Ikastola: Dibistanên perwerdeya bi zimanê baskî

Di 1957’an de dibistana ewilî ya Ikastola li bajarê Bilbaoyê tê vekirin. Di vê demê de mamosteyên ku ji aliyê Zipitra ve hatine perwerdekirin li San Sebastin û li hin navendên din ên herêma Guipuzkoayê dibistanên din vedikin. Di van dibistanên  metoda fêrkirina baskî ya Zipitrayê di perwerdeyê de tê bikaranîn.

Welatê Bask ji aliyê du hêzên mezin ên Ewrûpî, Îspanya û Fransayê ve demeke dirêje hatiye dagirkirin. Serdestiya zimanê van her du dewletan bi sedselan e li vî welatî didome û ji ber vê yekê zimanê baskî li ser erdên xwe bûye zimanê duyemîn. Têkoşerên zimanê baskî ji bo parastina ziman ji sedsala 19’emîn û vir ve ketine nava tevgerê û bi giranî li herêmên bask ên di bin serdestiya Îspanyayê de doza ziman pêş xistine.

Ji destpêka sedsala 20’emîn û pê ve pêdiviya damezrandina bingehên perwerdeya bi baskî gav bi gav derketiye holê. Di 1914’an de ikastolaya ewilî li Baskê hatiye vekirin û di dema rejîma komarger a Îspanyayê ya di salên 1930’an de hejmara van dibistanan zêde bûye. Mixabin piştî têkçûna dewleta komarger a ji aliyê hêzên faşîst ve, perwerdeya bi baskî hatiye qedexekirin

Elbira Zipitra

Elbira Zipitra û perwerdeya ziman a veşartî

Aktîvîsta zimanê baskî Elbira Zipitra piştî Şerê Navxweyî yê Îspanyayê, di 1943’an de bi awayekî veşartî li mala xwe ya li bajarê San Sebastianê perwerdeya bi baskî dide komeke zarokan. Ji ber eleqederiya mezin a malbatan, di 1946’an de ciyekî firehtir ji bo perwerdeyê tê girtin û beşdariyeke berfirehtir Zipitra perwerdeya bi baskî didomîne. Zarokên heta temenê 9’an dikaribûn beşdarê vê perwerdeyê bibûna.

Paşê xwişkên din ên bi navê Amale û Iritzar di 1949’an de ji aliyê Elvira Zipitra ve ji bo mamostetiya zimanê baskî tên perwerdekirin û çendekî şûn de îcar Iritzar li mala xwe dest bi perwerdeya baskî dike. Zarokên sê çar salî beşdarî perwerdeyê dibin û gelek zarok fêrî zimanê baskî dibin. Di 1953’an de Faustina Karril ku yek ji xwendekarê Zipitra bûye, li mala xwe dest bi perwerdeya zarokên sê çar salî dike.

Damezrandin û belavbûna ikastolayan

Piştî van xebatên destpêkê yên ji bo avakirina bingeha perwerdeya bi baskî, di 1957’an de dibistana ewilî yê Ikastola li bajarê Bilbaoyê tê vekirin. Di vê demê de mamosteyên ku ji aliyê Zipitra ve hatine perwerdekirin li San Sebastin û li hin navendên din ên herêma Guipuzkoayê dibistanên din vedikin. Di van dibistanên ikastola de metoda fêrkirina baskî ya Zipitrayê di perwerdeyê de tê bikaranîn.

Di 1963’an de li herêma Alava/Arabayê ku bi giranî di bin tesîra asîmîlasyona îspanyol de maye, ikastolaya pêşiyê tê vekirin. Seferberiya ji bo perwerdeya bi zimanê baskî bandorê li erdên bask ên li Fransayê jî dike û di 1964’an de li vir ikastolayek tê avakirinn. Di navbera salên 1957 û 1975’an de li gelek aliyên Baskê Ikatola tên vekirin. Herêma herî mezin Navarra ku ji aliyê dewleta îspanyol ve ji Welatê Bask hatiye veqetandin di 1965’an de ikastolayek tê vekirin.

Elbira Zipitra û çend xwendekarên wê

Di destpêkê de rejîma Franko zextê li ser van dibistanan dike û gelek caran ji bo meşandina perwerdeyê astengî derdixe. Lê komeleyên dê û bavan ên ji bo perwerdeya bi zimanê baskî hatine damezrandin bi israr destekê didin van dibistanan û lewma xebat bênavber didome. Rejîma Franko li hember vê biryardarî û desteka civakî, polîtîkaya xwe ya qedexekirinê diterikîne lê li aliyekî din hebûna van dibistanan nasnake.

Komeleyên dê û bavan ji bo legalîzekirina sîstema perwerdeya bask bi dêra Katolîk re hevkariyê dikin û dixwazin dîplomeyên di dawiya vê perwerdeyê de didin ji aliyê dewletê ve jî bê naskirin. Di encam de ikastola bi awayekî fermî bi dêra Bask ve tên girêdayîn ev jî prestîj û meşrûiyeteke mezin ji van dibistanan re tîne. Piştî vê gavê hejmara dibistanan li her aliyê welat zêde dibin û di 1969’an de Federasyona Dêrê ya Ikastolayan tê damezrandin.

Di salên 1967-68’an de hikumeta îspanyol dawî li polîtîkaya xwe ya nenaskirinê tîne lê di heman demê de ji bo kontrolkirin û bisînorkirina sîstema perwerdeya bask gelek tedbîran digire. Digel vê jî hejmara dibistanan û xwendekarên beşdarê vê perwerdeyê dibin her ku diçe zêde dibin.

Herêmên Welatê Bask ên li Îspanya û Fransayê

Fermîbûna sîstema perwerdeya baskî

Di 1976’an de hebûna zimanê baskî ya li hemû dibistanên li Welatê Bask bi biryareke dewletê hat fermîkirin. Di 1978’an de dawî li rejîma Franko tê û ji bo bersivdayina daxwaza azadiyê yên gelên li Îspanyayê herêmên xweser tên damezrandin. Di 1979’an de li ser parçeyeke erdên bask ên li Îspanyayê Herêma Xweser a Welatê Bask tê damezrandin. Ligel mafên berfireh ên siyasî û aborî, mafên parastina çand û zimanê bask jî dikeve destê rêvebiriya xweser. Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Bask hebûna sîstema ikastolayan nas dike û di 1980’an de bi Wezareta Perwerdeyê ya Îspanyayê re Peymana Ikasyolayan îmze dike. Di encama vê de perwerdeya bi baskî ya li 1738 polên li erdên di bin destên rêvebiriya bask de dibin xwedî statuyeke legal. Paşê, bi Qanûna Dibistanên Fermî yên Bask a di 1993’an de komeke ikastola dibe parçeyeke qada perwerdeya fermî. Ikastolayên din jî wekî kolejên taybet ên ji aliyê hin saziyên din ve tên birêvebirin hebûna xwe didomînin.

3 modelên perwerdeyê

Li Welatê Bask kesên perwerdeya bi baskî dixwazin zarokên xwe dişînin dibistanên ikastola ku li wir li gorî realîteya duzimanî ya civakî 3 modelên perwerdeyê tên pêşkêşkirin. Bingeha modela A’yê li ser îspanyolî hatiye damezrandin û baskî wekî dersekê ye. Modela B’yê modeleke duzimanî ye û hebûna îspanyolî û baskî wekî hev e. Modela D’yê li ser baskî hatiye damezrandin û îspanyolî wekî dersekê tê dayîn. Di destpêkê de modela X ku bi tevahî ji îspanyolî pêk dihat aniha ji ber hişmendiya pêşketina parastina zimanê baskî ji holê rabûye. Li gorî statîstîkên salên dawî, ji % 73’yê xwendekarên ikastolayan perwerdeya modela D’yê tercîh dikin. Ev jî baş nîşan dide ku têkoşîna perwerdeya zimanê baskî ku Elvira Zipitra jê re pêşengiyê kiriye dîwarên asîmîlasyonîst a li hember baskî hilweşandiye.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …