Hilbijartina herêmî ya Başûrê Kurdîstanê hat li dar xistin

Hilbijartina ji bo parlamentoya herêmî ya Başûrê Kurdistanê ya 21’ê Îlonê li wîlayetên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê hat lidarxistin. Hilbijartina ku 29 partî û komên siyasî beşdar bûn, bêyî bûyereke girîng rû bide di nava aştiyê de derbas bû.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina 111 parlementerên Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê, saet ji 07:00’ê sibehê pê ve dest bi dayina dengan kirin. Partiyên kurd di hilbijartinê de ji bo 100 sendelyeyên ji kurdan re hatine veqetandin ketin nava pêşbirkê. Kêmarên li başûr jî ji bo 11 sendelyeyan ku 5 ji tirkmenan, 5 ji asûrî-suryaniyan û sendelyeyek ji ermeniyan re hatibûn veqetandin dengên xwe dan.

Piştî bidawîbûna dengdayinê, danê êvarê serokê Lîjneya Bilind a Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê Serbest Mistefa di derbarê beşdariya hilbijartinê de daxuyaniyekê da. Mistefa diyar kir ku beşdariya ji bo hilbijartinê li seranserê Kurdistanê ji % 73’ye û wiha dom kir: “Beşdarî li Hewlêrê ji % 71.7, li Duhokê ji % 76.4 û li Silêmaniyê ji % 73 pêk hatiye.” Li ser hejmara kesên ji sazî û rêxistinên sivîl ku hilbijartinê şopandinê jî Mistefa got ku “ 5,877 endamên rêxistinên sivîl, 1453 rojnameger û 397 çavdêrên biyanî hilbijartinê şopandine.”

Bi armanca ewlehiya hilbijartinê, balafirgehên li herêmê hatin girtin û çûnûhatina di navbera parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê hat qedexekirin.

PDK û YNK cihê beşdarî hilbijartinê bûn

Aliyekî girîng ku vê hilbijartinê ji ya berê vediqetîne ev e ku her du partiyên sereke yên Başûr PDK û YNK bi serê xwe beşdarî hilbijartinê bûn. Bi vî awayî, şensê partiyên din ku di serî de partiya mixalîf a herî mezin Goran tê, zêde dibe û derî li pêşiya beşdariya wan a ji bo koalisyonên hikumetê vedike.

Di hilbijartina 2009’an de PDK û YNK bi yek lîsteyekê ketibûn hilbijartinê û incax dikarîbûn 59 sendelyeyan bi dest bixin. Di heman hilbijartinê de tevgera Goran 25 sendelye û her du partiyên îslamî 10 sendelye bi dest xistibûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …