Îrlanda qanûneke li ser ziman qebûl kir

Li Îrlandayê, ji bo parastina zimanê giravê qanûnek hat qebûlkirin.

Di çarçoveya qanûnê de, divê ji 5’an yekê karmendên dewletê bi Îrlandî biaxivin û herwiha hin reklamên ji bo raya giştî jî divê bi îrlandî bên weşandin.

Îrlandî zimanekî di xetereyê de ye û bi tenê ji sedî 4’ê gelê Îrlandayê bi vî zimanê dipeyive.

Parlemena Îrlandayê piştî bi dehan salan, qanûneke girîng a di lehê zimanê welêt de qebûl kir.

Ev qanûna ku di 2019’an de hat rojeva palemenê, di rûniştina dawî de bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Jack Chambers (Wezîrê Gaeltachtê)

Wezîrê Herêma Parastina Îrlandî Gaeltachtê Jack Chambers derbarê naveroka qanûnê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Chambers got, di vê qanûnê de 32 guherînên nû cî digirin û bi riya wan, statuya zimanê Îrlandî tê bilindkirin. 

Di teksta bi navê Qanûna Zimanên Fermî de, ji bo karmend û reklamên di medyayê de kotaya ziman hatiye diyarkirin.

Li gorî vê, divê heta sala 2030’an, ji pêncan yekê karmendên dewletê bi zimanê Îrlandî baş bizanibin.

Qanûn li ser dewletê ferz dike, 20 ji sedî reklamên ji bo agahdarkirina raya giştî, bi zimanê Îrlandî bên weşandin.


Gaeltacht: Herêmên parastina îrlandî

Herwiha, divê herî kêm 5 ji sedî reklamên bo raya giştî di medyaya bi zimanê Îrlandî de bê weşandin.

Ev yek jî ji bo parastina zimanê Îrlandî ya di medyayê de wekî destekeke girîng tê qebûlkirin.

Digel ku Îrlanda welatekî serbixwe ye jî zimanê wê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye.

Nifûsa Îrlandayê bi qasî 5 milyon e lê bi tenê ji 4 ji sedî yê vê civakê di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê Îrlandî diaxivin.

Li Îrlandayê ji bo parastina ziman, berûberê peravên Okyanûsa Atlantîkê herêma Gaeltacht hatiye damezrandin.

Rojnameyeke dijîtal a bi zimanê îrlandî

Li gorî siyaseta parastinê, kesên bi Îrlandî diaxivin li vê herêmê tên bicîkirin.

Ji vê polîtîkayê jî armanc ev e, Îrlandî bibe zimanê rojane yê herêmê û bi vî awayî ziman li ser axa welêt hebûna xwe bidomîne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …