IHD Amed: Binpêkirinên mafên mirov zêde bûne

 

Rapor nîşan dide ku di 6 mehên ewilî yên 2015’an de binpêkirinên mafên mirov zêde bûne û gihîştine 6,912’an.

 

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirov (İHD) rapora xwe ya şeş mehên dawî ya di derbarê binpêkirinên (îhlal) mafên mirov a li Kurdistanê pêşkêşî raya giştî kir. Rapor nîşan dide ku di vê demê de binpêkirinên mafên mirov zêde bûne û gihîştine 6,912’an.

Serokê şaxê Racî Bîlîcî di daxuyaniya çapemeniyê de got ku pêvajoya çareserkirina problema kurd sekiniye û di şeş mehên ewilî yên 2015’an de li herêmê gelek bûyerên îşkence û kiryarên li dijî mafên bingehîn ên mirov pêk hatine.

Li gorî raporê kiryar û bûyerên di vê demê de pêk hatine wiha ne:

  • Kuştin û brîndarkirinên ji aliyê polîs û cendirmeyan: 7 mirin, 10 brîndar
  • Kesen ku ji aliyê hêzên paramîlîter ên gundan ve hatine brîndarkirin: 2 brîndar
  • Di encama şaşî an îhmala fermî de kesên hatine kuştin/brîndarkirin: 7 kuştî, brîndarekî
  • Întixarên jinê: 17 întixar, 1 teşebusa ji bo întixarê
  • Întixarên zarokan: 15 Întixar, 4 teşebus
  • Mirinên bi guman ên polîs û leşkeran: 9 mirin û brîndarekî
  • Kesên hatin binçavkirin: 227 jê zarok 1443 kes
  • Kesên hatine girtin: 21 jê zarok 325 kes
  • Îşkence û muameleya xerab: 130
  • Midaxaleya bûyerên civakî: 44 brîndar
  • Kesên ku bi lêpirsîn, doz û cezayê re rû bi rû mane: 332
  • Binpêkirinên li girtîgehan: 181
  • Binpêkirinên mafên aborî û civakî: 770

HEJMARA TEVAHÎ YA BINPÊKIRINAN: 6912

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …