Japonya 77 sal berê teslîmê Amerîkayê bû

Japonya di 15 tebaxa 1945’an de teslîmî Amerîkayê bû

Di 2’yê îlonê de heyetên her du welatan belgeya teslîmbûna Japonyayê îmze kirin.

Di şerê cîhanê duyemîn de bi qasî 3 milyon leşker û sivîlên japon hatin kuştin

Li Japonyayê, 77. salvegera roja xweradestikirinê ya dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate bibîranîn.

Lîderên Japonyayê, Împarator Naruhito, Împaratorîçe Masako, Serokwezîr Fumio Kishida û xizmên qurbanên şer beşdarî merasîmê bûn.

Lîderan peyamên aramiyê dan û banga aştiyê li cîhanê kirin.

Fumio Kishida. Serokwezîrê Japonyayê.

Xwestin ku cîhan careke din vê karesata malkambax dubare neke.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida wiha axivî:

“Neteweyeke aştîxwaz”

“Ji dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi dawî bûye û vir ve, em polîtîkaya neteweyeke aştîxwaz dimeşînin. Em hemû îmkanên xwe ji bo aştî û aramiya cîhanê seferber dikin. Em ê careke din, bi tu awayî trajediya şer, vê karesata malkambax dubare nekin.”

Împarator Naruhito jî ji bo zêdetirî 3 milyon kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane û kesên aştiya cîhanê dixwazin peyama sersaxiyê da.

Beşdariya merasîma îsal, ji ber nexweşiya koronayê kêm bû.

Li aliyê din, du wezîrên kabîneya Kishida çûn seredana perestgeha ku wekî sembola mîlîtarîzma Japonyayê tê qebûlkirin.

Perestgeh ji ber 14 sûcdarên şer wekî kesên pîroz qebûl kiriye, rastî bertekên Çîn û Koreya Başûr tê.

Lewma jî ev seredan acizî da van herdu welatan.

Teslîmbûna Japonyayê

Japonya di 1941’an de bi êrişa li dijî bendera Pearl Harborê li dijî Amerîkayê şer îlan kir.

Lêbelê Amerîka di demeke kurt de şoka ewil ji ser xwe avêt û li Pasîfîkê dest bi kampanyayeke êrişan kir.

Amerîkaya ku dir li Japonyayê teng kir di 1945’an de bombeyên atomê avêt Hiroşîma û Nagazakiyê.

Piştî vê, di 15ê tebaxa heman salî de Japonya ji devê împaratorê xwe teslîmbûna xwe ragihand.

Paşê, di 2yê îlonê de heyetên her du welatan belgeya teslîmbûna Japonyayê îmze kirin.

Di şerê cîhanê duyemîn de bi qasî 3 milyon leşker û sivîlên japon hatin kuştin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

“Türkiyelileştiremediklerimizden misiniz?”

Divê em bipirsin ka çima xema pirdengî ya ku li ser van civakan nayê ferzkirin …