Hilbijartinên Ewropayê û pêşeroja cihêrengiya ziman

 

 

“Yekitiya di nava cihêrengiyê de” logoya ku ji bo Yekitiya Ewropayê (YE) armanca hevpar a Ewropayê îfade bike, ji aliyê YE’yê ve di sala 2000’î de hatiye hilbijartin. Vê armancê ji aliyekî ve ji pêkanîna yekitiya wê û ji aliyekî din ve jî ji xurtkirina zengîniya çand, kevneşopî û zimanên wê yên cuda pêk tê: 24 zimanên fermî, ji 70’yî zêdetir zimanên otokton û ji 300’î zêdetir ziman. Ji bo bibîranîna 50’emîn salvegera  Peymana Romayê, di 2007’an de YE ji bo îfadekirina gelên cuda yên ji bo armancên hevpar ku ji damezrandina YE’ya bêtir nêzîkî welatiyan pêk dihat, şîara ‘Bi hev re’ hilbijart.

Îro roja Ewropayê ye û du hefte şûn de wê hilbijartinên Ewropayê* bên lidarxistin. NPLD (Tora Teşwîqirina Cihêrengiya Ziman) ji bo nezîkbûneke nû ya ziman a ku bi armanca lêkolînkirina feydeyên potansîyel –şexsî, civakî û aborî- ên cihêrengiya ziman ya ji bo Ewropayê pir dilxwaz e. Pirzimanî, berevajiya ku ew promlemek be, dikare bibe parçeyeke çareseriya ji bo rewşa dijwar a heyî ya  Ewropayê: kesên pirzimanî dikarin baştir pirsên cihêreng bikin, bêtir afirîner in; kesên pirzimanî ji bo serbest fikirînê û famkirinê xwedî kapasîteyeke mezintir in; kesên pirzimanî bêtir xwedî hêza kar a mobîl in û pirî caran di karên xwe de bêtir pere qezenc dikin. Lewma eger em bi kurtahî bêjin, kesên pirzimanî ji bo dijwariyên di cîhana me ya îro de bêtir xwe amade kirine!

Ji ber vê yekê, NPLD di derbarê zimanên Ewropayê de kitêbokeke agahiyê amade kir. Vê kitêbokê parçeyeke kampanyaya Nexşeriya Cihêrengiya Zimanî ye ku ji bo ziman li ser rojeva siyasî bisekine bangî endamên ji hemû siyasetên ku wê ji bo Parlamentoya Ewropayê bên hilbijartin, dike. Armanca dawî, teşwîqkirina însîyatîfên nû û bernameyên ewropî yên ji bo teşwîkirina nêzîkbûneke nû, a herkesi digire nav xwe û adil a ji bo cihêrengiya ziman a li Ewropayê ye. Eger em Ewropayeke welatiyan dixwazin, divê ji statuya wan a demografîk an giraniya wan a polîtîk û aboriyê azad, hemû ziman di hundirê wê de hebin.

*Hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewropayê wê di 22-25’ê Gulanê de bên lidarxistin.

————–

Nivîs di malpera Npld.org de hatiye weşandin û ji îngilîzî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …