Îspanya terorîzma kontrayên GALê qebûl nake

Dewleta Îspanyol li dijî ETA’yê ligel hêzên ewlekariyê kontrayan jî bi kar anî

Ev koma kontra a bi navê GAL ku di salên 1980’an de aktîf bû, gelek welaparêzên baskê kuştin

Lê digel hemû hewldanan jî dewletê bi israr naxwaze perdeya reş a li ser van bûyerên qirêj bê vekirin

Hewldana dawî ya wekîlekî Baskê ji ber polîtîkaya dewletê ya înkarê careke din bê encam ma

Wekilî Baskî Jon Înarrîtu

Dewleta Îspanyol rola xwe ya di warê bikaranîna kontrayan a li dijî rêxistina serxwebûna Baskê ETA’yê qebûl nake.

Ev koma kontra a bi navê Komên Rizgariyê yên Antîterorîst GAL, di 1983’an de hat damezrandin.

Ev rêxistina xwînrij, ji damezrandina xwe û heta 1987’an bi awayekî aktîf li dijî endamên ETA’yê çalakiyên sûîkastê pêk anîn.

Di encam de li Îspanya û Fransayê 27 welatparêzên Bask ku hin ji wan endamên ETA’yê bûn, hatin kuştin.

Wekîlê parlemena Îspanyayê yê partiya baskî EH Bîldû Jon Inarritu ji bo ronîkirina vê dema reş pêşniyazpirsekê pêşkêşî hukumetê kir.

Îdîa ev e, GAL di 1983’an de ji aliyê dewleta îspanyol ve hatiye dameznrandin

Înarrîtû ji hukumetê pirsî, gelo ew van cînayetên GALê wekî “terorîzma dewletê” bi nav dike an na.

Lê hukumeta Pedro Sançez jî wekî hukumetên berê di bersiveke kurt da û diyar kir, çalakiyên koma kontra wekî terorîzma dewletê nikare bê binavkirin.

Li gorî raporeke 2014’an a hukumeta otonom a Welatê Baskê, nêzîkî ji sedî 40’ê cînayetên GALê hîn jî nehatine ronîkirin.

Siyaseta Bask ji mêj ve ye dide zanîn, GAL di çarçoveya têkoşîna bi ETA’yê re, ji aliyê dewletê ve hatiye damezrandin.

Vîdyoyek li ser cînayetên GALê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …