Holanda ji bo komkujiyên li Endonezyayê lêborîn xwest

Hikumeta Holandayê ji bo bi girseyî kuştina endonezyayiyan a di dema dagirkirina wê de pêk hatibû, lêborîna xwe xwest.

Balyozê (elçî) holandeyî yê li Endonezyayê Tjeerd de Zwaan lêborînê bi awayekî fermî di merasîma li paytext Cakartayê de anî ziman. Zwaan got ku “Ez li ser navê hikumeta holandî ji bo kiryarên xerab lêborînê dixwazim.”

Balyoz diyar kir ku haya hikumeta wî bi taybetî di warê jinên bî yên kesên ku li Sulawesi û Rawa Gede (Jawaya Rojava) hatine kuştin heye.

Hin nûnerên maxdûrên komkujiyan lêborîna Holandayê xweş pêşwazî kirin. Nurhaeniya ku yek ji maxdûran bû, wiha axivî: “Ji ber ku em li vir in, em spasdar in û em pir dilxweş in.”

endonezya

Holanda çendekî berê jî ji bo hin bûyerên di dema dagirkirina wê de pêk hatibû lêborîn xwestibû lê lêborîna vê carê lêborîneke giştî ya ji bo hemû sûcên şer bû.

Kiryarên Holandayê yên li Endonezyayê

Li gorî hîkumeta Endonezyayê, hêzên taybet ên Holandayê di pêvajoya 1945-49’an de nezîkî 40,000 kes kuştin lê çavkaniyên holendî hejmara kuştina çend hezaran bi lêv dikin.

Bî taybetî, di dema fermanderê holendî Raymond Westerling de ku demeke dirêj li Holandayê wekî qehremanekî neteweyî dihat naskirin, gelek komkujî pêk hatibûn. Hêzên girêdayî Westerling bi armanca têkbirina serhildaneke ji bo rizgariyê, li dehan gundan gelekî gundiyan kuştibûn.

Dîsa, di zivistana 1947’an de li başûrê Sulawesiyê yek ji bûyerên herî qirêj ê dema dagirkirinê pêk hatibû. Di vê bûyerê de 208 mêr ji aliyê hêzên taybet ên Holendayê yên girêdayî Westerling hatibûn kuştin.

Pêvajoya hiqûqî ya komkujiyan

Di encama du dozên li hemberê Holanda yên di dadgehan de hatin vekirin, Holanda 20,000 euro dabû maxdûrên şer.

Naniya 93 salî ku mêrê wê hatibû kuştin, li ser encama dozê wiha axivî: “Dema min ji Holandayê pere girt min ew bîn kir, ez pir dilxweş bûm. Lê dema min ew bîn dikir min ji bîr nekir ku çi hatiye serê mêre min. Ez pir xemgîn bûm.”

www.aljazeera.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …