IHD rapora 37 rojên pevçûnê eşkere kir

 

 

 

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirov (İHD)  bîlançoya pêvajoya pevçûnê ya dema dawî bi raporekê li şaxa Amedê eşkere kir. Serokê Giştî yê IHD’ê Ozturk Turkdogan, endamên Lîjneya Rêvebiriya Navendî û serokê şaxa Amedê Racî Bîlîcî beşdarê daxuyaniya çapemeniyê bû.

Serokê IHD’yê Ozturk Turkdogan got ku di pêvajoya 37 rojên di navbera  21 Tîrmeh-28 Tebaxê de  2,544 kes hatine binçavkirin û ji van 338 kes hatine girtin. Dogan diyar kir ku di vê pêvajoyê de 92 leşker-polîs, 38 gerîla û 48 sivîl hatine kuştin.

Girtina sivîlan

Di raporê de hat diyarkirin ku komkujiya sivîlan dişibe komkujiyên di salên 90’î de hatin kirin û di heman pêvajoyê de girtina kesên sivîl jî gelek bilind bûye. Hat ragihandin ku ji hejmara zêde ya kesên hatine girtin 111 kes zarok, 5 rojnamegerên biyanî bûne û 136 kesên hatine girtin jî bi endamtiya DAIŞ’ê hatine sûcdarkirin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hema hema hemû kesên hatine girtin bi îşkence û muameleya xerab re rû bir û mane û ji van 198 kes bi giranî birîndar bûne.

ihd_logo

Êrîşên nîjadperest

Di heman pêvajoyê de êrîşên li nîjadperest yên li dijî kurdan jî di raporê de cî girtin. Li gorî vê, li Giresûn, Ordû, Antalya, Eskîşehîr, Erzirom, Duzce, Enqere, Bûrdûe, Bûrsa û Konya û an li hin navçeyên van bajaran êrîşên nîjaperest gihîştin asta herî bilind.
Mafê ragihandinê hat astengkirin

Rapor diyar kir ku bi daxwaza Serokatiya Ragihandinê ya Telekomînîkasyonê di 25’ê Tîrmehê de weşana 96 malperên înternetê li Tirkiyeyê hatiye sansurkirin û herwiha kiryarên wekî astengkirina xebatê, binçavkirin, muameleya xerab û îşkencekirin  li dijî medyaya mixalif  zêde bûye.

Herêmên “ewle yên taybet”

Rapor destnîşan dike ku bi biryarên Lîjneya Wezîran û walîtiyan li Sêrt, Şirnex, Agirî, Antep, Qers, Amed, Culemêrg û Dêrsimê ji 100’î zêdetir “herêmên ewle yên taybet” hatine îlankirin û ev jî tê vê wateyê ku bi tenê navê Herêma Rewşa Awarte ya salên 90’i guherî ye.

Şaxa Amedê ya IHD’ê di meha Tîrmehê de raporeke ji bo 6 mehên ewilî yên sala 2015’an weşandibû û diyar kiribû ku binpêkirinên mafên mirov li Kurdistanê zêde dibe.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …