Ji 60 parlamenteran daxwaza aktîvkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê

Ji niha de 6 komên aliyên Kurd daxwaza aktîvkirina parlamentoyê dikin. Ev 6 komane jî nûnertiya 60 parlamenterên Kurd li parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin. Li gor vê ji sedê 54’ê parlamenteran ji bo aktîvkirina parlamentoyê amade ne.

Ji niha ve 6 komên aliyên Kurd daxwaza aktîvkirina parlamentoyê dikin. Ev 6 komane jî nûnertiya 60 parlamenterên Kurd li parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin. Li gor vê ji sedê 54’ê parlamenteran ji bo aktîvkirina parlamentoyê amade ne.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 12’ê Cotmeha 2015’ê vir de ku piştî PDK’ê destûr neda serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê derbasî Hewlêr bibe, hatiye paşda xistin. Heya niha ji bo cardin aktîvkirina parlamentoyê hewldanên hatine kirin, bê encam mane.

Niha Koma Tevgera Goran ku xwedî 24 kursiye, Koma YNK’ê xwedî 18 kursiye, Yekgirtûya Îslamî xwedî 10 kursiye, Komeleya Îslamî 6 kursî, Tevgera Îslamî û Komunîst jî 2 kursiyên wan li parlamentoya Herêma Kurdistanê hene. Komên her 6 partiyan bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku divê parlamento cardin bê aktîvkirin. Ev her şeş aliyane ji sedê 54’ê kursiyên parlamentoyê digirin nava xwe.

Her wiha li gor yasaya parlamentoyê jî ev şeş komane dikarin karê xwe di çarçoveya parlamentoyê de bikin û li her cihekî Herêma Kurdistanê jî be dikarin rûniştina xwe pêk bînin.

Têkildarî mijarê berdevkê Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Elî ku ji ajansa me re axivî, got; “Ev 60 parlamenter dikarin parlamentoyê cardin aktîv bikin. Ji bo wê jî êdî pêwîst nake ku li benda PDK’ê bimînin.”

Her wiha Ebdulrehman Elî wiha jî got; “Pêwîste Serokê Parlamentoyê jî têkildarî pêkhatina rûniştina parlamentoyê ji dervey bajarê Hewlêr, li gel komên her şeş aliyan rûne û rûniştina parlamentoyê bê lidarxistin.”

Di dawiyê de jî Ebdulrehman Elî diyar kir ku zêdetirê parlamenteran ji bo cardin aktîvkirina parlamentoyê amade ne û wiha got; “Belê heya biryar ji bo pêkhatina rûniştina parlamentoyê neyê dayîn, wê parlamenterên li gel aktîvbûna parlamentoyê jî eşkere nebin. Ji ber ku ezmûnekî dema pêştir heye ji bo vî karî.”

Jêder: Rojnews.net

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …