Ji Atînayê exodusa kurdan

Necat Ayaz

Li gorî çîroka Exodus a pirtûka pîroz a cihûyan, îsraîlî bi riya yezdan Yehova ji koletiya ji bin destê Fîrawûn rizgar dibin. Yezdan Yehova soz dide ew ê erdê Kenan bide wan. Pêxember Mûsa, di dema Exodusa ji Misrê de ji gelê îsraîlê re rêberî dike û ew ji Misrê derdixe. Di dawiya vê rêwîtiya dirêj de gel xwe digihîjîne Erda hatiye Wehdkirin û li wir wekî xwedî û gelê azad ê vê axê dest bi jiyaneke nû dike.  Kurdên ji zilmê direvin di dema rêwîtiyeke bi xetere ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de dikin û herwiha di dema hewldana wan a dijwar a ji bo derketina ji Yewnanîstanê de ne xwediyê pêxemberekî ne ku rêberiya wan bike. Erdekî wan a Hatiye Wehdkirin jî tuneye ku bibin xwedî şensê jiyana li ser wê wekî gelekî ku bikaribe di derbarê meseleyên xwe de biryarê bigire. Gelek ji wan di navbera kampên penaberan ên li seranserê Yewnanîstanê belav bûne û gelek ji wan jî li Atînayê dijîn ku nikarin ji torên piştgiriyê yên civakî û polîtîk îstifade bikin. Ew di dema biryardayina ku ew ê çawa ji welatê Helen derkevin ku di nava demê de xwe tê de asê bûne dibînin, bi tevahî tenê ne.  

Akropol û bermahiyên antîk ên Atînayê

Zanayê 24 salî 6 meh in li Atînayê dimîne lê heta aniha riyek ku bikaribe ji vî bajarî derkeve nedîtiye. Çîroka wî ya ku di derbarê piştî derbaskirina sînor de ew rastî çi hatiye de ye, gelekî balkêş e. Wî dema hewl daye derbasî Bulgarîstanê bibe li ser sînorê vî welatî hatiye girtin. Polîs herwekî ku ew ne îltîcaxwaz be lê wekî ku ew kesekî sûcdar ê bi dokumanên sexte dixwaze derbasî welatekî sêyemîn bibe muamele pê kiriye. Ew hefteyekê di bin çavan de û mehek jî di girtîgeha Serezê de maye.  Ew hema hema ji kemîbana polîsan ku ew ê di encam de di navbera çend rojan de bişandana Tirkiyeyê xelas bûye. Parêzerekî ku ji aliyê pismamê wî yê li Fransayê dijî hatiye dîtin hatiye serdana wî ya navenda binçavirinê û li dijî vê biryarê îhtiraz kiriye. Paşê, ji Tirkiyeyê kaxizek din ku tê de hatiye nîşandan ku ew ji ber parvekirineke di medyaya sosyal de ji aliyê dadgehek hatiye cezakirin jê re hatiye û paşveşandina wî ya ji bo Tirkiyeyê hatiye betalkirin.

Lewheyeke li ser Exodos nivîsandiye

Piştî mayina bi roj û şevan di girtîgehê de, bi hatina xwe ya Atînayê pir dilxweş bû. Ji ber ku her çar bira û hin xizmên wî yên nêzîk li wir dijîn, ji destpêkê de difikirî biçe Fransayê. Ew fikiriye ku çûyina wir hêsan e û ji bo rêwîtiya xwe pêk bîne dest bi lêgerînê kiriye. Di destpêkê de riya deryayê ya di navbera Yewnanîstan û Îtalyayê de ceribandiye û ji bo bajarê li kêleka deryayê ya li rojavayê Yewnanîstanê rêwîtiyeke dirêj kiriye. Bi derbasbûna her rêwiyek hêviyên wî xurt bûne lê dema belgeyên wî ji aliyê polêsan ve hatine kontrolkirin, bi hêsanî hatiye famkirin ku ew penaber e. Digel ev neserfiraziya ewilî ew hîn jî ji bo gihiştina hedefa xwe hêvîdar bûye û ew ji bo pêkanîna vê, lêgerîna ji bo riyên din berdewam kiriye. Kurtedemek şûn de li Balafirgeha Navneteweyî ya Atînayê ku fikiriye derketina ji vî welatî li wir hêsantir e, xwe derketiye holê. Ew dibêje ku tûrnîkeya bo bilêtê, kontrola bi x-rayê derbas kiriye û gihîştiye deriyê ku kontrola dawî wê lê bihatana kirin. Di dema kontrola bilêt û nasnameyê de rastî pirsên bi îtalyanî ya xebatkara jin a fîrmayê ku dîtiye nasnameya wî Îtalyan e, hatiye. Ji ber ku nikaribûye bersivê bide pirsan, şensê siwarbûna balafirê ji destê wî çûye û piştî kurtedemekê hatiye binçavkirin paş de vegeriyaye.   

Lewheya li ser riya Balafiegeha Navneteweyî ya Atînayê

Dildarê 43 salî jî ku ji Kurdistana Rojava ya ku di demên dawiyê de wekî Rojava tê zanîn, ji bo terka Atînayê bike di nava hewldanên domdar de ye. Beriya ku were Atînayê wî sînorên sê dewletan derbas kiriye û di dema vê koça dirêj de rastî gelek dijwariyan hatiye. Ew jî wekî îltîcaxwazên ji riyekê dirêj hatine fikiriye ku rêwîtiya bi balafirê ya di navbera du welatên ewrûpî de wê gelek hêsan be. Dema cara ewilî gava xwe avêtiye balafirgehê, nasname ya wî ya yewnan hebûye. Ji ber ku destpêka Cotmehê bûye ku hîn sezona tûrîzmê bi dawî nebûye, şensê wî yê derbasbûnûna di kontrola nasnameyê de zêde bûye. Bahola biçûk di dest de li paş xwe kişandiye di korîdora teng de, çavên xwe ji polêsên li derdorê meşiyane revandiye, hewldaye ku herwekî ew welatiyeke yewnane xwe nîşan bide û bi vî awayî xwe gîhandiye deriyê beriya siwarbûna balafirê. Bi tenê gavekî maye ku xwe bigihîjîne balafirê û xewna wî ya sê salên dawiyê di çend deqîqeyan de dikaribûye pêk were. Dema polêsekî li nasnameya wî nêrî ye û li ser hev pirsên yewnanî jê kiriye hemû hêviyên wî bi tenê di kêliyekê de bi dawî bûne. Ji ber ku nikaribûye bersiva pirsan bide, nehiştine ku kontrola dawî derbas bibe û piştî binçavkirineke kurt ew paş de şandine.  

Piştî neserfiraziya wî ya ewilî, wî hewldanên xwe yên ji bo terkirina Atînayê nesekinandiye û berevajiya vê, ceribandinên xwe yên li balafirê zêde kiriye. Wî bi hin nasnameyên ji welatên Yekitiya Ewrûpayê ceribandin kiriye ku bi balafirê ji vir biçe lê ji aliyê polês an xebatkarên fîrmayên hewayî ku kontrola nasnameya wî kirine hatiye sekinandin. Dildar dibêje ku ji bo van ceribandinên li balafirgehê wî mîqtareke zêde pere xerc kiriye. Ew di vê dema dirêj de ji jin û zarokên xwe dûr maye û bi mebesta bigihîje wan ew plan dike ku ji Holandayê îltîca bixwaze. Dildar baş nizane ew ê kengî vê plana xwe pêk bîne û hêviyên wî di her cara ku destvala ji balafirgehê vedigere kêm dibin.

Balafirgeha Navneteweyî ya Atînayê

Çiçek, jinek kurd a 38 salî ya ji Tirkiyeyê, piştî ku saleke li herêma Kurdistanê ya li Iraqê maye, hatiye Atînayê. Di mehên ewilî de pereyê wê tunebûye ku ji bo balafirê bilêt û belgeyên pêwîst peyde bike. Ew di vê dema xwe ya pêşiyê de herdem di nava tevgerê de bûye û ji bo dîtina ciyekî ku lê bi awayekî mayinde bimîne pir zêde hewl daye. Dema ew gihîştiye ber deriyê rêwiyên bi riya hewayî ji vî bajarî diçin, rojeke destpêkê yê Cotmehê bûye. Wê gelekî çîrokên di derbarên riyên herî baş ên derbasbûna ji hemû kontrola ewlekarî û nasnameyê de guhdarî kiriye û dema ber bi deriyê dawî meşîya ye van agahiyan di heşê xwe de girtiye.  

Beriya ku bigihîje nuqteya xwe, di korîdora dirêj a diçe ber bi deriyên dawî de ji aliyê polês ve hatiye sekinandin. Di dîtina ewilî de polês şuphe biriye ser wê û piştî kontrolkirina bi kîtekît a nasnameyê, meşa wê ya ber bi pêş de hatiye astengkirin. Wê di dema vegera xwe ya Atînayê de biryar daye ku ji bo gihîştina Swîsreyê ku hedefa wê ya dawî ye, gelek ceribandinên din bike. Di hefte û mehên bê de wê ceribandinan kiriye mixabin biserneketiye. Xerckirina gelek pere û ji balafirê her vegera bê encam hêviyên wê kêm kirine û gelek zêde li ser psîkolojoya wê encamên xerab hiştine. Ew dide zanîn ku piştî ceribandineke xwe ya li balafirgehê, fikiriye ku vegere Tirkiyeyê, welatê ku ji ber xebatên wê yên bo kurdîtiyê 6 sal cezayê girtîgehê dane wê. Ew nizane kengî wê bikaribe bigihîje hedefa xwe û di heman demê de tu fikrên wê tune ku eger ew vê rêwîtiya xwe pêk neyne ew ê çi bike.

Deriyên A û B yên diçin ber bi balafiran ve

Penaberên kurd ên ku hejmareke zêde tên Atînayê, piştî demekê xwe li vir asê bûne hîs dikin. Atînaya ku cara pêşiyê li wir dibin xwediyê azadiya polîtîk, her ku diçe ji bo wan dibe bajarekî hatiye dorpêçkirin. Hemû hewldanên wan ên ji bo derketina ji bajêr rastî dîwarên stûr ên pergala sînor a ewrûpî ku di bin kontroleke giran a polês de ye tên. Hin penaber îdîa dikin ku hin ji van polêsan endamên Europolê ne. Exodos peyveke pir kevn e ku ji Yewnania Antîk tê û ligel gelek peyvên din ên antîk hebûna xwe berdewam dike. Ev peyva ku wateya wê derketina ji ciyekî ye, îro li her derê Atînayê tê dîtin. Li Atînayê lewheyên îşaretên ku li ser wan exodos hatine nivîsandin li ser riyan, navendên danûstendinê, muze, kafe û otoparkan hene. Mixabin digel hemû hewldanên wan, ji bo gelek penaberên kurd exodosa ji Atînayê hîn ne pêkan e.  

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …