Hong Kong reforma Pekînê red kir

 

 

 

Meclîsa Bajêr a Hong Kongê pêşnûma qanûna namzedên beşdarê hilbijartinan dibin ji aliyê Çînê tê erêkirin red kir.

Di rûniştina ku di 16’yê Hezîranê de hat lidarxistin de ji sêyan duyê bloka demokrasiya vê hilbijartinê wekî “sexte” bi nav kir û li dijî wê dengên bi kar anîn.

Rejîma Pekînê ji ber vê encamê hêvişikestina xwe anî ziman. Berdevkê Wezîreta Derve got ku hikumeta navendî nedixwest bi encamê re rû bi rû bimîne û diyar kir ku divê ti welatên derve midaxaleyê vê meseleyê nebe.

Di sê mehên dawiyê de xwepêşanderan li derveyê meclîsê kampeke ava kiribûn lê paşê vê kampê ji aliyê polîsan hate belavkirin.

Ji ber têkçûna vê pêşnûma qanûnê pergala heyî ya Hong Kongê wê berdewam bike. Di vê pergalê de komîteyeke ji 1200 kesên ku di warê aborî û jiyana polîtîk a bajêr de li pêş in rêvebirê bajêr hildibijêr in. Hong Kong di çarçoveya peymana Brîtanya-Çînê de bajarekî xweser ê di destê Komara Gel Çînê de ye.

Jêder: Dw.de

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …