Înkar û radîkalîzm sebeba aloziya li herêma Pataniyê ye

Înkara Neteweyî û olî li her derê Cîhanê aramiyê ji holê radike û dibe sebeba aloziyan.

Li hin welatan rêxistinên olperest vê rewşê li gorî berwejendiyên xwe bikar tînin û meseleyê bêtir giran dikin.

Li başûrê Taylandê jî hema bêje heman senaryo pêk hat û ev jî bû sebaba şerekî navxweyî.

Pattanî herêmeke li başûrê Taylandê ye û li ser sînorê Malezyayê cî digire.

Ev herêma ku nifûsa wê qasî 700 hezar e, piranî ji misilmanan pêk tê.

Parêzgehên malayên misilman

Polîtîkayên Taylandê û rêxistinên pattanî yên şîdetê, di salên dawî de aramiya herêmê ji holê rakirin û Pattanî veguherandin ciyekî aloziyê.

Taylandê ji bo guherandina nasnameya herêmê, bi dehan salane polîtîkayên asîmîlasyona çandî meşandiye.

Lê polîtîkaya înkarê ya rêvebiriya Bankongê, bûye sebeb ku mixalefeta li herêmê bêtir radîkal bibe.

Bi pêşengiya rêxistinên îslamî, li herêmê perwerdeya olî destpê kir û zarok li ser bingeha olî hatin perwerdekirin.

Înkara navendê û radîkalîzma herêmî kir ku piştî 2001’an li vê herêma biçûk û şîrîn şerekî navxweyî pêk were.

Ji bo tepisandina rêxistinên çekdar ên li herêmê, Tayland bi hezaran leşker şandin Pattaniyê.

Komeke leşkerên Taylandê li ser serê mîlîtaneke malayê misilman in

Û di encama vî şerê bi xwîn de, piraniya wan sivîl, li vê herêmê nêzîkî 7 hezar kes hatin kuştin.

Gelê li herêmê ji vê aloziya ku qasî 20 sal in didome êdî bêzar bûye û gel di wê baweriyê de ye, êdî dema aştî û aramiyê hatiye.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …