Îran dîroka kurdan bi dizî talan dike’

 

 

Hat zanîn dewleta Îranê hinek grûpên mafyayî yên dizek ava kirine û ev rêxistina diz li rojhilatê Kurdistanê berhemên dîrokî dibin, ji bo farskirinê teslîmî mûzeyên dewletê dikin.

Hat zanîn dewleta Îranê hinek grûpên mafyayî yên dizek ava kirine û ev rêxistina diz li rojhilatê Kurdistanê berhemên dîrokî dibin, ji bo farskirinê teslîmî mûzeyên dewletê dikin.

Li gor nûçeya ji aliyê Rojî Kurd we hatiye weşandin, çalakvanên sivîl ên bajarokê Selasê yê Bawecanê, Komara Îslamî ya Îran bi riya çend grupên xwe yên mafyayî hewl dide ku berhemên dîrokî yên Kurdistanê bidize û talan bike.

Herwaha çalakvanekî sivîl ê Selasa Bawecanê diyar kir ku ev grûpên mafyayî îsal ji salên bihurî zêdetir xebatan dimeşînin, bi gel re pêwendiyan datînin ku berheman bifroşin wan û van berheman vediguhêzin destên fermî.

Çalakvanê sivîl eşkere kir ku wêneyên çendek van berheman di nava xelkê de berbelav e û dîmen nîşan didin ku padişahekî kurd digel malbata xwe cil û bergên kurdî li xwe kirine. Mixabin ne diyar e bê ka ev berhema kurdî li ku ye?

Jêder: Basnews

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …