Hilbijartina Kurdistana Iraqê ya di bin rewşa nedemokratîk û kontrolê de

Hilbijartina ewîlî ya kurdan ya di 1992’an de di bin hêza mîlîs a partiyên siyasî û rewşên kaotîk ên ku tê de pir zêde hîleyên hilbijartinê hebûn de hat li dar xistin. Peymana nîv-nîv ku paşê di navbera PDK û YNK’ê de hat muzakerekirin, ji ber nebawerbûna bi hev, bertilxwarî û qirêjî û têkoşîna ji bo hêzê nikaribû bihatana domandin. Di encama vê de, şerê navxweyî heta sala 1998’an realîteyek bû. Kurdistana Iraqê ji 1994’an û pê ve di navbera PDK’ê û YNK’ê de hatiye parvekirin. Hem PDK û hem jî YNK bi hêza xwe parçeyên Kurdistana Iraqê kontrol kirin û li bajarê Silêmanî û Hewlêrê du rêvebiriyên nedemokratîk damezrandin.

Piştî hilweşandina îktîdara Saddam a di 2003’an de, wekî bingeha avakirina dewletê ya piştî Iraqa Saddam, şanseke rastîn a demokratîkirina sîstema polîtîk a kurd derket holê. Kurd dikaribûn ji firsenda vê awantajê sûd wergirin û li herêma nîv-otonom de dest bi pevajoya demokratîkbûnê bikin. Wan dikaribû kontrola malbatê ya li ser dahata neteweyî û çavkaniyan ji holê rakin û paşê wan dikarîbû rêvebiriya kurd bikin yek û saziyên demokratîk biafirînin.

Berevajiya vê, PDK û YNK xwe wekî rêvebirên herî demokratîk ên li Iraqê û Rojhilata Navîn dîtin û rêvebiriya xwe wekî modela herî demokratîk a ji bo Iraqê pêşniyaz kirin. Bi vî awayî, wan bi riya îdiaya ku wan berê di vê pêvajoyê re derbas bûne û divê niha herêmên din ên Iraqê vê modelê di dema derbasbûyînê de bi kar bînîn, di ser pêvajoya demokratîkbûnê re derbasbûn. Bi rastî, Kurdistan ti carî di pêvajoya demokratîkbûnê re derbas nebûbû û lewma rêvebiriya malbat û hêzên çekdar wekî berê dewam kir.

Wekî beriya 2003’an, malbatên ku berfireh bûn û partiyên siyasî yên Barzanî û Talabanî ji ber ku hêzên leşkerî û hêzên taybet ên bi navên cuda di destên wan de bûn, kontrola xwe ya li ser civaka kurd domandin. Ji bilî vê, qenalên medyayê yên sereke di destê wan de ye û ew, zanîngehan, bazara Kurdistanê, çavkaniyên neteweyî û dahata neteweyî kontrol dikin. Ew dikarin kar bidin mirovan an wan ji kar bavêjin, ew dikarin di bin navê sexte de meaş bidin kesan, ew dikarin dest deynin ser milkên dewletê û ew dikarin xanî û milkan bidin mirovan.

Hilbijartina 2013’yan bi taybetî li herêmên di bin kontrola PDK û malbata Barzanî de (herêma zer) ji aliyê partiyên siyasî yên îktîdarê hat kontrolkirin. Rêxistina nû ya bi navê tevgera “Goran” ji ber lawaziya YNK’ê ya li herêma Silêmaniyê, 25 kursî bi dest xist, ji ber ku gelek endam ji YNK’ê derbasî tevgera Goran bûn (Goran ji aliyê endamên ji YNK veqetiyan di 2006’an de hat damezrandin). Lê Goran li herêma zer, bi taybetî ji ber lawaziya wê ya li Hewlêr û herêma Badînanê, nikaribû xisarê bide malbata Barzanî û PDK’ê û kontrola wê ya despotîk a li ser civakê.

Di dema kampanyaya hilbijartinê de her du partiyên siyasî di şeklê bertîlê de mîqtareke pir mezin pere belav kirin û di dema dengdayinê de hin cûreyên nelirêtiyên hilbijartinê bi kar anîn.

Nelirêtiyên hilbijartinê yên li Kurdistana Iraqê di nava van kategoriyan de dikare bê tarîfkirin:

1. Nelirêtiyên dem-dirêj ku ji ber xerab bikaranîna hêzê û bertîlxwariyê yên beriya hilbijartinê pêk tên. Di nava nelirêtiyên dem-dirêj de her cûre bertîl û gefxwarinê ya ku zorê dide mirovan ku ew dengê xwe bidin partiyên serdest, ci digirin. Bo nimûne, bêyî ku karekî bikin, bi riya dayina meaş û îstîhdamê îstîhdama mirovan a ji bo destekê, dema destekê nedin partiyên siyasî yên serdest li hemberê mirovan bikaranîna gefxwarina domdar, damezrandina grûbên siyasî yên sexte, çêkirina formên hilbijartinê yên sexte, bertîldayina ji partiyên siyasî yên biçûk re, dayina meaş û bertîlê ji bo serekên eşîran û hwd. kirina mircovan wekî mişteriyên partiyan.

2. Nelirêtiyên dem-kurt ên di dema kampanyaya hilbijartinê û pêvajoya dengdayinê de ku ji hemû cûreyên nelirêtiyên di dema kampanya û roja dengdayinê de derketine holê, pêk tê. Digel ki lîsteya van nelirêtiyan jî pir dirêj e, çend mînak wiha dikarin bên dayîn: endamên bertîlxwar û alîgir ên komîsyonê, ji aliyê heman kesî ve li ser hev dayina çend dengan, astengkirina dengdayina mirovan, formên sexte yên hilbijartinê, bi hukmê zorê kontrolkirina ciyên dengdayinê û guherandina dengan, bikaranîna navên kesên mirî, ji bo dengdayina ji namzetekî taybet re meşandina zextê li ser mirovan û hwd.

Li gorî mixalefetê û gelê li Kurdistanê her du partiyên siyasî yên serdest, bi taybetî jî PDK van û cureyên din ên nelirêtiyan bi kar anî.

Di navbera hilbijartina Zîmbabwe û Kurdistana Iraqê de hin aliyên dişibin hev hene; li her du ciyan jî lîderê serdest, malbata wî û partiya siyasî bi riya nelirêtiyên demd-dirêj û dem-kurt û bikaranîna nelirê ya hêzê, hêza xwe ya siyasî domandin.

Ji aliyê kêmaran ve, PDK rastî tawanbariya afirandina lîsteyên sexte û dengdayina endamên PDK’ê ya ji bo van lîsteyan tê.

Bi riya xerckirina mîqtareke pir mezin a pere û metodên nelirê, PDK qasî 38 kursiyan deng wergirt û vê yekê hişt ku partî pozîsyona xwe ya wekî partiya sereke bidomîne. Gelek endam û hilbijêrên YNK’ê dengên xwe dan Goran û Goran li herêma kesk ji berê xurtir û mezintir kirin.

Digel vê jî, encamên hilbijartinê derî ji çend opsiyonan re vedike. Opsiyona ewîlî domandina statûkoyê ye û li gorî vê, PDK û YNK’ya lawazbûyî pratîka xwe ya parvekirina îktîdarê didomînin. Di destê PDK’ê de hema hema hemû kursiyên kêmaran û hin partiyên siyasî yên din hene. Lewma, pêkhatina vê opsîyonê zêde ye. Opsiyona duyemîn, avakirina hikumeteke berfireh a koalîsyonê ye ku wê serdestiya malbata Barzanî û PDK’ê bidomîne û wê mixalefeta lawaz a îro hilweşîne. Ji ber ku PDK destekê dide vê opsiyonê, vê opsiyonê jî mimkûn e. Di opsiyona sêyemîn de Goran û YNK bi alîkariya îslamîst û partiyên siyasî yên din, hikumeteke bêyî PDK’ê dadimezrînin. Ji bo pêkanîna vê opsiyonê pir hêvî tune ye.

Ne PDK û ne jî YNK heta niha bi riya amûrên demokratîk hêz û serdestiya xwe bi dest nexistin e. Berevajiya vê, ew bi hêzê û zorê serdest bûne. Hem PDK hem jî YNK hebûna hêzên xwe yên çekdar didomînin û dikarin bêyî desteka parlementoyê serdestiya xwe bidomînin. Ji ber vê yekê, parlamentoya kurd herdem lawaz bûye û di mijarên kilît de nebûye xwedî hêzeke girîng. Tiştekî ne surprîz e ku yek lîderên bi hêz jî naxwazin an xeyal nakin ku bibin endamên parlamentoyê û li wir biryarê girîng nîqaş bikin.

Bu kurtahî, li Kurdistana Iraqê pêvajoya demokratîkbûnê heta niha pêk nehatiye. Lewma bingehên sereke yên demokrasiyê hîn jî winda ne. Parlamentoya kurd lawaz e û îhtîmal pir kêm e ku encama hilbijartina dawî ji bo sîstema polîtîk bi xwe re guherînên girîng bîne. Sîstema îktîdara malbatê û hêzên çekdar ên partiyê hîn jî serdest in. Kurd divê xwe ji bo çend salên din ên di bin îktîdara nedemokratîk a PDK û YNK’ê de amade bikin.

Şaxawan Şoreş (Nivîskarekî ji Başûrê Kurdistanê ku di malpera EKurd.net û kadirshorsh.com’ê de dinivîse)

————

Nivîs di Ekurd.net’ê de bi îngilîzî hatiye weşandin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …