Jan van Beers: Pêşengê perwerdeya holandî li Belçîkayê

Di zarokatiya Jan van Beers de gelên flaman û walon bi serhildanekê dawî li rêvebiriya Qraliyeta Holandayê anîn û di 1830’an de Belçîkayê ava kirin. Lêbelê digel beşdariya flamanan a bo têkoşîna serxwebûnê, zimanê fransî bû zimanê fermî yê dewletê û zimanê holandî gav bi gav ket nava proseya marjînalbûnê.

Îsal salvegera du sedsaliya rojbûna pêşengê perwerdeya holandî ya li Belçîkayê Jan van Beers e. Digel ku Beers ji Holandayê ye, bandora xebatên wî yên ji bo ziman û perwerdeya holendî herî zêde li Belçîkayê pêk hatiye. Lewma jî îro herî zêde herêma Flaman a li Belçîkayê xwedî li mîrateya Beers xwedî derdikeve.

Beers di 1821’an de li bajarê herî mezin ê flaman Antwerpenê hat dinyê. Hîn di 9 saliya wî de gelên flaman û walon bi serhildanekê dawî li rêvebiriya Qraliyeta Holandayê anîn û di 1830’an de Belçîkayê ava kirin. Lêbelê digel beşdariya flamanan a bo têkoşîna serxwebûnê, zimanê fransî bû zimanê fermî yê dewletê û zimanê holendî gav bi gav ket nava proseya marjînalbûnê. Ev jî zimanhezên flaman xist nava hereketê û hişyariya parastina ziman di nava elîtên flaman de gav bi gav belav bû.

Jan van Beers

Zimanê standard an zarava?

Di van salên krîtîk ên ji bo hebûna ziman de Jan van Beers însîyatîf girt û ligel helbestvaniya xwe, dest bi xebatên ziman kir. Wî pêdiviya perwerdeyê ya ji bo hebûna zimanê flamanî baş fam kiribû û lewma jî herî zêde serê xwe li ser materyalên perwerdeyê êşand. Lê beriya vê, di meseleya ziman de nîqaşekî sereke derketibû holê û divê pirseke krîtîk bihatana bersivandin. Pirs ev bû: Gelo divê zimanekî yekgirtî yê holandî bibe bingeha perwerdeyê an zaravayên li herêmên Flanderê bên bikaranîn? Ligel hin parazvanên zaravayên flaman, dewleta fransîaxêv ji bo pêşîgirtina tevgereke flaman parçebûna ziman daxwaz dikir û lewma jî nedixwest zimanekî standart li Belçîkayê bê bikaranîn. Jan van Beersê bîrbir vê helwestê ferq kir û zimanê standard tercîh kir.

Dewleta fransîaxêv ji bo pêşîgirtina tevgereke flaman parçebûna ziman daxwaz dikir û lewma jî nedixwest zimanekî standart li Belçîkayê bê bikaranîn.

Van Beers di 1854’an de tevlî Kongreya Ziman û Edebiyatê ya Utrechtê bû û bi helbesta xwe ya holendî ya bi navê ‚De Blinde‘ (Ew kore)  bandoreke mezin li beşdaran kir. Beers di 1843’an ji ber nexweşiyekê bi mehan kor bûbû û lewma jî helbesta wî berhemek otobîyografîk bû.

Ew kore

Weha careke din, ji bo rojeke hilatî,

Gewlê min î veçiriyayî ji ber berketinan,

Ew dişibe yek beyarek ji rêzesalane,

Nexşediravên wî ji ser destan şemitîn,

* * * * *

Kes ji dêrê herikîn valabû, tenê deng,

Di dergehê giran re, ku ew digindire û xwe asê dike,

Demeke kin hîn dike zîqe zîq, bi tenê li wan kolanên dûr,

Car li vir, li wir dews ditefin,

* * * * *

Yên wan kesan ku xweda ew bi cê hiştine;

Her tişt bêdeng: – û ez li vir rûniştî, li ser kevirê xwe

Her ligel seyê xwe, wek gor’ekê tenya!

Di heştê saliya xwe de kûr, – kor, û di vê ferehiyê de,

Ev cîhana bêdawî fereh a girover

Xwe bêdawî, tu kes nebe ji xeynî seyekî.

(Wergera ji holandî: Stêr Ehmed Neco)

Xebatên ji bo zimanê perwerdeyê

Di 1860’an de Beers li Lîseya Antwerpenê bi zimanê dayika xwe dest bi mamosteyê kir. Di van salan de hema bêje li hemû dibistanan zimanê perwerdeyê bi fransî bû û lewma jî mamostetiya bi zimanê holendî wekî qadeke girîng ê têkoşînê dihat qebûlkirin. Piştî tecrûbeya li Antwerpenê, dibistaneke din ku bi zimanê holendî perwerdeyê dikir li bajarê Gentê vebû. Di salên bê de jî heman dibistan li bajarên din ên Flanderê belav bûn. Di heman demê de Jan van Beers ji bo amadekirina bingeha zimanê standard lez da xebatên xwe û dest bi amadekirina materyalên perwerdeyê kir.

Dibistana Flaman (Rûpeleke ji pirtûkeke perwerdeyê)

Endamtiya Akademiya Flaman

Van xebatan ligel xebatên din ên ji bo zimanê standart, bandoreke mezin li proseya parastina ziman kir û di 1864’an de li Flanderê zimanê standard ê holendî wekî zimanê perwerde û medyayê hat qebûlkirin. Beers piştî vê demê li ser qaydeyên nivîskî yê ziman xebitî Qaydeyên Bingehîn ên Rêbera Holendî nivîsî. Ev pirtûka ku di nava çend salên ewil de tam 21 car hat çapkirin li seranserê Flander belav bû. Di vê dema herî berhemdar a jiyana wî de, gelek caran pirtûkên Beers bi awayekî hemwext li Antwerpê û Amsterdamê hatin weşandin. Ji ber van xebatên xwe yên giranbuha, Beers di 1886’an de wekî endamê Akademiya Flaman a Ziman û Edebiyatê hat hilbijartin.

Di van salan de hema bêje li hemû dibistanan zimanê perwerdeyê bi fransî bû û lewma jî mamostetiya bi zimanê holendî wekî qadeke girîng ê têkoşînê dihat qebûlkirin.

Xebatên siyasî

Ligel xebatên xwe yên ziman Jan van Beers di salên 1850’an de wekî endamê rêxistina îlegal a flaman Her Heilig Verbond kar kir û paşê di siyaseta herêmî ya Antwerpenê de cî girt. Beers di 1875’an de ji partiya lîberal wekî endamê meclîsa bajêr a Antwerpenê hat hilbijartin û 1881 û 1887’an de dîsa heman wezîfeyê bi dest xist.

Pirtûkeke din a perwerdeyê ya Beers

 

Navê wî li kolanan hat kirin

Ji ber xizmetên wî yên ji bo zimanê holendî, Jan van Beers hîn jî li Belçîka û Holendayê tê bibîranîn. Îro li Antwerpê, Amsterdam û Den Haagê navê Jan van Beers li 3 kolanan hatiye kirin,

About Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Check Also

Îrlanda qanûneke li ser ziman qebûl kir

Li Îrlandayê, ji bo parastina zimanê giravê qanûnek hat qebûlkirin. Di çarçoveya qanûnê de, divê …