hemû mirovên ji vê çandê, wekî hemû mirovên din xwedî derfeta xweşarezakirinê,  xwedamezrandina wekî kirde bin.  Me mafê perwerdeyê jî wiha terîf nekir? Em dibêjin ku perwerdeyeke ku bi riya saziyên fermî, bikaranîna fonên fermî û bi tevlîbûna hemû derdorên civakî ya ji bo pêvajoyên biryarê ya diyarkirina naverokê, mafê me hemûyan e.

ge21ja

“Em dibêjin ku perwerdeyeke ku bi riya saziyên fermî, bikaranîna fonên fermî û bi tevlîbûna hemû derdorên civakî ya ji bo pêvajoyên biryarê ya diyarkirina naverokê, mafê me hemûyan e.”

Ez texmîn dikim ku nuqteyeke ku di vî warî de heşê me tevlî hev dike wateya xala 30. a Peymana Mafên Zarok a Neteweyên Yekbûyî ku herdem tê vegotin e. Di wê xalê de tê gotin ku “Her zarok xwedî mafê fêrkirin û bikaranîna zimanê ku malbata wî/wê diaxive ye.” Vê îfadeyê xwedî wateyeke qet ne zelal e. Herwekî ku mirov bikaribe wateyeke wekî “zimanê ku malbata zarok naaxive, zimanê zarok nayê hesibandin” an “eger di malbatê de neyê axaftin, mirov nikare qala mafê perwerdeya bi zimanekî bike.” Lewma divê em ji bîr nekin ku mafê PZD’ê mafekî kolektîf e. Bi ya min, di bingeha têkoşîna mafê perwerdeyê ku zimanê dayikê jî di hundirê xwe de dihewîne, wateyeke ku ji vê xalê berfirehtir e heye. Divê li ser vê wateyê bê sekinandin.

We di axaftineke xwe de got ku “dema serdest perwerdeya bi zimanê dayikê qebûl dikin jî ji bo zimanê ku perwerde pê tê kirin û çand xwe pêş de nebe, an jî ji bo asîmîlasyona ku ji destpêkê ve didomînin heta dawiyê bibin, dikarin formulên nû bibînin” û we diyar kir ku vê yekê dikare PZD’ê têxe nava xetereyê. Hûn dikarin vê mijarê hinekî din jî vebêjin?

Em ji rewşa Tirkiyeyê berdewam bikin. Li dijî têkoşîna azadiyê ya kurdan ku demeke dirêj e didomînin, di demeke ku êdî civak gihîştiye nuqteya xwe ya tehemulê, serdest xwestin ku bi taybetî “şer”, “şehîdan” û hemû şîdeta ku bi dehan salan li ser civakê ferz kirine derxin pêş û bi riya dîtina nuqteyeke lihevkirinê “Meseleya kurd” çareser bikin. Wiha xuya dike ku dewlet asta “redkirina” kurdan derbas kiriye û ji bo çareserkirina problemê bi “aliyê” din re ketiye nava bazarekê. Lê di vî warî de tiştên ku em dizanin pir kêm in. Polîtîkayên hikumetê yên di vî warî de pir bi zîkzak” in. Serdest “Meseleya kurd” dikin amûrekê. Dema vê mijarê bikaribe di hilbijartinê de dengan bîne watedar û girîng xuya dike. Herwekî ku îşaretên polîtîkayekî ku statuya wekhev dide gel/çandên li Tirkiyeyê dijîn hatibe qebûlkirin, tune ne. Dema mirov nikaribe qala guherîna zîhniyetê, guherîna polîtîkayê bike, bi ya min qet mimkûn xuya nake ku dewlet di carekê de dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berde.

freire2

 

Ez ji vir bi rê dikevim û dibêjim bersiva pirsên di derbarê tetbîqkirinê de, an “çawa?” divê wiha be: “Bi awayekî ku bersiva pêdiviyên gelê ku PZD’ê dixwazin.”Ji ber vê yêkê, bersiva pirsa “Perwerdeya PZD’ê divê çawa bê tetbîqkirin?” pispor” nedin lê gel bi xwe bide. Divê bersivên li derveyê gel tê dayîn ji aliye encamên xwe ve bên lêpirsînkirin. Ji ber ku dema ew tên rojevê, ji maliyeta wê ya ji bo dewletê bigirin heta berhemdariya fêrbûnê û standardên navneteweyî, li gorî min gelek pîvanên ku bi mijarê re ne eleqeder in tê rojevê. Wê demê jî armanc dibe amûr.

“Lê perwerdeya bi zimanê dayikê, wekî ku min niha anî ziman, dema wekî talebeke siyasî ku pêvajoya perwerdeyê wekî pêvajoya azadkirinê dibîne bê dîtin, “serfiraziya xwendekar” ji xwe wê wesfa xwe ya “problembûnê” winda bike.”

Min mînaka bîstek berê da de qala hilbijartina modela ku serfiraziya li dibistanê zêde dike, kir. Lê perwerdeya bi zimanê dayikê, wekî ku min niha anî ziman, dema wekî talebeke siyasî ku pêvajoya perwerdeyê wekî pêvajoya azadkirinê dibîne bê dîtin, “serfiraziya xwendekar” ji xwe wê wesfa xwe ya “problembûnê” winda bike (bala xwe bidin Dibistana Welatiyan a Porto Alegreyê). Lewma di dewsa ku li ser modelên ku encam/feydeyên wê ji hev cuda dibin bê sekinandin, divê ber bi hedefa perwerdeya azadker a ku PZD’ê di nava wê de ye, bê meşandin. (Wê berdewam bike)

Înfowelat

About infowelat.com

Check Also

Zarokên Çîtagongê êdî bi zimanê dayikê perwerde dibin

Li herêma Çîtagong a li Bangladaşê pêşketina di perwerdeya zimanê dayikê de pêşî lê digire …