Îmtîyazên Hêzê

 

 

Noam Chomsky

Dema ku sala 2013’an ber bi bidawîbûnê ve çû, BBC di derheqê encamên anketa WIN/Gallup International’de nûçeyekê weşand: “Bi ya we di cîhana îro de kîjan welat xetereya herî mezin a li hember aştiyê pêk tîne?”

Li gorî encamên anketê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) sê car zêdetir ji Pakîstana ku di rêza duyemîn de cî digirt, pûan girt.

Bi awayekî berevajî, nîqaşa li derdora akademîsyenên û medyaya amerîkî ya di derheqê ku gelo Îran dikare bê bisînorkirin û gelo sîstema şopandinê ya dêwanê ya NSA’yê ji bo ewlehiya parastina DYA’yê pêwîst e an na de bû.

Li hin aliyên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn ku piraniya nifûsê DYA û hevalbendê wê yê nêzîk Îsraîlê tehdîta sereke ya ku pê re rû bi rû mane dihesibînin, ne faworiyê DYA-Îsral Îranê lê DYA wekî tehdîta li hember aştiya cîhanê tê dîtin.

Muhtemele ku kêm kesên li Amerîkaya Latîn fikrê neteweperestê kubayê Jose Martin ku di 1894’an de nivîsandibû ku “Ew çiqas ji DYA’yê dûr bikevin wê ewqas gelên Amerîkaya Latîn azadtir û zengîntir bibin.”

Fikra Martî di salên dawî de carekê din ji aliyê analîzeke xizaniyê ya ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya Amerîkaya Latîn û Karayîbê ya Neteweyên Yekbûyî ku di meha derbasbûyî de hat weşandin, hat erêkirin.

Rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan dide ku reformên kûr ên ku li Brezîlya, Ûrûgûay, Venezûela û hin welatên ku tesîra Amerîkayê li ser wan kêm e, bi awayekî pir zelal xizaniyê kêm kiriye lê li welatên wekî Guatemala û Hondûrasê ku demeke dirêj e di bin serdestiya Amerîkayê de ne rewş pir xerab e. Heta li Meksîkaya ku hinekî zengîne, di bin şemsiyeya Peymana Bazirganiya Azad a Bakurê Amerîkayê de xizanî xurt bûye û di 2013’an de milyonek mirov ketine nava kesên xizan.

Carinan sebeba ji bo fikara cîhanê bi awayekî ne dîrekt li DYA tê qebûlkirin. Berpirsê kevn ê CIA’yê Michael Hayden di nîqaşa xwe ya li ser kampanyaya kuştinên bi riya balafirên bê pîlot dihatin kirin de qebûl kir û got ku “Niha li cîhanê ji bilî Afganîstanê û belkî jî ji Îsraîlê pê ve ti dewlet tune ne ku ji bo van operasyonan nêzîkbûna me ya di warê sebebên hiqûqî de qebûl bikin.”

Dewleteke normal wê bifikiriyana ku ew li cîhanê çawa tê dîtin. Wekî Bavên Damezrîner (ên Amerîkayê –wrgr-) dibêjin eger welatekî xwe spartibe “rêzdariya ji bo fikrên mirovahiyê” vê yekê rast e. Lê DYA ji welatekî normal pir dûrtir e. Ew sed sal e aboriya herî bihêz a li cîhanê ye û digel hinekî bi awayeki qismi di bin kontrola xwe de paş ve çû be jî, ji Şerê Cîhanê II’yemîn û heta niha li dijî hegemonyaya wê ya global berxwedaneke rastîn pêk nehatiye.

Zanebûna Amerîkayê ya “hêza nerm” bi armanca afirandina îmajeke baş, kampanyayên mezin ên “dîplomasiya raya giştî” (propaganda) li dar dixe û carinan van polîtîkayên kêrhatî yên baş tên pêşwazîkirin, ligel van kampanyayan tên meşandin. Lê dema cîhan baweriya xwe ya ku Amerîka tehdîta herî mezin a li hember aştiyê ye didomîne, çapemeniya amerîkan kêm van rastiyan diweşîne.

Şarezahiya îhmalkirina rastiyên nayên xwestin yek ji îmtiyazên hêza kes li hember wê nekare bisekine ye. Bi awayekî radîkal revîzekirina dîrokê ji nêzîk ve bi vê re eleqeder e.

Mînakeke nû dikare di xemgîniya di derheqê bilindbûna nakokiya sunî-şiî ya Rojhilata Navîn parçe parçe dike û bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê pêk tê de, bê dîtin. Temaya serdest a şîroveya DYA’yê ya di derbarê vê mijarê de ev e ku vê pevçûnê encama pir xerab a paşvekişîna hêzên amerîkan a ji herêmê ye. Ev, derseke xetereyên “îzolasyonîzmê”ye.

Dijberê vê şîroveyê bêtir rast e. Kokên nakokiya di nava îslamê de pir in û cihêreng in lê nekare bê înkarkirin ku vê nakokiyê ji aliyê dagirkirina Iraqê ya di bin rêberiya amerîkan û brîtaniyan de hat zêdekirin. Û nekare bê dûbarekirin ku êrîş di Darizandinên Nurembergê de wekî “ sûcê navneteweyî ya sereke” hatiye terîfkirin û ji ber hemû xerabiyên piştî wê pêk tên ku di nava wan de karesata niha jî heye, ji sûcên din cûdatir e.

Terîfeke balkêş a bilez revîzekirina dîrokê, reaksiyona amerîkan a li dijî karesatên niha li Felûceyê pêk tên e. Temaya serdest a li vir, êşa di derbarê berdêlên leşkerên amerîkan ên ji bo rizgarkirina Felûce şer kirine û mirine de ye. Dema nûçeyên êrîşa Amerîyê ya li dijî Felûceyê ya di 2004’an de bê dîtin wê bilez bê famkirin ku vê kiryarê di nava sûcên şer ên herî bê wijdan û qirêj de ye.

Mirina Nelson Mandela di mijara tesîra balkêş a ku navê “mihendîsiya dîrokî” lê tê kirin de mînakekê derxist holê: Bi armanca xizmeta ji pêdiviyên hêzê re ji nû ve çêkirina rastiyên dîrokî.

Dema ku di dawiyê de Mandela azadiya xwe bi dest xist, wî eşkere kir ku “Di hemû salên min ên di girtîgehê de derbas bûn, Kuba îlhamekê û birceke bihêzbûnê bû. (Serkeftinên Kubayê) mîta nepêkanbûna têkbirina zilmkarên spî hilweşand (û) ji girseyên şer dikirin yên li Afrîkaya Başûr re bû îlham. Ev, niqteyeke krîtîk a ji bo rizgarkirina parzemîna me –û gelê min- a ji felaketa apartheidê bû. Kîjan welat di têkiliyên xwe yên bi Afrîkayê re dikare ji Kubayê zêdetir fidakarî nîşan bide?”

Îro navên kubayiyên ku di parastina Angolayê ya ji êrîşa ji aliyê Amerîka-Afrîkaya Başûr de mirin, li ser “Dîwarê Navan” ê li Parka Azadiyê ya Pretoryayê hatine nivîsandin. Û bi hezaran karkerên alîkariyê yên kubayî yên ku bi giranî ji kîsê Kubayê Angolayê li ser piyan hiştin, nayên ji bîr kirin.

Wersiyona ji aliyê Amerîkayê hatiye qebûlkirin bi tevahî cûda ye. Piştî rojên pêşiyê yên ku Afrîkaya Başûr qebûl kir ku ji Namîbyaya ku bi awayekî bêhiqûqî di 1988’an de dagir kiribû vekişe û bi vî awayî riya bidawîbûna apartheidê amade bû, vê encamê ji aliyê The Wall Street Journalê wekî “serfiraziya muhteşem” a dîplomasiya Amerîkayê, “yek ji serfiraziyên herî girîng ê rêvebiriya Reagan” hat bi nav kirin.

Sebebên ku çima Mandela û Afrîkaya Başûr wêneyekî cûda yê radîkal pêk tînin, di xebata serfiraz a Piero Gleijeses a bi navê “Wîzyonên Azadiyê: Havana, Washington, Pretoria û Têkoşîna ji bo Afrîkaya Başûr, 1976-1991” de hatiye nivîsandin.

Wekî ku Gleijeses bi awayekî ku mirov îqna dike nîşan dide, êrîşa Arfîkaya Başûr û terorîzma li Angolayê û dagirkirina Afrîkaya Başûr a Namîbyayê ji aliyê “xurtbûna leşkerî ya Kubayê” ku ji aliyê “berxwedana bi şîdet a reşik a nava li Afrîkaya Başûr û wêrekiya gerîlayên Namîbyayê hatiye temamkirin, hatiye bidawîkirin. Hêzên rizgariyê yên Namîbyayê di kêliya ku lidarxistina wê pêkan bû, bi hêsanî di hilbijartina demokratîk de bi ser ketin. Wekî ve, di hilbijartina li Angolayê de hikumeta ku ji aliyê Kubayê piştevaniya wê dihat kirin bi ser ket –di vê demê de digel ku Afrîkaya Başûr mecbûr hatibû hiştin ku vekişe, Amerîka desteka xwe ya ji bo terorîstên mixalif ên bêwijdan domand.

Di dawiyê de, rêvebiriya Reagan di warê desteka xwe ya xurt a ji bo rejîma apartheidê û tehribatên wê yên kujîner ên li welatên cîran de bi tena serê xwe man. Digel ku van epîzodên ku mirov jê şerm dike dikarin di dîroka hundir DYA’yê de ji holê bên rakirin, muhtemele ku mirovên li aliyên din ên cîhanê dikarin gotinên Mandela fam bikin.

Di van mijaran de û di gelek mijarên din de hêza serdest heta radeyekê li dijî realîteyê parastinekê pêk tîne.

————

Gotar di 05.02.2014’de di malpera Truth-out.org’de bi îngilîzî hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …