Îtalyayê 6 meh mafê xebatê dide hin koçberan

Krîza penabariyê li Îtalyayê bi dawî nabe. Li vî welatî bi sed hezaran koçberên ku ne xwediyê mafê mayînê ne, hene.

Û di prosesa şewba koronayê de, krîza penaberiyê li Îtalyayê kûrtir dibe.

Ev welatê ku nuqteya pêşî ya xwegîhandina koçberan e, bi pêvajoya şewbê re, adeta terkî qedera xwe hatin kirin.

Bi qasî 560 hezar koçberên ji welatên cuda yên Afrîka û Asyayê, li Îtalyayê bêkaxez, ango bêî mafê rûniştinê dijîn.

Îtalya wê li gorî pêdiviya xwe ji nava van koçberan beşekê weke penaberên wextî qebûl bike, wê yên din jî di halê xwe de bên hiştin.

Tê ragihandin ku Îtalyayê biryar daye ji bo şeş mehan mafê xebatê bide koçberên ku di qada tenduristiyê û xizmeta malan û paqijiyê de kar bikin.

Balkêş e ku hin rêxistinên mafên mirovan ev biryara Îtalyayê weke hêjayê pesindanê nirxandin û bi twitterê ev peyam weşandin:

Ev gaveke mezin e ji bo desnîşankirina rûmeta koçberan.

Rêxistina ActionAid bi xwe biryara Îtalyayê rexnekir û got:

Ev siyaseteke berjewendperest a bazarê ye li himberî maf û jiyana welatiyên biyanî.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …