HRW: Demokrasî bi otorîterîzmê re hevkariyê dikin

HRW: Lîderên demokrasiyên rojava ji bo berjewendiyên xwe yên dem kurt bi rejîmên otorîter re hevkariyê dikin û bi vî awayî jî xizmetê ji prensîbên demokrasiyê re nakin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirov HRW’ê her sal bi raporên xwe yên salane di mijara mafên mirovan de fotografeke seranserê cîhanê dikişîne.

Bi van raporan ligel dîtinek giştî, rêxistinê yek bi yek rewşa hemû welatan dişopîne û derbarê wan de agahiyên girîng parve dike.

Bi xebata xwe ya îsal rêxistinê careke din bi detayên balkêş şahidiya rewşa mafên mirov a sala borî kir.

Kenneth Roth. Gerînendeyê giştî yê HRW’ê

Gerînendeyê rêxistinê Kenneth Roth li ser mijarê daxuyaniyek da û naveroka rapora nû parve kir.

Roth di daxuyaniyê de ligel welatên dijminê demokrasiyê, qala welatên ku xwe wekî demokrat bi nav dikin jî kir û polîtîkaya wan a derve rexne kir.

Demokrasiya zombî

Şefê HRW’ê got, lîderên demokrasiyên rojava ji bo berjewendiyên xwe yên dem kurt bi rejîmên otorîter re hevkariyê dikin û bi vî awayî jî xizmetê ji prensîbên demokrasiyê re nakin.

Aliyekî din ê raporê ji aliyê Roth ve hat îfadekirin, lîderên otokrat bûn ku herdem bi manîpûlekirina encamên hilbijartinan tên ser kar.

Berpirsê HRW’ê got ev lîder ji bo xwe bidin hilbijartin bi her rêbazî midaxaleya hilbijartinan dikin û rejîma li van welatan wekî “demokrasiya zombî” bi nav kir.

HRW ev 32 sal in raporên salane amade dike. Rapora îsal di derbarê ji 100’î zêdetir welatan de 752 rûpel agahî cî girtin.

Roth di daxuyaniya xwe de cîh da têkiliyên rêvebiriya Bîden a bi hevalbendên wê yên li Rojhilata Navîn jî û da zanîn, Amerîka wekî berê çekan difroje Misir, Erebistana Siûdî, Mîrektiya Ereb û Îsraîlê.

Rewşa Tirkiyeyê

HRW’ê wekî belgeyên xwe yên borî, îsal careke din ciyekî berfireh da ji kiryarên antî-demokratîk ên li Tirkiyeyê.

HRW’ê di beşa Tirkiyeyê de bi van gotinên giran rejîma Erdogan tometbar kir:

Hukumeta Recep Tayip Erdogan a otorîter a gelekî navendîparêz bû sebep bi dehan salan li Tirkiyeyê mafên mirov bên îhlalkirin. Ev hukumet destûrê nade rexneyan, êrişê mixalifan dike, bi giranî serxwebûna mehkemeyan lawaz dike û saziyên demokratîk hildiweşîne.

Êrişên dawî yên li ser Partiya Demokrasiya Gelan HDP’ê û bi taybetî jî kuştina Denîz Poyraz a li bajarê Îzmîrê wekî destpêka pêleke nû ya êrişan a li dijî vê partiyê derketin pêş.

Pêla zextên dawî ya li ser HDPê, kuştina Denîz Poyraz û rewşa hevserokên berê yê partiyê Demîrtaş û Yuksekdag cî girtin.

HRW’ê di rapora îsal de careke din balkişand ser girtina siyasetmedar û şaredarên HDP’ê ya bi tawanbariya terorîzmê û rewşa hevserokên vê partiyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku her du jî di girtîgehê de ne, derxist pêş.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirov di beşa xwe ya bo Tirkiyeyê de penaberan jî ji bîr nekir û diyar kir, di demên dawî de li vî welatî penaberên ji Sûriyeyê rastî êrişên nîjadperestên Tirk tên.

Herwiha careke din meseleya statûya penaberan anî rojevê û da zanîn, dewleta Tirk di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de mafên fermî yên penaberiyê qebûl nake.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …