Îran serîlêdana namzetên kurd a ji bo hilbijartinê red kir

 

 

Îran beriya hilbijartina giştî ya di Sibata 2016’an de serîlêdana gelek namzetan red kir. Di nava namzetên hatine redkirin de yên kurd û reformîst jî hene.

Namzetên kurd ên serîlêdana wan hatiye redkirin ji bajarên Îlam, Sine û Kirmaşan ên Kurdistana Rojhilat e. Bi tenê namzetiya pênc namzetên ji Ormiyê hat qebûlkirin.

Di vê navberê de namzetiya hemû namzetên Eniya Yekgirtî ya Kurd ji aliyê rêvebiriya îranî hat redkirin. Di nava namzetiyên hatin redkirin de heşt wekîlên kurd ên Parlamentoya Îranê jî heye. Çar ji van wekîlan ji Sineyê ne û sê ji wan ji Îlamê ne.

Siyasetmedarên kurd ên li Îranê bawer dikin ku hêza serokomarê Îranê tuneye ku ji bo diyarkirina hejmara namzetan an redkirina serîlêdana namzetan bandorê li ser Konseya Parastina Destûra Bingehîn bike.

Reformîstên îranî diyar kirin ku ji % 99’ê namzetên wan hatin redkirin û bi tenê serîlêdana 30 kesan hat qebûlkirin.
Hilbijartinên giştî yên Îranê wê di 26’ê Sibatê de bê lidarxistin. Di hilbijartinê de wê 290 endamên Meclîsa Şêwrê û Meclîsa Pisporan bên hilbijartin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …