Inuit li dûv fermîbûna zimanê xwe ne

A.Rahman Çelîk

Zimanê Inuktitut li herêma Nunavutê ya li Bakurê Kanadayê tê axaftin.

Nunavut di sala 1999’an de di bin navê statuya “herêm”de (territory) statuyeke lawaz a otonomiyê wergirt.

Ji bo zindîkirina zimanên xwecî yên li ser dinyayê ku Kanada serkêşiya wan dike, Neteweyên Yekbûyî bi dehan salane xebateke daye destpêkirin.

Aluki Kotierka ku li UNESCO’yê nûnertiya gelê Inuitan dike, ji Kanadayê xwest zimanê Inuktitut jî li gel Fransî û Îngilîzî bike zimanê fermî.

Aluki Kotierk. Nûnera inuit a li UNESCO’yê.

Ji bo pêkanîna vê yekê jî hêzeke ji nûnerên Inuît, Neteweyên Esil û Metîsan ku heta sala 2032’yan wê bixebitin hatiye sazkirin.

Nûnerên vê hêzê ji bona zimanên xwecî li Kanadayê zêdetir bê axaftin û li dibistanan perwerdehiya wan bê kirin, wê hewl bidin.

Li gel vê yekê, berdevkekî Wezîrê Mîrateya Çandî Pablo Rodriguez jî da xuyandin ku hikûmet jî ji bo teşwîq û zindîkirina ziman di nava hin hewildanan de ye.

Herêma Nunavut

Hêjayî gotinê ye; li gorî UNESCO’yê li Kanadayê nêzîkî 90 zimanên xweciyan di xetereyê de ye.

Inuktitut û zimanên cîran. Hemû zimanên li bakurê Kanada û Greendlandê tên axaftin nêzîkî hev in. 

Zimanê Inuktitut li herêma Nunavutê ya li Bakurê Kanadayê tê axaftin.

Ev herêma Arktîk a li dora qutba bakûr pir mezin e û ji ber ku pir nêzîkî qutûbê ye, ji bo wargehên mirovan pir ne musaît e.

Nunavut di sala 1999’an de di bin navê statuya “herêm”de (territory) statuyeke lawaz a otonomiyê wergirt.

Li gorî hilbijartina sala 2016’yan ji sedî 70’yên wan li Nunavutê û 30’ê wan li Quebecê, nêzî 40 hezar Inuit dijîn.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …