Îmran Xan: Çima Pakistan ji Rûsyayê gazê nakire?

Îmran Xan di mîtînga dawî de polîtîkaya enerjiyê ya Pakistanê rexne kir

Xan vê pirsê kir: Çima  Pakistan wekî Hîndistanê ji Rûsyayê gaza erzan nakire?

Lîderê Pakîstanê Îmran Xanê ku ji kar hatibû daxistin, rojên dîsa lez dide ajîtasyona xwe ya siyasî.

Navenda mîtînga dawî, duyemîn bajarê mezin ê Pakistanê Lahor bû.

Bi beşdariya deh hezaran, ciyê mîtîngê mişt ji çalakgeran tije bû.

Aliyê herî balkêş ê axaftina Îmran Xan, gotinên wî yên derbarê polîtîkaya hukumetê ya kirîna gazê de bû.

“Hîndistan serbixwe ye”

Xan got, Hîndistan digel hemî zextan jî ji Rûsyayê gaza erzan dikire û bi vî awayî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.

Xan ji ber vê helwestê, Hîndistan wekî welatekî serbixwe pênase kir û pesnê polîtîkaya enerjiyê ya hukumeta New Delhiyê da.

Herwiha Îmran Xan da zanîn, digel ku tu hevalbendiya Pakistanê bi Amerîkayê re tuneye jî hukumeta Pakistanê naxwaze ji Rûsyayê gazê bikire.

Derbeya parlemenê

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan di 10’ê nîsanê de bi derbeyeke siyasî ji kar hatibû dûrxistin.

Rojekê piştî derbeyê, Şehbaz Şerîf bi dengdana parlemenê bûbû serokwezîrê Pakistanê.

Îmran Xan vê encamê qebûl nekiribû û banga berxwedanê kiribû.

Piştî vê bangê, çalakiyên girseyî dest pê kiribûn û gav bi gav belavî seranserê Pakistanê bûbûn.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …