Însîyatîfa xweser ji bo hebûna xwe di ber xwe dide

Necat Ayaz

City Plaza ciyekî dagirkirî ya li navenda Atînayê ye ku nêzîkî 200 mirov lê dimînin. Rûnistvanên otêlê xwe bi xwe vir bi rêve dibin ku ev jî tê vê wateyê ku hemû rûniştvan xwedî mafê û wezîfeya beşdariya meşandina hemû çalakiyên wê yên rojane ne.  Ji 2016’an û vir ve li derdora 3000 penaber beriya ji bo dîtina jiyaneke baştir biçin welatekî din ê Ewrûpayê, di demên cihê cihê de bûne xwedî şensê mayina di otêlê de. Ev rastî, vir kiriye ciyekî transit ji bo penaberan lê çûyina penaberan bi hêsanî ji aliyê penaberên nûhatî ve hatiye balanskirin û vê yekê hiştiye ku otêl heta aniha vekirî bimîne. Ji ber vê rastiyê, ji aliyekî ve vir bûye dibistanekê ku xwendekarên perwerdeya xwe kuta kirine çûne û xwendekarên nûhatî dewsa wan girtine.

Olga ji destpêkê de beşdarê afirandina vê projeya ji bo piştgiriya bi penaberan re bûye û ew hîn jî bi awayekî çalak dixebite. Ew endamê rêvebiriya otêlê ye û xwedî gelekî peywiran e ku ji bo domandina  vê însiyatîfê xwedî girîngiyeke mezin in. Digel berpirsiyên wê yên girîng û tesîra wê ya li ser pêvajoya  biryardayinê, ew pir dilnizm e û di jiyana rojane ya di hundirê otelê de xwedî profîleke nizm e. Ew dilxwaz e bo axaftina di derbarê destpêk û pêşketina vê însîyatîfê û senaryoyên muhtemel yên pêşerojê.

Dagirkirina City Plaza

Di 2015 û 2015’an de ji milyonekê zêdetir penaberên ku derbasî Yewnanîstanê bûn berê xwe dan Almanya û welatên din ên Ewrûpayê. Gelek netewe-dewletên Ewrûpayê ku Yewnanîstan jî di nava wan de ye nikaribûn ji ber koça pir mezin a penaberan sînorên xwe bigirin. Ev koça penaberan gelek derdorên civaka yewnan matmayî hist û bi mebesta dîtina çareseriyê an qet nebe ji bo penaberên pêdiviya wan bi awayekî lezgîn bi alîkariyê hene xiste nav hewldanan. Olga yek ji endamên komeke polîtîk a alternatîf bûye ku hewl dane alikariya penaberên mayî yên kolanên Atînayê tije kirine, bikin. Ew dide zanîn ku di destêka 2016’an de li Yewnanîstanê li derdora 60 an 80 hezar penaber mane an jî mirov bi rastî bêje li wir asê bûne. Bi fikra Olga polîtîkaya dewletê girtina penaberan li çolterê an li gettoyên dûrî navendên bajaran bûye. Dewlet bi vê yekê xwestiye ku têkiliyên di navbera wan û welatiyên yewnan de asteng bike. Lewma însîyatîfa ku divê ji aliyê koma wê ya polîtîk û komên din ên nêzîk bihatana damezrandin riyeke din bişopanda. Armanca wan a sereke li navenda Atînayê peydekerina ciyên mayinê yên bo penaberan bû. Di heman demê de wan dixwest vî ciyê nû vegerînin navenda têkoşînê ya li dijî rejîma sînor a Ewrûpayê û polîtîkayên wê yên koçberiyê.

Ew dibêje ku di destpêka 2016’an de Diktio ku ew jî endameke wê bûye û sê komên polîtîk ên din Însîyatîfa Piştgiriyê ya ji bo Penaberên Aborî û Polîtîk damezrandine. Kurtedemeke şûn ve her du komên din ji însîyatîfê veqetiyane û Diktio tenê maye. Lê ew hîn jî xwedî alîkariya hin derdorên penaberan bûne ku yek ji wan jî kurd bûne. Di Nîsana heman salê de endamên însîyatîfê û dostên wan City Plaza ya li navenda Atînayê ku li ser kolaneke qerebalix a bi navê Acharnon cî digire dagir kirine. Otêl sê an çar salên dawî vala bûye û lewma jî beriya ku penaber li wir bên bicîkirin gelek karên ku divê bihatana kirin hebûye. 

Rêxistinkirina jiyanê li ciyekî dagirkirî

Çawa ku otêl hatiye paqijkirin û temîrata pêwîst hatiye kirin komên xebatê yên ji bo karên dêwane yên rojane bikin hatine damezrandin. Komên cihê berpirsiya paqijkirinê, xwarinçêkirinê, ewlekariyê. karê lojîstîkê, perwerdeyê, lênerîna zarokan, xizmeta tibî, resepsiyon û hwd dikin. Bi saya vê karbeşiyê, meşandina ciyekî ewqas mezin a wekî City Plaza pêk tê.

Piştî damezrandinê, problema peydekirina alavên pêwîst ên ji bo rûniştvanên nû yên otêlê û pêdiviya dîtina çavkaniyên aboriyê derketiye pêşiyê aktîvîstên otêlê. Olga dibêje ku wan bi riya damezrandina toreke ewrûpî ku bi giranî ji komên antî faşîstan pêk tê, vê problema mezin çareser kirine. Ev tora xurt  konserên mezin û çalakiyên din ên ji bo peydekirina pereyan a ji bo vê însîyatîfê li dar xistiye. Olga diyar dike ku alavên din ên fînansê yên ji bo zindîhiştina vê însîyatîfê bexşandina pereyan e. Ew bi israr dibêje ku wan tu caran alîkariya aboriyê ji dewlet, partiyên polîtîk û şîrketan nexwesti ye.

Ji bilî odeyên rûniştvan lê dimînin kafeteryayek, dibistanek ji bo zarokan, odeyeke wekî qada jinan tê bi kar anîn û kafeyek ku rûniştvan û mêvan dikarin lê vexwarinên germ vexwin hene. Di hundirê kafeteryayê de metbexê ku ji bo rûniştvanan taştê û şîv tê amadekirin cî digire. Rûniştvan di çarçoveya pergala rotasyonê de li vir şeftiyê dikin. Ji bilî vê, hemû rûniştvan divê ji mehê carekê li kafeteryayê bixebitin. Xwarinên pêwîst di çarcoveya butçeya otêlê de ji derve tên kirîn. Her kesê gihiştî yê her odeyê divê ji hefteyê carekê li metbexê bixebite an karê paqijiyê bike.

Dilxwaz

Di nava vê otêla pir mezin de 126 ode hene ku 100 ji wan ji bo penaberan hatine veqetandin. 26 odeyên din ên dilxwazan e ku ji welatên cihê yên Ewrûpayê hatine. Ev rastî nîşan dide ku rola dilxwazan a di meşandina însîyatîfê de çiqas girîng e. Ew ji nuqteya ewlekariyê ya li ber deriyê otêlê heta metbexê di hemû karan de ciyê xwe digirin. Her koma dilxwaz ji welatekî cihê tê û li vir çend meh dimîne. Dema dewra wan a xebatê bi dawî dibe ew vedigerin welatê xwe û komeke din ji welatekî din ciyê wan digire. Ji aliyekî din ve tiştekî gelek normal e ku hin kesên dilxwaz li vir şeş meh heta ji saleke zêdetir dimînin û li otêlê bêtir dibin xwedî wezîvefeyeke mayinde. Eger dilxwazên ku tecrûbeyên cihêreng bi xwe re tînin û digel her berdêlî ruhê parastina vî ciyê hatiye dagirkirin zindî dihêlin beşdar nebûna, vê însîyatîfê wê bi hêsanî dom nekira.

Texmînên ji bo pêşerojê

Piştî axaftina li ser dîrok û bi serfirazî domandina Plazayê heta vê demê, Olga li ser sekinandina dijwariyên li ser riya vê însîyatîfê disekine. Ew diyar dike ku ji bo domandina Plazayê pêdiviya wan bi zêdetir xebatê heye. Ew, pêvajoya ku Plaza hatiye dagirkirin pêvajoyeke şoresger a dîroka nêzîk a yewnan bi nav dike û dide zanîn ku wan di vê dema aktîvîzma neasayî de bi hêsanî destek dîtine. Bi derbasbûna demê re, vê destekê û hejmara kesên xwedî tecrûbe yên ji bo domandina însîyatîfa Plazayê dest bi paşveçûnê kiriye. Ji ber vê rastiyê, berpirsiya kesên di rêvebiriyê de roj bo roj zêdetir bûye. Olga ji van kesên ku ji dema destpêkirina vê pevajoyê ve herî zêde di bin ve tesîrê de maye ye. Ew dibêje ku hema hema her roj divê li otêlê be û ew nizane ew ê çiqas bikaribe vê karê giran û domdar bidomîne. Li aliyekî din, şensê ku wê hin aktîvîstên dilxwaz wezîfeya rêvebiriya aniha bigire ser xwe pir kêm e. Ev ne mubalaxa ye ku bê gotin City Plaza bi mezinbûna xwe hem jî bi tecrûbeya berxwedanê ya li dijî pergala sînor a ewrûpî navenda ciyên ji bo penaberan hatiye dagirkirin e. Ji ber vê girîngiyê, îhtîmaleke têkçûna însîyatîfê dibe ku bikaribe tesîreke xerab li ser însîyatîfên bi vî rengî yên li aliyên din ên Ewrûpayê ne bike. Rêxistinvan û destekarên City Plazayê baş hay ji vê rastîyê hene û hewl didin ku pêkhatina senaryoya herî xerab asteng bikin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …