ICG: Dest bi hevdîtinên aştiyê bikin

 

 

 

Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) li ser bûyerên dawî yên li Kurdistanê raporekê weşand û diyar kir ku divê Tirkiye û PKK bi awayekî lezgîn dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.

Rêxistina Koma Krîzê ya Navneteweyî di rapora xwe ya di 17’yê Kanûnê de hat weşandin ya bi serenavê Karekî têkçûyî? Jinûvedestpêkirina Hevdîtinên Aştiyê yên Tirkiye-PKK’ê de wiha got: “Dewleta tirk û Partiya Karkerên Kurdistan ku di nava pevçûna xwe ya bîst salan a herî bi xwîn de asê mane, divê bi awayekî lezgîn dest bi hevdîtînên aştiyê bikin.”

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya ji bo eşkerekirina raporê de diyar kir ku nêzîkbûna mîlîtarîst a ji bo pevçûnê û polarîzasyona polîtîk a deverî ji aliyê pevçûna li Sûriyeyê hatiye gurkirin û pêşketinên ku di hevdîtînên aştiyê de hatine bidestxistin bi hilweşandine.

Pevçûnên li bajarên Kurdistanê jî di daxuyaniya  rêxistinê de cî girt. Rêxistinê destnîşankir ku “şerên bajaran ên bixwîn ên li herêmê momentûmeke nû û ya nikare bê texmînkirin li pevçûnê zêde kiriye.

Li ser xerabûna îmaja dewletê ya di nava kurdan de hat gotin ku ji Gulanê û vir ve çar êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî çalakiyên kurdan ên li Tirkiyeyê hişmendiya ku dewlet wan naparêze di nava kurdan de pêşxistiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “her du alî jî fam dikin ku pevçûnên leşkerî wê serkeftinê neyne lê bawer dikin ku ji bo zêdekirina destkeftinên xwe, pêdiviya wan bi pozîsyonên xurtir hene” û wiha hat gotin: “Ew di dema ku li benda pêkhatina çareseriyê ya ji bo şerê li Sûriyeyê mane de, beriya vegera agirbest û hevdîtinên aştiyê dixwazin heta pêkan be reqîbê xwe lawaz bikin.”

Daxuyanî van pêşniyazan ji hikumetê re kir: “Hikumeta nû divê ji bo bersivê bide daxwazên kurdan rojeveke şênber a ku di nava wê de desentralîzasyon û perwerdeya zimanê dayikê jî heye” diyar bike.

Rêxistinê ji PKK’ê û rêvebiriyên lokal ên kurd jî xwest ku “ew dev ji îlankirina xweseriyê ku bi tenê raya giştî ya tirk dixe nava alarmê û siyasetmedarên tirk tûndtir dike, berdin.” Herwiha ji PKK’ê hat xwestin ku bi destpêka hevdîtinên aştiyê şervanên xwe ji Tirkiyeyê bikişîne.”

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …