Îrlandî bû zimanê xebatê yê YE’yê

Zimanê Îrlandî (galîkî)  bû zimanê xebatê yê Yekitiya Ewrûpayê….Ev zimanê ku li welatê xwe hema bêje li ber sikratê ye, bi vî awayî li saziyên Ewrûpî bû xwedî stargehekê…Îrlandî, tevlî Îngilîzî yek ji zimanê fermî yê Îrlandayê ye, lê dîsa jî hebûna wî di xetereyê de ye.

Ev nûçeya ku parazvanên zimanên Îrlandî kêfxweş kir, cara pêşî ji aliyê hukumeta Îrlandayê ve hat parvekirin.

Hukumeta Dûbllînê ragihand, êdî statuya zimanê Îrlandî bûye wekî yên zimanên din ên Yekitiya Ewrûpayê.

Ev jî tê vê wateyê, êdî wê Îrlandî ligel 23 zimanên fermî bibe zimanê xebatê yê Yekitiya Ewrûpayê.

Bê guman ev jî dibe sebeba bilindbûna prestîja  zimanê îrlandî ya li saziyên Yekitiya Ewrûpayê.

Bi sala 2022’an re wê êdî wergera îrlandî ya hemû belgeyên Yekitiya Ewrûpayê bê kirin. Ji bilî vê, di hemû bernameyên saziyên ewrûpî de wergera sîmûltane ya îrlandî wê jî berdestbar be. 

Îrlanda di 1973’an de tevlî Yekitiya Ewrûpayê bûbû û bi vê endamtiyê re peymanên yekitiyê bi Îrlandî jî hatibûn weşandin.

Paşê hukumeta Dublînê ji bo Îrlandî bibe zimanê xebatê yê saziyên Y.Ewrûpayê, di 2005’an de serî li Brukselê dabû.

Rêvebiriya Yekitiya Ewrûpayê di 2007’an de vê daxwazê qebûl kiribû lê ji ber kêmbûna wergêran ev biryar heta niha neketibû pratîkê.

Yekitiya Ewrûpayê bi hevkariya Îrlandayê ji bo amadekirina wergêran di salên dawî de bernameyeke berfireh meşandibû û 170 wergêrên Îrlandîaxêv hatibûn perwerdekirin.

Zimanekî di xetereyê de 

Li Îrlandayê rêjeya axaftina zimanê îrlandî. Ziman herî zêde li herêmên Gaeltachtê tê axaftin. Lê rapor nîşan didin, li van herêman jî îngilîzî belav dibe.

Digel ku Îrlanda welatekî serbixwe ye jî zimanê îrlandî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.

Îrlandî tevî Îngîlizî zimanê fermî yê Îrlandayê ye lê bi tenê ji % 4ê nifûsê ango li derdora 40-50.000 kes bi vî zimanî diaxivin.

Lewma jî UNESCO Îrlandî wekî di zimanê di xetereyê de bi nav dike û banga parastina wî dike.

Li Îrlandayê ji bo parastina ziman li berûberê peravên Okyanûsa Atlantîkê herêma Gaeltacht hatiye damezrandin.

Kesên li vê herêmê ji bo axaftina  bi Îrlandî bi derfetên aboritê tên teşwîqkirin,

Armanc vê polîtîkayê ev e, îrlandî bibe zimanê rojane yê herêmê û bi vî awayî ziman hebûna xwe bidomîne.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …