Hîndîstan bi serhildêrên Nagalandê re li hev kir

Hikumeta Hîndîstanê bi yek ji rêxistineke çekdar a herî mezin ku ji bo serxwebûna Nagalandê şer dike, peymana aştiyê îmze kir. Bi vê peymanê, pevçûna li eyaleta Nagalandê ku 60 sal in didome wê bê bidawîkirin.

Peymana aştiyê ya dîrokî di 4’ê Tebaxê de ji aliyê Serokwezîrê Hîndîstanê Narendra Modi û sekreterê giştî yê Konseya Sosyalîst a Neteweyî ya Nagalandê (NSCN-IM) Thuingaleng Muivah ve hat îmzekirin.

NSCN-IM tevlî çend rêxistinên din ji salên 1950’an û vir ve ji bo Nagalanda serbixwe ku li bakurêrojhilatê Hîndîstanê cî digire û parçeyeke erdên Myanmarê jî digire nava xwe, şerê gerîla dimeşîne. Hevdîtinên aştiyê di navbera her du aliyan de ji 1997’an dest pê kiribûn.

Serokwezîrê Hîndîstanê Narendra Modi di daxuyaniya çapemeniya piştî merasîma peymanê hat lidarxistin de got ku “Em îro dest bi demeke nû dikin…60 sal ji bo şerekî demeke dirêj e, birîn kûr in.”

2000px-India_Nagaland_locator_map2

Modî wiha dom kir:

“Ji dema ku ez bûm serokwezîr, aştî, ewlekarî û transformasyona aborî ya bakurêrojhilat di nava karên min ên yekemîn de ne. Serhildana me ya herî kevn niha tê çareserkirin. Ev, bi mebesta berdana çekên xwe, îşareteke ji bo komên biçûktir in.”

Digel îmzekirina peymanê, heta niha di derbarê naveroka peymanê de agahî nehatine dayîn. Tê texmînkirin ku peyman ji çarçoveyeke berfireh a niyeta her du aliyan a ji bo çareserkirina meseleya Nagalandê pêk tê û hundirê vê çarçoveyê wê di hevdîtinên pêş de bên tijekirin.

Hîndîstan bi serhildêrên Nagalandê re li hev kir

NSCN-IM dixwaze li hemû erdên ku gelê naga lê dijîn ku ev jî qasî 120,000 km2 berfireh e (hin herêmên Assam, Manipur, Arûnaçal Pradeş û Myanmarê) welateke bi navê Nagalim (Nagalanda Mezin) pêk were.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …