Holenda bi Frîzlandê re peymana ziman îmze kir

Bi Qanûna Bikaranîna Frîzî ya di 2014’an de zimanê frîzî ligel holendî li Fryslandê bûbû zimanê fermi. Li gorî agahiyên dawî yên Fryske Akademiyê ji % 80’yê nifûsa parêzgehê frîzî fam dikin. Di ware axaftinê de ev rêje dadikeve ji % 65’î.

Parêzgeha Frîzlandê (Fryslând) û hikumeta Holendayê Peymana Îdarî ya li ser Ziman û Çanda Frîzî  îmze kirin. Bi vê peymanê tê xwestin ku heta sala 2030’an hemû welatiyên parêzgehê bikaribin bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û biaxivin.

Di peymana ku wê di 2019-2023’an de bê meşandin de hin armancên taybet ji bo ziman hatine diyarkirin. Bi taybetî peyman li ser qada çandê, perwerde û medyaya li Frîzlandê sekiniye. Herwiha, mesrefên ji bo pêkanîna van armancan jî yek bi yek hatine nivîsandin û hikumeta holendî van mesrefan girtiye ser xwe.

Di çarçoveya peymanê de, Plana Ziman a Frîzî ku wê sê dewre dom bike, di 2030’an de bi dawî dibe. Lewma sala dawî yê plane ji bo nirxandina pêkhatina armancan gelekî girîng tê dîtin. Tê hêvîkirin ku di vê salê de wê hejmara kesên bi zimanê resen ê parêzgehê diaxivin, dinivîsin û dixwînin zêde bibe.  

Qadên pêşdibistanê, perwerdeya seretayî, navîn û perwerdeya bilind qadên bingehîn in ku di peymanê de ciyên xwe girtine. Ji bilî perwerdeyê, li ser televîzyon, radio, internet, şano, wêje û sînemayê hatiye sekinandin û awayên xurtkirina frîzî di van qadan de hatine destnîşankirin.

Peymana Ewrûpî ya Zimanên Herêmî û Kêmar ku ji aliyê Holendayê ve hatibû îmzekirin,  bingeha hiqûqî ya peymana Holenda-Frîzya pêk tine. Peymana ewrûpî li ser Holenda ferz dike ku zimanê frîzî hem bê parastin û hem jî bi domdarî bê teşwîqkirin. 

Bi Qanûna Bikaranîna Frîzî ya di 2014’an de zimanê frîzî ligel holendî li Fryslandê bûbû zimanê fermi. Li gorî agahiyên dawî yên Fryske Akademiyê ji % 80’yê nifûsa parêzgehê frîzî fam dikin. Di ware axaftinê de ev rêje dadikeve ji % 65’î. Di 1994’an de ji % 91’ê welatiyên li parêzgehê dikaribûn bi frîzî biaxiviyana.

Ji bo dîtina wergera bi îngilîzî ya peymanê vir bitiqînin

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …