Îzetbegovîç “li Bosnayê dewleteke yekgirtî û şerîetê dixwaze”

 

 

 

Serokê Republika Sirpska (RS) ya li Bosna-Hersêkê Dodîk diyar kir ku kesê ku li ser riya pêvajoya Bosnayê dibe asteng Bakir Îzetbegovîç  e.

Milorad Dodîk rexneyên giran li endamê boşnak ê Serokatiya Bosna-Hersekê Îzetbegovîç kir û wiha axivî: “Bingeha hemû meseleyan nakokî û têkoşîna li dijî pergala yekgirtî ye ku ji aliyê Îzetbegovîç  ve tê temsîlkirin. Eger ew difikire ku ez wî asteng dikim, ez ji vê pir kêfxweş im.”

Dodîk got ku di pênc salên dawî de mijara entegrasyona bi Yekitiya Ewropayê re RS mekanîzmaya kordînasyonê qebûl kiriye lê ji ber ku “Îzetbegovîç  naxwaze mafê wekhev ê hirwatan hebe” li pêşiya pêşveçûyinê dibe asteng.

Di warê pergala ku Îzetbegovîç  li Bosnayê diparêze de Dodîk wiha axivî: “Çend roj berê Îzetbegovîç  got ku ew ê polîtîkaya bavê xwe bidomîne. Ev jî tê vê wateyê ku divê em hişyar bin, ji ber ku em Bosna-Hersekeke yekgirtî naxwazin û li vir dewleteke şerîetê naxwazin. Em Bosnayeke ku wekî di Peymana Daytonê de hatiye diyarkirin daxwaz dikin.”

Bakir Îzetbegovîç  kurtedemek berê gotibû ku “ew fikar dikin ku Dodîk tiştên ku bi tifing û topan nekaribûye bê kirin hewl dide ku bi qelemê bike” û biryara lidarxistina referandûma yekalî ya RS’yê rexne kiribû.

Li gorî Xala V. a Destûra Bingehîn a Bosna-Hersekê, serokatiyê dewletê ji 3 endaman pêk tê: Yekê boşnak û yekê hirwat ên ji Federasyona Boşnak û Hirwat û yek ji Komara Sirb (RS). Her sê kes bi hev re ji bo çar salan serokatiya dewletê bi hev re dikin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …