Japon fêrî kurdî dibin

Aniha li Beşa Xebatên Biyanî ya Zanîngeha Tokyoyê eleqe û tercîha herî zêde ji bo dersa hilbijarî ya kurdî ye. Ev jî nîşan dide ku zanîngehên din ên li Japonyayê jî wê dersa kurdî bigirin nava bernameya xwe.

Li Japonyayê di demên dawî de eleqederiyeke berfireh ji bo zimanê kurdî heye. Bi taybetî ji ber têkiliyên bi civakê re yên kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê çûne wir, bingeheke wiha amade bûye.  Li Japonyayê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin û çanda kurdî di wêje, sînema û fîlmên anîmasyonê de ji xwe re cî dibîne. Di demên dawî de bi alîkariya Komeleya Dostanî ya Japon-Kurd cara pêşiyê gramer û ferhenga Japonî-Kurdî ji aliyê Weşanên Nûbiharê hatin weşandin. Vakkas Çolak ku mamosteyê Zimanê Kurdî yê Beşa Xebatên Biyanî ya Zanîngeha Tokyoyê ye li ser vê mijarê agahiyên balkêş dide.

Vakkas Çolak

Li Japonyayê ferheng û pirtûka gramerê ya kurdî hatin weşandin. Ev xebata ku alîkariyeke mezin a we jî tê de heye ji ber kîjan daxwaziyan derket holê?

Di encama xebateke kolektîf de li Japonyayê ferheng û gramer hatin weşandin. Ev her du jî di qada xwe de yekemîn in. Di navenda pêvajoya pênc şeş salên şerê li Rojhilata Navîn didome de kurd hebûn. Bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya bi qehremanî hat meşandin de navê kurd li hemû aliyê cîhanê hat belav bûn. Ev yek bi heyranî hat temaşekirin. Gelê japon jî nikaribû li hember vê bêdeng bimîne. Dîtina giştî ya gel, medya û hikumeta japon wekî yê dewletên ku Kurdistanê dagir kiribûn, parçe kiribûn ji zenginiya wê ji bo xwe bikardanîn, bû. Du sebebên sereke yên vê nêzîkbûnê hene: Yekemîn, di nava dîrokê de li Japonyayê tunebûna diyalogeke bi kurdan re û tunebûna têkiliyên dîplomatîk û akademîk ên kesên li ser kurdan lêkolînan dikirin. Duyemîn jî li Japonyayê hebûna lobiyên mezin ên Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û welatên din ên ereb û xebata wan a di vê qadê de ye. Di akademiyê de serdestiya wan an serdestiya kesên wekî wan difikirîn hebû. Ji ber vê, tesîra wan li ser dewletê jî pêk hatibû. Helbet divê em qala têkiliyên dîrokî jî bikin. Me jî wekî kurdên li Japonyayê dijîn xwest tiştine nû bikin. Bi taybetî me xwest japon kurd bi kurdan û bi zimanê kurdî nasbikin. Riya herî baş a famkirina ji neteweyekê ketina cîhana wan a hestan e. Me dikaribû vê yekê bi riya ziman pêk bianiya. Lewma me dest bi xebateke wiha kir. Ev hîn destpêke; wê berdewamiya wê were. Yek ji sebeba bingehîn a vê gavê tunebûna sazî û pirtûkek e ku japon bikaribin jê kurdî fêr bibin e.  

Kulîlka Kurd

Eleqeya gelê japon a ji bo kurdî çawa ye?

Berê bi tenê kesên bi Rojhilata Navîn re eleqeder dibûn kurdî miraq dikirin. Lê têkbirina DAIŞ’ê li bakurêrojhilatê Sûriyeyê, rola jinê ya di vî şerî de helbet bala gelê japon jî kişand. Piştî vê, bi riya pirsên wekî ‘Kurd kî ne? Wêjeya kurdî çawa ye? Dest bi lêgerînekê kirin. Aniha li Beşa Xebatên Biyanî ya Zanîngeha Tokyoyê eleqe û tercîha herî zêde ji bo dersa hilbijarî ya kurdî ye. Ev jî nîşan dide ku zanîngehên din ên li Japonyayê jî wê dersa kurdî bigirin nava bernameya xwe.

Hûn di heman demê de mamosteyê Zimanê Kurdî yê Beşa Xebatên Biyanî ya Tokyoyê ne. Li vî welatî nêzîkbûnek çawa heye ji bo ziman û wêjeya kurdî?

Ev, li zanîngehê gava yekemîn e. Hîn me hefteya duyemîn li paş xwe hişt. Bi taybetî eleqeya kesên akademiyê yên li ser Rojhilata Navîn dixebitin pir zêde heye. Di danûstendinên me yên bi akademîsyenan re problema sereke ev bû: Di xebatên wan ên heta îro de nerîna wan a li hember kurdan wekî nerîna dewletên tirk, Îran û Sûriye bû. Ji ber ku wan vê meseleyê ji çavkaniyan wan xwendibûn. Lê di xebatên xwe yên qadê de fam kiribûn ku rewş ne wiha ye û digotin ku ziman û wêjeya kurdî pir dewlemend e. Piştî vê, wan diyar kir ku bi armanca danasîn û pêşxistina ziman û çanda kurdî ya li Japonyayê ew ê alîkarî bikin. Di warê wêjeyê de xebatek ber bi çav tune ye, bi tenê werger hene. Lê di dema pêşiya me de em difikirin ku beşeke girîng a wêjeya kurdî wergerînin japonî. Di warê wêjeyê de nivîseke danasînê ku min nivîsandibû heye. Ji bilî vê, piranî nivîs û wergerên li ser siyasetê ne.

Kawa û Heft Zarokên Wî

Wiha xuya dike ku di warê fêrkirina kurdî de mercên li wir ji Tirkiyeyê baştir e?

Ez dixwazim bêjim ku xebatên li ser kurdî wê li vir zêdetir bibin. Hebûna dersa kurdî li zanîngekê de ji bo Japonyayê ciyê pesindayinê ye û ji bo Tirkiyeyê şermezarî ye.

Di wêje, huner, muzîk û sînemaya japon de di derbarê kurdan de çi hene, di van qadan de xebatên we hene?

Berhema ewilî, “Kulîlka Kurd” di 1975’an de ji aliyê lêkolîner-nivîskar Suguru Igarashi hatiye nivîsandin. Igarashi di heman demê de di şîrketa avahîsaziyê Taisei de rêvebirek bilind bû. Lehengê berhemê li ser minminîkan lêkolînên akademîk dike. Roman li ser çîroka evîna akademîsyenê japon û keçeke asûrî hatiye damezrandin. Ji ber ku romana yekemîn a li ser kurd û cografyaya Kurdistanê disekine, berhemeke pir girîng e û di heman demê de romana yekemîn a nivîskar e.  

Berhema duyemîn a li ser kurdan ji aliyê romanûsê serboriyên macerayî yê navdar Funado Yoichi bi navê “Kronolojiya Kûmê” di 1991’an de hatiye nivîsandin. Nivîskar ji bo nivîsandina vê berhemê çûye Îran û Kurdistanê. Roman li ser kurdan ku dixwazin li Rojhilata Navîn dewletekê damezrînin û têkoşîna kurdan disekine. Ev roman ji aliyê derhênerê şanoyê yê japon Matsumi Mori bi navê Samîr bûye berhemeke şanoyê hatiye pêşkêşkirin.

Romana sêyemîn a ji aliyê japonan hatiye nivîsandin li ser meseleya îlticayê ye ku di salên dawî de di medyayê de pir zêde bûye mijar. Ev romana sosyo-polîtîk a bi navê “Mufetîşê Penaberan” ji aliyê Shimomura Atsushi di 2016’an de hatiye nivîsandin.

Kronolojiya Qûmê

Dîsa di 1986’an de pirtûkeke xêzê ya bi navê “Stêrka Kurd” (Kurdo no Hoshi) ya Yasuko Yoshikazu heye. Ev berhem şeş cîlt e. Dîsa di cîlta 118. A romana xêz a bi navê “Golgo13” de ku ji çar çîrokên cihê pêk tê, têkoşîna yek ji sembolên rizgariya neteweyî ya kurd a Mele Mistefa Barzanî vedibêje.

Fîlma karton a bi navê “Mobile Suit Gundam 00” ji aliyê derhênerê navdar ê japon Seiji Mizushima tarafından hatiye amadekirin û ji aliyê Yosuke Kuroda hatiye nivîsandin. Ev fîlma meşhûr a japon bo tirkî hatiye wergerandin û ti televîzyonê de hatiye weşandin.

Beşa ewilî yê fîlmê bi şerekî di sedsala 24’emîn de ya li Komara Kurdistan(Krugis) dest pê dike û fîlm 50 beş didome. Lehengê fîlmê Setsuna di 2008’an de wekî lehengê herî baş ê duyemîn ê anîmasyonê hatiye hilbijartin. “Kawa û Heft Zarokên Wî, Çîroka Kurdan” romaneke xêz e û di 2015’an de ji aliyê Etsuko Nosaka û Armanc Shakuli hatiye nivîsandin. Mijara vê berhema bi wêne çîroka Newrozê ye û ji bo zarokên dibistana seretayî hatiye nivîsandin.

Dîsa, du belgefîlmên bi navê  “Riya Hevrişimê, Problema Kurd” û  “Kurdên Tokyoyê” hene. Aniha jî senaryoyeke bo sînemayê tê nivîsandin. Em û derhênerekî ciwan ê japon li ser wê dixebitin. Em difikirin ku romana “Kulîlka Kurd” di pêşerojê de wergerînin kurdî. Min Çîrokên Japon wergeran kurdî. Eger em bikaribin di pêşerojê de vê biweşînin wê berdewamiya vê were.

Yeniyaşamgazetesi

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …